Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ʹRamanê Rêber Ocalan derbasî her maleke ereb bûʹ

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo tevahî gelên ku li azadiyê digerin sembolek e û got; Komploya Navneteweyî ya li dijî wî xiyanetek li gelên bindest û yên azadxwaz e.

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr Fewaz El Zobai îşaret bi vê yekê kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê û biratiya gelan yek ji berhemên ramanê Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Dema ku tevger li Sûriyeyê dest pê kir û gelek kom, ya herî dawî çeteyên DAIŞ derbasî herêmê bûn, li herêma Cizîra Sûriyeyê berxwedanek mezin a gel dest pê kir. Wê demê hêviyek me çêbû ku ev xak wê were rizgarkirin. Piştî herêm ji aliyê zarokên herêmê ve ji wan çeteyan hatin rizgarkirin û hêzên leşkerî bûne yek me dît ku fikrekî cuda ji bo hemû gelan heye. Me dît ku rêveberiyek ne bi şexsê xwe tenê, lê bi fikrê xwe jî li pey vê tevgerê heye ew jî Rêber Abdullah Ocalan e.”

El Zobai diyar kir ku bi şoreşê re wan li gorî rêgezên biratiya gelan a ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye, dest bi kar kirine û wiha dom da axaftina xwe: “Me bang li keç û xortan kir ku tev li şoreşê û hêzên leşkerî bibin. Me tevahî herêmên xwe ji qirêja terorê rizgar kirin. Xwîna pêkhateyên gelê me tev li hev bû. Tu kes nikare hevgirtina me ji hev bixe, ji ber ku em xwedî li fikrê Rêber Ocalan derketine.”

Fewaz El Zobai destnîşan kir ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan li herêmê belav bûn û derbasî her maleke ereb bûn û ev tişt got: “Em Rêber Ocalan ne wekî rêberê kurdan tenê dibînin, lê rêberê tevahî pêkhate, gel û rêberê şoreşa rizgarkirina mirovahiyê ye, her wiha rêberê hemû kesên ku demokrasîxwaz ên ku dixwazin bêyî cudabûn bi aramî û aştî bijîn e.”

Seroka Qebîleya Cibûr anî ziman ku li gel şer û nakokiyên li herêmê, Rêber Ocalan kesayetê yekane ye ku dikare bibe kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn. Her wiha got, Rêber Ocalan girîngî da rola jinan û beşdarbûna wan a pêşeng di hemû qadên şoreşê de.

El Zobai Komploya Navneteweyî wekî rojeke reş ji bo tevahî gelên demokrasîxwaz wesifand.

ʹJi bo jiyaneke aştiyane, divê her kes xwedî li fıkrê rêbertî derkeveʹ

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr di dawiyê de destnîşan kir ku kesayetên mîna Rêber Ocalan divê di nava gelê xwe de bin û got: “Rêber Ocalan ronakbîreke ku fikrê neteweya demokratîk û aştiyê pêşkeş kirin. Em bang li hemû demokratan dikin ku ji bo jiyaneke aştiyane xwedî li fikrê Rêbertî derdikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar