Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

10 çawîşên ku di şer de derûniya wan xirab bû îstifa kirin

10 çawîşên pispor ên tevli êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê, derûniya wan xirab bû û îstifa kirin.

Di êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17 nîsanê de dest pê kirin de pevçûnên dijwar rû didin. Ev pevçûnên dijwar êdî bandoreke nebaş li derûniya leşkeran jî dikin. Hat diyarkirin ku di van êrişên Tirkiyeyê de her ku diçe hejmara leşkerên mirî zêde dibe û ev yek di navbera leşkeran de dibe cihê nîqaşan.

Li gor agahiyên bi dest ketin, ji ber pevçûnên dijwar û şert û mercên dijwar ên erazî leşker zehmetiyê dikişînin û ji ber vê di hin leşkeran de trawma rû daye. Hat diyarkirin ku ji ber ku di şer de hejmara leşkerên mirî zêde dibe çawîşên pispor êdî naxwazin biçin herêmê. Hat derpêşkirin ku heya niha herî kêm 10 çawîşên pispor îstifa kirine.

Çawîşekî pispor ê ku îstifa kiriye, ragihand ku şert û mercên herêmê pir dijwar in û got, gava ew çûne herêmê hay ji vê çêbûne. Çawîşê pispor, diyar kir ku berî ku tevî TSK’ê bibe hem ji ber rewşa aborî hem jî ji ber hestên netewperestî biryar daye bibe çawîşê pispor û got, gava betal maye bi pêşniyara hevalên xwe biryar daye ku bibe çawîşê pispor. Çawîşê pispor, detsnîşan kir ku pêşî ewilî bi hestên netewperestî tevgeriyaye lê paşê mesele ber bi meseleya aborî ve çûye û gava çûye herêmê mirinê bi çavê xwe dîtiye.

Çawîşê pispor, bilêv kir ku li herêma sînor berê wan dane eraziyên ku pê nizanin û di şerê heya niha de gelek esker mirine. Çawîşê pispor, anî ziman ku par 10 esker tevli êrişan bûne, lê tenê 2 eskere vegeriyane û niha derîniya wî xirab e û ji ber vê îstifa kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar