Navenda Nûçeyan
Li kampên di kontrola hêzên HSD’ê bi hezaran welatiyên Ewropî yên çeteyên DAIŞ’ê û zarokên wan hene. Ev kes bi derfetên kêm ên rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê li kampan dimînin, li gel ku gelek caran bang hat kirin lê welatên Ewropî ji bo ku welatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ’ê û zarokên wan şûnda bibin welatê xwe tiştekî nakin.
Yek ji van welatan jî Fransa ye. 200 zarok ên welatiyên Fransa li van kampan dijîn. Parlamenterê Fransî Pîerre Laurent û Senatorê Komunîst Pîerre Moral- A- L’Huîssîer bang li hikûmeta Fransî kir ku bi kêmanî zarokên çeteyan yên ku welatiyên Fransa ne bînin Fransa.
Wekîlan ji hikûmetê re name şandin, li gel ku dê û bavên wan kirine jî parlamenteran xwestin ku li ‘berjewendiya’ zarokên wan were fikirandin û hikûmet rexne kirin ji ber ku tevnagerin.
Meseleya anîna zarokên çeteyan li gelek welatên Ewropayê ji ber sedema ‘helwesta raya giştî’ li ser nayê sekinandin, heta niha Fransayê 35 zarokan şûn da biriye.