Li Cadeya Nukhet Coşkûn a Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê, polîsan zarokekê temenê wî 15-16 salî bû, serdevkî avêtin erdê û derp kirin. Polîsan dûre destê zarok paşve kelepçe kirin û xistin bin çavan. Welatiyên derdûrê bi telefonên xwe bûyer kişandin. Di dîmenan de, polîsan zarokekê devdevkî davêjin erdê, destê wî paşve kelepçe dikin û dûre bi xwe re dibin. AMED