Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

104 sal in ev birîn nakewe

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan li ser Qirkirina Ermeniyan axivî û wiha got: “Heta ku li ser vê xakê hevrûbûn lê nebe, birîna me nakewe.” Paylan destnîşan kir ku heta edaleta 104 salan bi cih neyê, dê polîtîkayên heyî yên li dijî kurdan û gelên din bidomin

Qirkirina Ermen ku berî 104 salan qewimî, yek ji mezintirîn komkujiyan e ku hîn jî Tirkiyeyê hesabê wê nedaye. Bi taybetî, nerazîbûna ji ber kuştina Hrant Dînk derkete holê, bû sedem ku nîqaşên li ser qirkirinê zêde bibin. Desthilata AKP’ê jî di çarçoveya ‘pêngava demokrasiyê’ de hewl da nîşan bide ku gavan diavêje lê di rastiyê de qirkirin tu carî qebûl nekir. Tirkiye tevî ku qirkirinê qebûl nake, welatên ku qirkirinê nas dikin şermezar dike. Lewma mijara Qirkirina Ermenan li xaka ku lê qewimiye hîn jî mîna birînekê ye ku xwîn jê tê.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ku ermenekî tirkiyeyî ye, ji ber ku par li ser Qirkirina Ermenan û Qanûna Koçberkirinê pêşnûme qanûnek pêşkêş kir, ji xala 301’ê fezleke li dijî wî hate amadekirin. Paylan qirkirina ku 104 sal in hesabê wê nehatiye dayin û polîtîkayên bi heman rengî yên îro didomin, ji ANF’ê re nirxand.

Gelê ermen 104 sal in li benda edaletê ye

Li ser Qirkirina Ermeniyan ku meha nîsanê weke pêşnûmeyekê pêşkêşî Senatoya DYA’yê hate kirin û helwesta Tirkiyeyê ya li dijî welatên ku qirkirinê nas dikin, Garo Paylan ev tişt anî ziman: “Sûcê qirkirinê li ser vê xakê hate kirin lê 104 sal in hîn hesabê wê nehatiye dayin. Gelê ermen 104 sal in li benda edaletê ye. Bêguman em vê edaletê ji Senatoya DYA ya jî ji Parlamenta Fransayê naxwazin. Bangên ji wir tên kirin an jî nerazîbûnên tên nîşandan ji bo me gelekî girîng in. Lê belê yekane cihê ku birîna me lê bikewe Tirkiye ye. Ev yek jî wê di wijdanê gelê Tirkiyeyê de, bi gava ku parlamento biavêje pêk were. Lê belê 104 sal in, tevî ku berê hin hewldan hatin kirin jî îradeya hevrûbûnê li aliyekî hatiye hiştin; li şûna hevrûbûnê ev hewldan tên nixumandin.”

Paylan di sala 2018’an de pêşnûme qanûnek pêşkêşî meclisê kir û xwest, mafên gelên ku di çarçoveya Qirkirina Ermenan de Qanûna Tehcîrê li wan hate ferzkirin, radestî wan bên kirin. Paylan diyar kir ku li ser vê yekê Wezareta Edaletê destûr daye ku ew ji xala 301’ê bê darizandin û wiha got: “Meseleya ermenan jî meseleya kurdan jî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ne. Ya rast, ev mesele bi demokrasiyê ve girêdayî ye. Dewleta ku hesabê sûcên beriya niha nade, sûcên ku piştî 104 salan dike dewama van sûcan e. Tacîz û heqareta ku berî çend rojan li Gebzeyê li dayikên me kirin, ji van gunehên wan e. Sûcên niha li kurdan, elewiyan û civaka Tirkiyeyê tê kirin, versiyona vî gunehê mezin e. Ya ku divê em bikin ew e; hem hesabê rabirdûyê bidin hem jî pêşî li nebaşiya niha tê kirin bigirin. Heta ku em hesabê rabirdûyê nebînin, em ê nikaribin îro çareser bikin. Ya girîng, vekirina wê rêya demokrasiyê ye. Me ev rê berî 10 salan hêdî hêdî vekiribû, bi taybetî bi têkoşîna Hrant Dînk û bangên edaletên yên piştî kuştina wî. Lê belê em careke din ketin serdemeke tarî. Tevî vê yekê jî ya girîng ew e ku em bikevin ser xeteke têkoşînê ji bo edaletê.”

Ya ku 104 sal berê qewimî û ya li Sûrê qewimî weke hev in

Garo Paylan destnîşan kir ku sûcê qirkirinê yê ku 104 sal berê hate kirin niha jî didome û komkujiyên li Sûr, Nisêbîn û Şirnexê mînak nîşan da. Paylan ev tişt got: “Dema ku mirov li rewşa demografîk a 104 sal berê ya Sûrê binerin, wê were dîtin ku zêdeyî nîvê navnda wê Ermen û Suryan bûn. Komkujiya ku 104 sal berê bi fermana Waliyê Amedê Talat Paşa ve hate kirin û komkujiya ku berî sê salan li Sûrê hate kirin weke hev in. Berî 104 salan ermenan daxwaza wekhevî, edalet, azadî û jiyana bi hev re dikin lê bersiv ji van daxwazan re nehate dayin û gelê ermen ê li wir ji holê hate rakirin. Gelê kurd demeke dirêj e têdikoşe û ev daxwazên wan jî ji aliyê sîstema heyî ve nayên bi cih anîn. Tevî vê yekê, li dijî gelê kurd polîtîkayeke mezin a tepisandin û komkujiyê bi cih tê anîn. Dema ku mirov bala xwe bidin ser polîtîkayên dewletê, dikarin bêjin ku dewama hev in. Sûc heta ku bê ceza bê hiştin, dubare dibe. Qirkirina Ermenan bê ceza maye û îro jî dubare dibe.” ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar