Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCK: Divê em Rêber Apo azad bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku azadiya Ocalan wezîfeya mirovahiyê ye û wiha got: “Divê em Rêber Apo azad bikin û bi vî rengî deynê xwe bidin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Bi ketina sala 24’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hemberî Rêber Apo pêk hatî, komplogeran hemûyan bi tundî şermezar dikin; şehîdên berxwedêr ên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dijî komployê pêşengî ji têkoşînê re kirin, di şexsê hevrê Halît Oral û Aynûr Artan de şehîdan hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Komploya li hember Rêber Apo hat kirin, ne tenê li ser PKK’ê û gelê kurd, her wiha li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn hat kirin. Bi vê komployê re di serî de xwestine têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bifetisînin. Li ser bingehê îdeolojiya rizgariya jinan a ku Rêber Apo ku 8’ê Adara 1998’an ragihand, xwestine pêşî li têkoşîna azadiya jinan bigirin. Gotina ‘xebata destanî ya ku piştî Rêber Apo dîl hat girtin nîvco’ ma, vê rastiyê îfade dike. Rêber Apo hê gava yekem diyar kiribû ku ev komplo bi qasî li dijî kurdan li dijî gelên Tirkiyeyê ye.

Rêber Apo dema ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd meşand, bê ka wê çawa nakokî û aloziyên siyasî û civakî yên li Rojhilata Navîn rû didan, bê derbaskirin, têkoşîn weke parçeyek pir girîng dinirxîne. Ji ber ku bi demokratîkbûna Rojhilata Navîn re, girêdana rast a bi pirsa kurd re baş dîtibû. Ji bo vê li dijî hişmendiya nijadperest û mezhebî ya gelên Rojhilata Navîn bi hev dixe, têkoşiya. Li ser bingehê xwişk-biratiya gel û baweriyan têkoşîna têkbirina bingehê şerê etnîkî û olî, bû yek ji xebatên wî yên herî bingehîn. Di van salan de bingeha çareseriya Neteweya Demokratîk danî holê.

Komploya Navneteweyî heman demê li dijî Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a Rêber Apo bû, ev proje xwe dispêre azadiya jinan a li ser bingeha xwişk-biratiya gelan. Ji ber ku li Rojhilateke Navîn a wiha dê lingê hevkaran bişikê, wê bandora hêza hegemonan lawaz bibe. Komplogerên Navneteweyî dema ku mudaxeleyên dorfireh ên li Rojhilata Navîn plan dikirin, xwestin ku hebûna tevgereke wiha ya azadîxwaz û demokratîk ji holê rakin. Hevparbûna armancên hêzên navneteweyî û hêzên qirker-mêtinger kir ku komployeke wiha bi xwe re bîne. Hêzên Komploger ên Navnetweyî yên bi serkêşiya DYE û NATO’yê, ji bo pêşî li hilweşîna dewleta tirk a ku dijminê demokrasî û azadiya li Rojhilata Navîn e bigire ku bi hilweşîna wê dê Tirkiyeyeke demokratîk biafire, ev komplo pêk anîn.

Yên ku li dijî vê komployê bi gotina ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi fedaî li dora Rêbertî bûn xelekek ji agir, hê ji roja yekem ve îlan kiribûn ku wê vê komployê pûç bikin. Rêber Apo ev şehîd bi bîr aniye, heta girêdayî bîranînên wan diyar kir ku têkoşîna pûçkirina komployê jî daye. Em, jin, ciwan û hemû gelên me, li ser fermana van şehîdan 23 sal in xwedî li Rêber Apo derdikevin û têkoşîna pûçkirina komployê bê navber didomînin.

Rêber Apo bi gotina komployên dîrokî nikare pêşiya pêşketinan bigire, heta bilez dike, her kêlî û her rojê li dijî komplogeran têkoşiya. Hemû şîfreyên çandî, siyasî, civakî û dîrokî yên komplogeran çareser kir, paradîgmayeke ku ji binî ve bingehên ku wan xwe spartinê ji holê rake, derxistiye holê. Bi dahûrandinên Îmrali yên di dîroka mirovahiyê de cihê herî mezin ê înziwayê ye, paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk a azadiya jinan ava kir, radestî gelan kir û bi vê yekê re hesabekî dîrokî ji komplogeran xwestiye. Astengiyên li pêşiya jiyana azad û demokratîk a mirovahiyê bi hemû zelaliyê raxistiye ber çavan, heta dawiyê pêşî li têkoşîna azadî û demokrasiyê vekiriye. Bi vê paradîgma û xeta teorîk a îdeolojîk re, dîroka jiyana azad û demokratîk nivîsandiye. Bi vê xetê re sîstemên mêtinger ên desthilat ên bi serweriya mêr gava yekem a dawiya wê hatiye û her roja çûye jî hê zêdetir nêzîkî dawî xwe bûye.

Rêber Apo di nava 23 salên dîlgirtî de rojekê jî gazin nekir û xwe neda paş. Ji bo têkoşîna azadiya gelan, mirovahî û jinan, jiyîn ji bo wî her demê bûye cihê moralê. Bi coş û kelecana ku sûdê hê zêdetir bide gelê kurd, jinan û mirovahiyê jiyaye. Rêber Apo di hucreya yek kesî de, 23 sal in, bi vê hest û seknê çawa jiyana xwe bi wate kiriye, wê demê em ên ku xwedî hê zêdetir derfet in, li her cihî bi heman moral, coş û kelecanê bi hemû hêza xwe tev li pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bibin.

Divê em di sala 24’an de faşîzm û tecrîdê bi dawî bikin, Rêber Apo û gelê kurd azad bikin. Azadiya Rêber Apo û gelê kurd heman demê di serî de tê wateya serketina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya di serî de Tirkiye gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar