Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

′Em deyndar PKK û Rêber Abdullah Ocalan in′

Welatiyên Qamişloyê Hena Somî û Mahsûm Hesen têkildarî 45’emîn salvegera PKK’ê ev tişt anîn ziman: “Em bi saya PKK û ramanên Rêber Abdullah Ocalan gel ji her demê bêtir birêxistin bûye û em deyndarê wan in.”

Partiya Karkerên Kurdistanê di 27′ê Mijdara 1978’an de li Fîsê yê Lêcê ya Amedê salvegera 45′emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), pêkhateyên rojavayê Kurdistanê axivîn û bal kişand ser guhertinên ku bi saya PKK′ê li Rojava pêk hatine. Lêkolînerê kar û barên dozên gelên resen û parastina wan, Hena Somî diyar kir ku wî di sala 1993′yan de bi rêya Metranê Firatê Yûhena Îbrahîm PKK′ê nas kiriye û got: “Me serdana Metranê Firatê birêzî Yûhena Îbrahîm kir, ji me re behsa fikr û kesayeta Abdullah Ocalan kir. Metran Yûhena Îbrahîm 5 seatan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û Rêber Abdullah Ocalan şebihand bi şagirtekî Mesîh; ji ber fikrî wî û hezkirina wî ji hemû neteweyan re heye. Birêz Yûhena Îbrahîm digot, min di Rêber Abdullah Ocalan nîjadperestiya kurdî an olî de nedît. Digot; min wî mirovek dît ku hemû fikran diparêze, behsa Xirirstiyan, Îslam û Êzidiyatiyê kir, behsa hemû neteweyan dikir. Her wiha digot Ocalan bavê hemûyan e. Wê demê wêne bi hev re kişandin. Birêz Yûhena wêne diyar me kir, me jî wêne li Qamişlo belav kirin.′′

Somî anî ziman ku ramanên PKK′ê, ne li ser esasê netewe û olan hatiye avakirin û wiha dom da axaftina xwe: “Çi fikr ku li ser van her du esasan were avakirin wê çarenûsa wan mirin û têkçûyîn be. Wekî Abdullah Ocalan dibêje, ol û netewe divê di hembêza ometa mirovî ya demokrat a ku hemûyan diparêze de bibin yek.”

Somî behsa bandora ku ramanên PKK′ê lê kiriye û wiha axivî: “PKK′ê partiyeke laîk e. Gelên xiristiyan, ermen û asur her timî li laîktiyê digerin; lê belaya me ew e ku ol tê polîtîzekirin. Di sala 1915′an bi navê olê gundên me û welatên me wêran kirin, bi milyonan ji gelê me qetil kirin, guhertineke demografîk a mezin pêk anî. Osmaniyan siyaseteke  didan meşandin ku ji bilî tirkan tu kesên din qebûl nekirin û ji bilî ola xwe olên din qebûl nedikirin, lew ra qira me dianî.′′

Somî der barê ramanên Rêber Abdullah Ocalan de ev nirxandin kir: “Dema tu manîfestoya şaristaniyê an parêznameya di girîgehê de nîvisandiye, bixwînî tu yê bibînî ku behsa têkiliyên Suryan, Kurd, Asur û Ermen dike. Behs dike çawa kurd bi ermenan re bi bandor bûne. Di heman demê de behsa vê yekê tê kirin ku her kes divê li hemberî rejîma tirk bibin yek, ji ber ku ev rejîm ne xwediyê vê xakê ye, lê belê em suryan, ermen, asur û kurd koka me ji beriya dîrokê ve li herêma Beth Nehrên û Mezopotamiya heye.′′

Hena Somî behsa têkoşîna PKK′ê kir û wiha axivî: “Em teqez dikin ku Partiya Karkerên Kurdistanê bi vî fikrî dê bighêje tevahî neteweyan, lew ra dema em dibînin ji tevahî parzemînan li dijî vî dagirkerî nefert şer dikin, ji ber ku di kesayeta Abdullah Ocalan de Che Guvarekî din dibînin. PKK di sala 1984′an de karîbû bi çalakiyekê împratoriya Osmanî ya xwedî mezintirîn artêş di NATO′yê de têk bibe û pozê wê li erdê bide.”

Somî anî ziman ku fikrê PKK′ê fikrê rizgariya neteweyan e û fikrê yekane ye ku netewe, etnîk û olan biparêze û got: “PKK′ê ji hemûyan hez dike û rêzê dide wan. Abdullah Ocalan jî dibêje; hûn şaristaniya herî mezin li Rojhilata Navîn e, ez hatime vir da ku vê çandê hilgirim ji ber ku hûn rastî qirkirinên çand û komî hatin.”

Hena Somî rojbûna PKK′ê pîroz kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Mîlada PKK pîroz û mubarek be. Em nikarin bi fikrekî neteweyî û şovenist û fikrê îslama radîkal a turanî re bijîn, em bi ramanê Ocalan re dijîn, ji ber ku fikrekî mirovî û exlaqî ye, ferq û cudahiyê naxe navbera ereb, kurd, suryan û ermen.′′

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a  bajarê Qamişloyê Mahsûm Hesen di sala 1986′an de bi rêya hevalekî xwe yê dibistanê û kovara Dengê Kurdistanê fikarê  PKK′ê nas kir û gihand malbata xwe.

Mahsûm Hesen diyar kir ku bandora ramanên PKK′ê sînorê Rojava derbas kiriye  û li ser asta Kurdistanê bandor kiriye. Hesen got: “Ne ji fikrê PKK′ê bûya, wê civaka Kurd tuna ba. Fikrê PKK′ê gelê Kurd zindî kir û hişt îradeya wê bibe pola. PKK Kurd hînî rastiya wê kir û hişt ku li hemberî guhertinên dîrokî ku îro li herêmên me çêdibin, bibe xwedî hêzeke xurt. Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemê firkê PKK′ ye.”

Hesen destnîşan kir ku piştî derbasbûna 12 salan di ser aloziya Sûriyeyê û Şoreşa Rojava re, gelê Rojava bi saya ramanên PKK′ê ji her demê bêtir bi rêxistin bûye û ev tişt anî ziman: “Ne ji vî ramanî bûye wê gelê herêmê û Kurd di nava aloziyan de ban û dê herêm di destê çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra de bûne, van çeteyan dê şerekî mezin di navbera Kurd û Ereban de derxistiban.”

Hesen got, gelê herêmê û gelê Kurd deyndarê PKK û Rêber Abdullah Ocalan in û ev li axaftinan xwe zêde kir: “Bi saya PKK û Rêber Abdullah Ocalan em li cîhanê bûne nimune, me sazî, meclis, hêza leşker ya ku çeteyên DAIŞ′ê têk bir, ava kir. Tu dewlet mîna Iraq, Lîbya û dewletên din nikarîn li hemberî DAIŞ′ê sikinîban.′′

Mahsûm Hesen bal kişand ser hewldanên derxistina fitneyê di navbera civakê û PKK′ê de û got: “Tiştekî wisa di dîrokî de nehat nivîsandin û dê neyê nîvisandin, ji ber ku PKK′ê gel e û gel PKK′ê ye, hevgirtina gel û PKK′ê mîna hevgirtina goşt û neynûk e.”

Hesen îşaret pê kir ku dê heta dilopa dawîn şoreşa xwe berdewam bikin “Em ê girêdana xwe bi şehîdan û Rêbertî xurtir bidin. Em di wê baweriyê de ku bêyî azadiya Rêbertî em di nav aloziyê de bin û em ê nebin civakak azadî.”

Li gorî Hesen, fikrê PKK′ê guhertinek mezin û bi bandor di kesayeta jin û ciwanan de çêkir, bi saya PKK′ê jin û ciwanan xwe bi rêxistin kirin û bûne xwedî îrade û berxwedan.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mahsûm Hesen li ser komployên li dijî PKK′ê û Rêber Abdullah Ocalan wiha axivî: “Dema Rêber Abdullah Ocalan girtin hewl dan PKK′ê tesfiye bikin, lê ev armanc pêk nehat, ji ber ku partî xwe ji nû ve bi rêxistin kir, şoreşa Rojava ya ku bala cîhanê kişandiye, îsbata vê yekê ye.′′

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar