Komeke saziyên perwerdehî û çandî, weşanxane û akademîsyenên ji parêzgeha Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê gelek pirtûk pêşkêşî zanîngehên Rojava kirin.
Bi armanca pevguhartina tecrubeyan û bihêzkirina têkiliyên fikrî û çandî, Pirtûkxaneya Mam Celal Talebanî, serokê Zanîngeha Silêmaniyê, serokê Zanîngeha Selahaddîn, Peymangeha Mîrateya Kurdî, Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê û rojnameya Kurdistanî Niwê nêzî 10 hezar pirtûk ji zanîngehên Rojava re diyarî kirin.
Pirtûk dê li Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê werin belavkirin. QAMIŞLO