Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

10 ciwanên ereb tevlî nav refên gerîla bûn

Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê 10 ciwanên din ên ereb tevlî nava refên gerîla bûn.

Li dijî êrîşên ku dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û PDK’e ya noker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, ciwanên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê herikîn nava refên gerîla. Berê 50 ciwan, piştre 12 ciwanên Ereb tevlî gerîla bûne. Niha jî 10 ciwanên Ereb tevlî nava refên gerîla bûn.

Ciwanên ku li ser esasê seferberiya ku Komalên Ciwan bi dirûşmeya “Werin Cenga Azadiye” daye destpêkirin, tevlî nava refên gerîla bûne, bang li hemû ciwanên Kurdistanî bi taybet ciwanên ereb kirin ku tevlî nava refên gerîla bibin.

Daxuyaniya ciwanên tevlî nava refên gerîla bûne wiha ye: “Weke em dizanin dewleta tirk a barbar û faşîst di 14`ê nîsanê de dest bi êrişî çiyayên Kurdistanê kir, ev êriş yekser bi piştgiriya NATO û malbata Berzanî ye, malbata ku rûmet, şeref firotiye, her wiha welat û hebûna xwe jî daye firotin. Ji bo ku tiştek bi navê kurdiyetiyê li cîhanê nemîne hemû hêzên hegemonîk, dagirker, mêtînger û di serî de PDK’ê peymanan bi hev du re çêdikin, PDK`ê ji bo têkbirina tevgera azadiyê hêza xwe hemû bi dewleta tirk re li dijî tevgera azadiyê xistiye nava tevgerê de. Em jî bi hêza gerîla re li ber xwe didin û ji bo têkbirina van plan û armancên wan yên qirêj û dijderketina li hember îxaneta PDK’ê ya ku bi awayekî aktîv li dijî me ketiye nava şer de, şer dikin. Em ê hesabên dîrokî ji dagirker û hevkarên wê bixwazin.

Li ser vê bingehê em careke din teqez dikin ku gerîla hêzeke neteweyî ye û ji bo parastina mirovahiyê û gelên bindest şer dike û li ber xwe dide. Îro roj roja tolhildana ji dagirkeran e, roja rizgarkirina axa me ye, yên ku bi vê yekê rabin ciwan û jinên ciwan in. Li ser vê bingehê em êrişên dagirkeriyê yên dijminane ku dixwaze di kesayeta ciwanan û jinên ciwan de yên ku bi axa xwe, zimanê xwe, çanda xwe û serokê xwe ve girêdayî ne civakê parçe bike û kole bike, qebûl nakin. Em ê vê têkoşînê li dijî dagirkeriyê bilindtir bikin, em ê parastina xeta azadiyê ya ku Rêber Apo fêrî me kiriye bikin.

Li ser vê bingehê em weke ciwanên ji pêkhateya Ereb tev li seferberiya ku Komeleya Ciwan ragihandiye dibin û bi vê yekê em di vê roj û meha pîroz de tevlêbûna xwe ya nava berxwedana gerîla radigihînin û ji bo tolhildana hemû şehîdan, em xwediyê xwestekên mezin û pîroz in.

Di dawiyê de bangewaziya me ji bo tevahî ciwanan û jinên ciwan ên ji hemû pêkhateyan û bi taybet pêkhateya ereb heye ku li dijî dijminê faşîst berê xwe bidin nava refên gerîla û yekîtiya xwe bi rihê berxwedana gerîla ya ku serkeftinê misoger dike û şoreşa Kurdistanê bi rêve dibe bikin yek, di heman demê de da ku em serkeftinên mezin bi berxwedana gerîla re li Kurdistanê bi dest bixin û pergala tirk ya faşîst li Kurdistanê birûxînin divê em asta tevlêbûnê bilindtir bikin.

Niha em şerekî dijwar dijîn û ji bo bersivdayîna vî şerî divê her ciwanek berê xwe bide nava refên gerîla, li ser vê bingehê divê ku hemû ciwan û jinên ciwan tevlê nava refên gerîla bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar