Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator’

Hejmara meha kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê bi manşeta ‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator’ gihîşt ber destê xwendevanan

Navenda Nûçeyan

Hejmara meha kanûnê ya rojnameya Newaya Jin ku mehane weşana xwe dike, bi manşeta ‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator’ ku di 25’ê Mijdarê de ji aliye TJKE’yê ve wek kampanya hatibû destpêkirin, gihîşt ber deste xwendavanên xwe.

Kampanyaya ku darizandin û cezakirina serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan hate destpêkirin, ji aliyê Nîlay Egelî û Gulistan Çiya Îke ve hate nirxandin. Nivîskaran bi bîr xistin ku yekem car e, ji ber sûcên ku li dijî jinan kiriye daxwaza darizandina dîktatorekî tê kirin û destnîşan kirin ku yek ji armancên bingehîn ên kampanyayê ew e ku ‘femînîcîd’ weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin.

Nivîskar Dilzar Dîlok jî bal kişand ser mijarên kêrhatî yên ji bo jinan ên sala 2020’î û diyar kir ku li gel nebaşiyên mezin ên di sala 2020’î de qewimîn her wiha encamên bedew ên ku li dîroka berxwedanê bên nivîsandin, hatine bidestxistin.

Sîmten Coşar mijara kurtajê nirxand ku yek ji mijarên bingehîn ên rojevê ye. Ji bo vê jî destnîşan kir ku pêwîstî bi polîtîkayeke femînîstî heye.

Ji nivîskarên rojnameyê Zerya Gul têkildarî pêvajoya pêşketina dîrokî ya zayendîparêzî, nasname û xwezaya jinê rêzenivîseke lêkolînê amade kir.

Di rûpela jîneolojiyê de Rûken Aras ‘Atolyeyên Jîneolojiyê’ da nasandin. Li kategoriya aboriyê jî Çarçel Engîzek bal kişand ser keda azadîparêz a li dijî çerxa mêtingeriyê.

Hevseroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya li ser karên komeleyê nivîsî ku polîsan meha gulana 2020’î avêtibû ser, komele girtibû û gelek endamên wê jî binçav kiribûn.

Ji nivîskarên rojnameyê Bêrîtan Zagros bi gotara xwe ya bi navê ‘PDK vîna jinê nas nake’ bal kişand ser polîtîkayên PDK’ê yên li dijî jinê. Roza Metîna jî bi sernavê ‘Koletiya modern û parastina mafên mirovan’ nivîsî.

Di hejmara meha kanûnê ya rojnameya Newaya Jinê de bi lîstikvan, derhêner û şanoger Rûmet Beko re hevpeyvîn hate kirin.

Yek ji mijarên ku di hejmara nû de hate weşandin, hevpeyvîna Amara Dorşîn a bi dayikeke alman a şoreşger re ye.

Di rûpelên portreyê de portreyên sosyolog û nivîskara femînîst a awûstûryayî ‘Eva Marîa Cox’ hate nîşandan.

Nivîsa bîranînê ya têkildarî Madûra Ûrmiye jî ji aliyê Rûhal Yildiz ve hate nivîsandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar