Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

120 hunermend: Dem dema azadiya Ocalan e

120 hunermendan deklarasyoneke hevpar weşandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Navenda Nûçeyan |

Ji welatên cihê yên dinyayê 120 hunermendan deklarasyoneke hevpar weşandin û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Di nava wan de şair, aktor, aktirîst, muzîkjen, hilberîner, bestekar, derhênerên ji Îngilistan, DYE, Kanadayê jî hene. Ew dibêjin, ‘Abdullah Ocalan xizmeta serdema xwe kir û azadî heqê wî ye. Edî dem e ku azadiya wî lê bê vegerandin.’

Di nava kesên deklarasyon îmzekirî de şanoger û aktrîsta îngilîz Maxine Peake, hunermendê Galî Dafydd Iwan, komedyen Mark Thomas, stranbêj Brian Eno, nivîskar Jan Woolf, helbestkar Seamas Carraher, nivîskara şanoyê û derhêner Julia Pascal, nivîskar û şêwekara ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Janet Biehl, muzîkjen David Rovics, helbestkar Jack Hirschman, şêwekar Agneta Falk, aktor û muzîkjenê Îtalî Moni Ovadia jî di nava van 120 hunermendan de ne. Di deklarasyona hevpar de ew doza azadiya Ocalan dikin. Wan got; “Weke hunermendên afirîner em bawer dikin ku azadî tiştek e ku mutleq pêwîst e û em ber dikevin ka ji bo ruhê mirovî ew çi îfade dike. Azadî jiyanê xwedî dike û dike ku afirîneriya mirovî dewam bike. Azadî pîvaneke zindî ye ku temamê mirovahiyê bi hev ve girê dide. Çawa ku pêdiviya kulîlkekê bi ronahiya tavê heye, pêdiviya mirovahiyê jî bi azadiyê heye. Mandelkirina wê vemirandina ronahî û fetisandina jiyanê ye.”

Bû ilhama kurdan

Hunermendan di deklarasyonê de bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di dema dîlbûna xwe de jî ji bo kurdan bûye îlham û wiha dewam kir: “Wî îlham da gelek kurdan da ku jiyana xwe bi rûmet û rêzdariya ji hebûna xwe re dewam bikin. Ew bû mamosteyekî gelekî baş. Wî jinên û mêrên kurd teşwîq kirin da ku ji bo mafên xwe weke mirovên azad li ser pêyên xwe bisekinin.”

Hunermendan di dewama deklarasyonê de wiha gotin: “Ocalan derfeta hêviyê û azadiyê da kurdan. Têkoşîna siyasî ya hevçax a kurdan ronesanseke gelekî mezin afirand a ku di nava çand, huner, muzîk, wêje û sînemaya kurdî de gelek nimûneyên wê hene. Abdullah Ocalan li ser cihê çand û zimanî di jiyana kurdan de gelek tişt nivîsandin. Ew qebûl dike ku huner îfadeya nasnameya kurdan e û ji bo bipêşketina azadiyê jî ew lazim e. Huner û azadî ji bo rûmeta mirovî pir bi qedr û qîmet in. Weke hunermedan, em ber dikevin ka azadî ji bo rûmet û yekparebûna her ferdî çi qasî lazim e. Abdullah Ocalan xizmeta serdema xwe kir û azadî heqê wî ye. Wî bi awayekî aşkera îsbat kir ku ew serokekî biberpirsiyar ê miletê xwe ye û nîşan da ku mirov dikare bi soza wî baweriyê bîne. Edî dem e ku azadiya wî lê bê vegerandin.”

Hunermendên ku mohra xwe danîne binê deklarasyonê

Di nava îmzekeran de kampanyaya ‘Peace in Kurdistan’, rêxistina mafan a bi navê ‘Global Rights & Diritti Globali’ û Orkestraya Nādt ya muzîka dinyayê ya ji Îtalyayê jî hene.

Stranbêj û nivîskarê stranan ê Galî, Dafydd Iwan

Komedyenên siyasî, Mark Thomas

Dîrektora damezrêner a Exiled Writers Ink, Dr Jennifer Langer

Nivîskar David Morgan

Aktrîst Maxine Peake

Muzîsyen û bestekar, Brian Eno

Nivîskar Jan Woolf

Nivîskarê Îrlandî Seamas Carraher

Nivîskar James Kelman

Bestekarê Emerîkî Nathan Felix

Produktorê filman ê Emerîkî Blake Weaver;

Hunermendê Kanadayî Alix Davis

Nivîskara şanoyê Julia Pascal,

Nivîskar Rahila Gupta

Romannûs Diane Lanford

Nivîskar û aktrîst Penelope Dimond

nivîskar û helbestkar Greta Sykes

Nivîskar Doug Nicholls

Akademîsyen Thomas Jeffrey Miley

Muzîkjen Les Levidow

Muzîkjen û nivîskar Felix Padel

Nivîskar Steve Sweeney

Nivîskar û şêwekara Emerîkî Janet Biehl

Nivîskarê berhemên ji bo zarokan Leon Rosselson

Muzîkjenê Emerîkî David Rovics

Stranbêjê Emerîkî Dave Lippman

Hunermend Jagdeep Raina

Helbestkarê Skoçî Aonghas Macneacail

Nivîskar Sara Kermanian

Hunermenda têgehî û nivîskar Naomi Salaman

Hunermend Emily Johns

Nivîskara şanoyê Atiha Sen Gupta

Muzîkjen Tony Shephard

Derhêner Jonathan Chadwick

Muzîkjen Quincy Saul

Derhînerê Emerîkî Mehrnoosh Fetrat

Gîtarîstê Ingilîz Bri Talbot

Muzîkjenê Swêdî Mattias Johansson

Nivîskar Dr Camilla Power

Nivîskar Dr Chris Knight

Nivîskar Dirk Campbell

Helbestkarê Emerîkî Jack Hirschman

Helbestkar û şêwekara Emerîkî Agneta Falk

Komedyenê Îtalî Paolo Rossi

Aktor û muzîsyen Moni Ovadia

Muzîkjena Îtalî Simone Nola

Muzîkjenê Îtalî Lorenzo Napoletani

Muzîkjenê Îtalî Domenico Romano

Muzîkjenê Îtalî Marco Porcelluzzi

Muzîkjenê Îtalî Lorenzo Righetti

Muzîkjen Yado Uzun

Muzîkjena Îtalî Gionata Lazzari

Muzîkjenê Îtalî Vincenzo Amodeo

Muzîkjena Îtalî Sandra Graniti

Hunermendê Îtalî Dennis Ghiani

Muzîkjenê Îtalî Vincenzo Durante

Muzîkjenê Îtalî Valentino Roberto Pirino

Helbestkara Îtalî Anna Lombardo

Muzîkjenê Baskî Azibar Terreros Ulibarri

Muzîkjenê Kubayî Rafael Moran

Muzîkjenê Kantabriyayî José Ochoa

Muzîkjenê Katalan Raimon Molà

Muzîkjenê ji Şîliyê Victor Ignacio Moreno

Muzîkjenê Baskî Azibar Terreros Ulibarri

Muzîkjenê Baskî Sendoa Gomez Llanos

Muzîkjenê Baskî Andoni Gomez Llanos

Muzîkjenê Baskî David Espinazo (Bili)

Muzîkjenê Baskî Jon Gotzon Gurrutxaga Ugalde – Dj Bull

Muzîkjenê Baskî Mikel Hernandez Urrutia

Muzîkjenê Baskî Gorka Chamorro Azkona

Muzîkjenê Baskî Mikel Ugarte Azurmendi

Muzîkjenê Baskî Juan José Méndez Palo

Aktrîsta Baskî Sandra Martin Gomez

Dîzaynkera modeyê ya Spanî Sonia Pacho Luengos

Muzîkjenê Baskî Patxi Arteagabeitia Lezama

Muzîkjena Baskî Silvia Romero

Helbestkara Baskî Eloísa Otero Merino

Şêwekarê Baskî Juan Rafael Álvarez Martínez

Nivîskar û wênegira Baskî Yesica Garcia Alegre

Muzîkjenê Baskî David Valles Madariaga

Muzîkjenê Baskî Josu Jimeno Baez

Dansvanê Baskî Iker Etxebarria Iza

Dansvana Baskî Eztizen Sagastagoia Iztueta

Muzîkjenê Baskî Lander Otaola Solatxi

Hunermenda Îtalî Debra Werblud

Nivîskarê Skoçî Dougie Harrison

Muzîkjena Skoçî Sandy Watson

Nivîskarê xêzeromanan ê Skoçî Sean Michael Wilson

Hunermendê Îtalî Thomas Davidson

Helbestkarê Skoçî George Gunn

Nivîskarê Skoçî Gerry Loose

Nivîskarê Skoçî Henry Bell

Hunermendê Skoçî Michael Patrick Ennis

Hunermendê Awustralyayî Morag Williams

Derhêner û mîmar Malcolm Fraser

Romannûsê Skoçî Barry Graham

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar