KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Gerîla ji bo toldildana Zaxoyê lê da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku , “Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, têkoşîna xwe ya destanî ya ku bûye hêviya hemû gelên bindest didomîne. Hêzên me yên gerîla li ser navê wekheviya gelan ji bo tolhildana 9 mirovên bêguneh ên li Zaxo ji aliyê dewleta tirk a qirker ve hatin qetilkirin, rêze çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyên tîmên me yên bi tevger de; Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper, 1 dron û 1 pergalek a kameraya mobesse hatin rûxandin û wesayîtek zirxî hat derbkirin.

Tawanbarê şer artêşa tirk ku nikare berxwedana hêzên me bişkîne, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 11 caran bi balafirên şer, 33 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî çekên giran, obus û hawanan çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê, bombe kirin. Artêşa tirk a ku bi her cure teknîka şer û çekên qedexekirî yên kîmyewî êrîşî hevalên me yên li çeper û tunelan kir, tu encam negirt û vê carê jî bi wesayîtên zirxî û kepçeyan êrîşî çeperên berxwedanê kir. Lê artêşa tirk a dagirker çi teknîkê bikar bîne jî, wê tu carî nikaribe ruh û îradeya fedayî ya Apoyî bişkîne.”

Agahiyên der barê çalakî û êrîşên ku hatine kirin de wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 23’ê tîrmehê de 1 drona ku ji aliyê dagirkeran ve ji bo bomberdûmankirina çeperên şer ên li Şikefta Birîndara hatibû ji aliyê hêzên me ve hat xistin û hat rûxandin.

23’ê tîrmehê saet 06.00’an wesayîteke zirxî ya ku dixwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve biçe, ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sabotajê hat derbkirin.

23’ê tîrmehê saet 12:30’an de 1 pergala kameraya mobesse ya ku ji aliyê dagirkeran ve li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hatibû bicihkirin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat rûxandin.

23’ê tîrmehê saet 12:30’an de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hilweşînin, bi çekên giran hatin derbkirin. Wesayîta kepçeyê ku ji ber vê çalakiya hêzên me hat derbkirin, neçar ma ji çeperên şer dûr bikeve.

23’ê tîrmehê saet 19:30’î bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hat xistin û çeperek hat rûxandin.

24’ê tîrmehê di saet 05:30 û 06:00’an de hêzên me li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, dan. Di encama van çalakiyan de dagirkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş ya Cenga Xabûrê de;

Di 22’ê tîrmehê saet 21:40’an de helîkopterên êrîşê yên xwestin Herêmên Berxwedanê ya Girê Amediyê bombebaran bikin, hatin hedefgirtin. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Di 22’ê tîrmehê saet 22:40’an de helîkopterên Skorsky ên ku dixwestin li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê leşker bi cih bikin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin derbkirin û ev helîkopter beriya ku dakevin neçar man ji qadê derkevin.

Roja 23’ê tîrmehê saet 12:40 û 17:15’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê derb li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, xist.

Di 23’ê tîrmehê saet 19:05’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hat cezakirin.

Di 23’ê tîrmehê saet 23:40’an de, qereqola Kanî Masî ya artêşa TC a dagirker a li Metîna ji aliyê tîmên me yên bi tevger yên YJA Starê ve hatiye hedefgirtin. Di vê çalakiyê de çepera ku hatibû hedefgirtin hat rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kirî;

Di 23’ê tîrmehê de çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, tank, helîkopter û balafirên şer pêk anî;

Di 23’ê tîrmehê de li ser Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hekkarî, Saca û Şikefta Birîndara tevgera balafirên keşfê hat dîtin.

Di 23’ê tîrmehê de qadên Gundê Sêdarê, Gundê Mêranê û Kanîsarkê yên Garê û Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Saca, Sîda û Girê Cûdî 11 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin.

Di 22 û 23’ê tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediye, Girê Cûdî, Karker û Kurojahro 33 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 23’ê tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hakkarî bi dehan caran bi çekên giran, obus û hawanan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar