Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got şervanên meclisê piştî şerê ku heta demekê dewam kir, hewldaneke çeteyên Mertala Firatê yên girêdayî dewleta tirk a dagirker şikandin.
Navendê di daxuyaniya xwe de ku duh bi şev weşandiye piştrast kir ku di encama berxwedana şervanan de ew hewldana dagirkeriyê têk çûye.