Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

10 şehîd bi dirûşma ‘Tolhildan’ hatin veşartin

Cenazeyên 10 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi merasîmeke ku bi hezaran kes tevlî bûn, li ber dirûşma "Tolhildan" li Dêrikê hatin veşartin.

Cenazeyên şehîd Ednan Yûsif, Silêman Enter, Xwînrêj Temê, Mûaz Eta, Ehmed El Xidir, Mihemed El Eswed, Ebdulezîz Elî, Yezen El Keço, Mihemed Xalid û Ebdulwahid El Ehmed îroac li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi hezaran kes ji şêniyên herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ji bo oxirkirina cangoriyan ji serê sibehê ve li pêşiya nexweşxaneya Wetanî ya Dêrîkê kom bûn. Girseya gel li vir cenazeyên 10 şehîdan di nava tîlîliyên dayika û dirûşmeyên tolhildanê de wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Pakrewangeha Ş. Xebad Dêrik.

Karwanê şehîdan li pakrewangehê jî, ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Li vir ji bo 10 cangoriyan merasîm hat lidarxistin.  Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wêneyên 29 şehîdan hatin hildan.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ebêd axivî û anî ziman ku bi vê sekna gelê xwe û hêza ewlekariya hundirîn wê bibin şervanên dijî komploya li ser gel tê meşandin. Hesen Ebêd got; “Em ê destkeftiyan biparêzin. Berxwedaniya vî gelê pîroz ku ji mirinê natirse îradeya xwe û hêza xwe ji şehîdan digire.”

Şewirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî destnîşan kir ku helwesta li Dêrîkê tê nîşandan encama şerê gelê şoreşgerî ye û wiha dom kir: “Ev hêz dagirkeriya Tirkiyeyê dihejîne. Em pişta xwe nadin tu hêzan. Hêza me ya herî mezin a gelê me û şervanên me ye.”

Endama Rêveberiya Giştî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dilêr Temo jî diyar kir ku wê tola rêhevalên xwe rakin û wiha axivî: “Ev êriş tu carî îradeya me naşkînin, berevajî wê hêza me xurtir dikin, têkoşîn û berxwedaniyê zêde dike. Di encama êrişê de 29 lehengên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihekî fedayî xebat didan meşandin. Li hemberî êrişên ser herêmê ev hevalên me xwedî helwest û bersiv bûn. Rojeke bi êş e, lê tolhildan erka me ye. Em vê jibîr nakin û em ê tolê rakin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên 10 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên Şehîd Xwînrêj Temê, Ednan Yusif, Silêman Enter û Muaz Eta li ser milên rêhevalên wan birin nava pakrawangeha Şehîd Xebat Dêrîk û spastin axê.

Cenazeyên Şehîd Ehmed Qemar El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezem Xidir Elgico, Mihemed Melê Ehmed Xalid jî, ji bo ku bispêrin axê ber bi Pakrawengeha Şehîd Uqab El Eswed a Til Koçerê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Ebdulwehad el Ehmed jî ber bi Pakrawengeha Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê ve hat oxirkirin.

Ji bo şehîdan wê sibe saet 10:00`an de li navenda Ciwanên Şoreşger a Dêrîkê konê sersaxivê bê vedan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar