Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

​​​​​​​ʹMSD û HSD xwedî kar û dîtina herî zelal û xurt a ji bo siberoja Sûriyeyê neʹ

Mihemed Îsa diyar kir ku, beyannameya Rêveberiya Xweser bersiva gelek pirsên girîng dide û wiha got: “MSD û HSD xwedî kar û dîtina herî zelal û xurt a ji bo siberoja Sûriyeyê ne. Ev heqîqet bingeheke însiyatîfa erebî ye ku li gorî têgihiştineke navneteweyî aloziya Sûriyeyê were çareserkirin.ʹʹ

18ʹê nîsanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk beyannameyeke aşkere kir.

ʹBeyannameya Rêveberiya Xweser dîrokî û nîştimanî yeʹ

Nivîskar û siyasetmedarê sûriyayî Mihemed Îsa beyannameya çareseriyê ji ANHAʹyê re nirxand.

Mihemed Îsa bal kişand ser însiyatîfên ku bi navê çareserkirina aloziyê Sûriyeyê hatin pêşkekirin û beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser û got: “Însiyatêfên bi îdiaya mijûlbûna bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê pir in. Piraniya wan li gorî dîtina hêzên derve û yên navneteweyî ya ji pirsgirêkê re ne. Her wiha li gorî berjewendiyên wan tên pêşkeşkirin. Ji însiyatîfên ku hatine ragihandin; destpêkê xebatên Rûsya-Îranê bû. Armanca herdu aliyan ji vê yekê ew e ku çareseriyekê pêk bînin, deriyê vê çareseriyê jî ew e ku normalîzekirin ligel rejîma Erdogan çêbibe ku beriya hilbijartinên parlamento û serokatiyê nîşaneyên westandinê li ser rûyê wî xuya dibin. Paşê jî însiyatîfa Urdinê derket. Herî dawîn bi serkêşiya erebistana Siûdî jî hewldanên normalîzekirinê bi pêş ketin. Ev hewldan di hawaya hevrikiya navneteweyî û herêmî ya li ser siberoja Sûriyeyê de derket. Lê beyannameya Rêveberiya Xweser di kêliyeke dîrokî de hat ragihandin. Beyanname însiyatîfekê ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêşkeş dike, ji ber pirsgirêk nîştimanî, civakî û siyasî ye. Her wiha pirsgirêk girêdayî sazûmaniya Sûriyeyê ye.”

Îsa diyar kir ku divê sûriyayî bi xwe aloziya xwe çareser bikin û got: “Ji ber ku gelê Sûriyeyê baştir aloziya xwe fêm dikin û sedemên wê û rêbazên derketina ji vê aloziyê dizanin. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser erkên xwe yên dîrokî û objektîf ên li beramberî civaka Sûriyê û dewleta Sûriyê bi cih tîne, ji ber ku Rêveberiya Xweser xwedî nêrîn û ezmûneke zelal e. Her wiha weke hêza nîştimanî ya nûjenkerî ye û di hevsengiya şer de xwedî kartên giran e. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser ev beyanname ragihand. Divê hemû kesên bi şeref û hemû hêz bi cidiyet û berpirsyariyeke xurt nêzî vê beyannameyê bibin.”

ʹBeyanname bersiva pirsên girîng dideʹ

ʹʹBeyanname bi her neh bendên xwe, ne çarçove an jî reşnivîsa fikran e ku sûriyayî dikarin li gorî wê diyalogan bike û li hev bikin”. Bi van gotinan Îsa bal kişand ser bendên beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser pêşkeş kiriye. Îsa got: “Beynname bersiva pirsên girîng û pêwîst dide ku şaş dihatin şîrovekirin. Ji wan pirsên girêdayî doza dewlemendiyan ên mîna petrol, gaz, genim, av an enerjiyê. Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dibêje, ev dewlemendî para tevahî sûriyeyan e û divê lihevkirineke li ser belavkirina wan bi awayekî adilane û li tevahî xaka dewletê çêbibe. Beyanname bi xurtî û bê dudilî bersiva vê pirsê dide; Sûriye di warê birêvebirina herêmên xwe û pêşkeşkirina xizmetguzariyan û yên dîtir de dewleteke demokratîk û nenavendî ye . Ji ber vê yekê fikra parçebûnê ne niha û ne jî di siberojê de li cem wê tune ye. Di her peymaneke civakî ya bê de ku têkiliyên di navbera pêkhateyan bi rêxistin bike, divê mafên civakî, çandî û olî yên tevahî pêkhateyan werin naskirin û li hemberî wan rêzdar hebe. Di beyannameyê de xaleke girîng heye ku girêdayî banga MSDʹê ya li Komkara Dewletên Ereb e. Bang li Komkara Ereban dike ku di mijara nîştimanbûna Sûriyeyê de erka xwe bi cih bîne. Ev yek îtîrafeke aşkere ye ku Sûriye beşekî girîng ji hawirdora erebî ye, lê ne ji bo ereban tenê ye û ne jî ji bo nasnameyekê tenê ye.”

ʹBeyanname dijî xefikên derve alternatifa çareseriyê datîne holêʹ

Siyasetmedar Îsa destnîşan kir ku ji xalên balkêş ên beyannameyê dem û hişyariyên wê yên li hemberî însiyatîfên derve ne û wiha nirxandinên xwe domand: “Bi taybetî însiyatîfa lihevanînê ya bi Tirkiyeyê re xefikeke. Di beyannameyê de tê gotin, mafê Rêveberiya Xweser heye û amade ye li hemberî planên dijminane yên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê bisekine. Di vir de jî armancên qirêj ên Tirkiyeyê diyar dibin. Her wiha hevkariya Rûsya û Îranê aşkere dibin ku hewl didin lihevhatinekê ligel Erdogan re pêk bînin, da ku di her tevgerke dijminane de ku li Enqereyê were amadekirin, bi kar bînin. Hemû xalên beyannameyê civaka Sûriyeyê bi hemû kom û hêzên wê eleqedar dike. Her wiha civata navneteweyî jî eleqedar dike ku balê dikişîne li ser biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254. Ev biryar divê di hemû hewldanên çareseriyê an jî di her nexşereyeke bê de esas bê girtin.”

ʹNêzîkbûna Tirkiyê û Şamê mehkûmî têkçûnê yeʹ

Mihemed Îsa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkbûna di navbera Şam û dewleta tirk a dagirker de jî û got: “Hizra lihevanîna Şam û Enqereyê ji dema ku hatî pêşniyarkirin hizreke sosret e. Şopîndar nikarin li vê lihevanînê binêrin wekî mijareke ji rêzê ye. Sedema vê yekê ji ber birîn û kîna ku her du paytextan li du xwe hiştine. Her wiha ne ji ber şerê navxweyî yê ji zêdetirî 10 salan ve li ser xaka Sûriyeyê ye ku destê dewleta tirk ya bi serokatiya Erdogan e tê de heye. Ji ber destek da komên terorîst ên çekdar ên wekî Nusra, DAIŞ û hevkarên wê û şoreşa Sûriyeyê ji xeta wê derxist. Lê belê sedema vê yekê ew e ku nakokiyên di navbera her du aliyan de di rewşeke tevlihev de ye û hîna tiştek nehatiye guhertin. Bi wateyeke din, tu merc di hevsengiyên şer de ava nebûne ku karibin lihevkirineke dîrokî di navber herdu welatan û her du gelan de pêk bînin. Tu girêdana wan bi şertên lihevanîneke adilane tune ne. Guhertinên ku çêbûne; hilbijartinên Tirkiyeyê ye. Pêwîstiya Erdogan bi başkirina fersenda serkeftinê heye da ku vê serkeftinê di çareseriya siyasî de bi kar bîne. Ya din jî hewcedariya serokê Rûsya Putîn bi Erdogan heye da ku di şerê xwe yê li hemberî NATOʹyê li Ukraynayê de sûdê jê bigire.

Di encamê de keda Rûsyaya vala biçe. Ev  yek di encamên hevdîtina dawîn ya cîgirên wezîrên karên derve ya li Moskov de aşkere bû. Ji ber ku Sûriye bi şertên xwe yên vekişandina Tirkiyê ji xaka Sûriya ya dagirkirî, rawestandina destwerdana tirk a di kar û barên Sûriyeyê de, her wiha rawestandina desteka bi komên çekdar ve girêdayî me. Aliyê tirk nikarî van şertan pêk bîne, lê hewl dide tiştên din qezenc bike. Hemû hewldanên Tirkiyeyê dê di dawiyê de wê têk biçin.”

Îsa anî zimanî ku ligel Erdogan tu niyetên rast ên derketina ji xaka Sûriyeyê ya ku dagirkiriye tuneye û wiha pê de çû: “Ji ber ku  meyla zêdegaviyê ya li ser hesabê xaka welatên derdorê di koka siyaseta Tirkiyê de ye. Tirkiye di vê siyastê de xwe dispêre baweriya neteweya tirk. Armancên îdeolojîk ên îslamî bûne dînamîka siyaseta Tirkiyê. Dewleta tirk ligel serweriya AKPʹê ya bi serokatiya Erdogan behsa vejandina xîlafeta osmanî dike. Ev meyl her tim di hikûmetên laîk û îslamî de hene. Ji ber vê yekê dewleta tirk destpêkê Lîwa Iskenderon ji Sûriyeyê qut kir, piştre Efrîn, Serêkaniyê û bakurê Iraqê dagir kirine. Beriya wê anku di salên 70ʹyê yên sedsala borî de êrîşî Qibrisê kir. Di salên dawîn de rolên AKPʹê di tevgera bi navê Bihara Ereban de aşkere bûn. Niyetên Tirkiyeyê yên qutkirina welatên derdorê ji her şopînerekî re aşkere ne. Dewleta tirk nikare dev ji vê siyasetê berde.ʹʹ

Çalakvanê siyasî yê sûriyayî Mihemed Îsa îşaret bi nêzîkbûna erebî û Tirkiye ya bi hikûmeta Şamê re kir û got: “Her du nêzîkbûn ji hev cuda ne. Cudahî di famkirina pirsgirêka Sûriyeyê de heye, her wiha di nêrîna li aliyên nîştimanî yên Sûriyeyê de ye. Armanca Tirkiye ji însiyatîfa nêzîkbûna bi Şamê re hewcedariya xilasiyê ye. Tirkiye îdia dike ku HSDʹê teror e û xetereyê li ser ewlehiya neteweyî ya Tiriyeyê çêdike. Tirkiye dixwaze desthilata Sûriyeyê ber bi şerekî li hemberî HSDʹê ve bidehfîne an ku hevbendiyekê bi hêzên tirk re ava bike da ku ji HSDʹê xilas bibe û ezmûna wê ya siyasî ya bi nûnertiya Rêveberiya Xweser û MSDʹê ya bi armanca avakirina dewleteke sûriyayî ji bo hemû pêkhateyên wê li Sûriyeke yekbûyî ya demokratîk û nenavendî têk bibe. Li însiyatîfa ereban hewl dide çareseriyekê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 bibîne. Bingeha vê çareseriyê bang li hemû aliyên sûriyayî ye da ku li ser destûreke nû û rêbazê rêvebirinê li hev bikin ku hemû sûriyayî tê de cih bigirin. Bê guman HSD û meclisa wê ya siyasî di nava hesabên sûriyayî û hêzên hevseng de ne. Her wiha xwedî kar û dîtina herî zelal û xurt a ji bo siberoja Sûriyeyê ne. Ev heqîqet bingeheke însiyatîfa erebî ye ku li gorî têgihiştineke navneteweyî aloziya Sûriyeyê were çareserkirin.ʹʹ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar