Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Di Girtîgeha Duzceyê de pêketiyên koronayê zêde bûn

Vedat Gultekîn ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de dimîne, diyar kir ku pêketiyên şewba koronayê û guriyê zêde bûne

Mîna tevahiya Tirkiyeyê, li girtîgehan jî her roja ku diçe pêketiyên şewba vîrûsa koronayê zêdetir dibin. Yek ji girtîgehên ku vîrûsa koronayê lê belav bûye, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ye.

Vedat Gultekîn ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de dimîne, di hevdîtina telefonê ya heftane de binpêkirinên mafan ji malbata xwe re ragihand. Gultekîn diyar kir ku çalakiya wan a greva birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdulah Ocalan dane destpêkirin berdewam dike û wiha got: “Heta ku em encamê negirin, em ê çalakiya xwe dewam bikin.”

Gultekîn da zanîn ku ji bilî vîrûsa koronayê pêketiyên gurîbûnê jî li girtîgehê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyên ku bi koronayê ketin, kirine karantînayê. Odeya me li rex odeyên kesên di karantînayê de ne. Car caran em dengê qêrîna wan dibîhisin. Dibêjin ku li girtîgehê mirin jî çêdibin. Rewş gelek xerab e. Di 10’ê kanûnê de cezayê min ê dîsîplînê xelas bû. Lê bi awayekî keyfî meheke din dirêj kirin.”

Malbata Gultekîn jî diyar kir ku ew ji ber tiştên li girtîgehê tên jiyîn bi fikar in û wiha got: “Derbarê mijarê de em li girtîgehê geriyan. Lê rayedarên girtîgehê ji me re gotin ‘hûndir ji derve bi ewletir e. Em tedbîrên xwe digirin.’” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar