Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Klîba nû ya li ser berxwedana gerîla: Lêxin lêxin

Li ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, stran û klîbeke nû hate amadekirin

Navenda Nûçeyan |

Li ser berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, stran û klîbeke nû hat amadekirin. Strana bi navê ‘Lêxin lêxin’ ji aliyê hunermendên Koma Botan a ser bi TEV-ÇAND a Rojava ve hat gotin.

Klîba stranê jî roja 9’ê gulanê hate weşandin. Strana ku gotinên wê ji aliyê Delîl Mîrsaz ve hate nivîsandin, ji aliyê Danîş Botan, Nisrîn Botan, Gulistan, Mizgîn, Silêman, Çîmen û Delîl Mîrsaz ve hate gotin.

Stran qala berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin.

Dewleta tirk ji 23’ê Nîsanê ve êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Gerîla jî li dijî dagirkeran dest bi ‘Pêngava Bazên Zagrosê’ kiribûn.

Hunermendên Koma Botan diyar kirin ku bi stran û klîbeke nû wan xwestine bibin bersiv ji êrîşan re.

Hunermend Danîş Botan wiha got: “Em bi hunera xwe bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên dijmin. Ji ber ku dijmin ji hunera me ditirse. Dixwaze hêza gel û gerîla lawaz bike. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin bi ser bikevin. Ji ber ku berxwedana lehengî dewam dike.”

Botan her wiha diyar kir ku dê klîbeke nû bi navê ‘Hêrsa Apoçiyan’ jî amade bikin û vê klîbê li gundê Dêrûna Axê bikişînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar