Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan aşkera kir

HPG’ê nasnameya gerîla Ciwana û Amara aşkera kir, ku 17’ê Îlonê li Heftanînê şehîd bûn û got, “Bûn şopdarên xeta fedaîtiyê ya bi pêşengiya Bêrîtan û Zîlan destpê kir. Wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi serketî bi cih anîn.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Di 17’ê îlona 2022’yan de di operasyona artêşa tirk a dagirker de ya li qadên Şehîd Kendal û Keşanê yên Heftanînê, hevrêyên me Ciwana û Amara li ber hêzên dijmin rabûn û derbên giran li djimin xistin. Di encama derbên giran ên hevrêyên me Ciwana û Amara de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek birîndar bûn. Di şerê giran de hevrêyên me birîndar bûn û ji bo nekevin destê dijmin bi helwesteke fedaî ya ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de nîşan dan, bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û şehîd bûn. Hevrêyên me Ciwana û Amara weke şopdarên xeta fedaîtiyê ya bi pêşengiya Bêrîtan û Zîlan hate destpêkirin, wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi serketî bi cih anîn. Ev hevrêyên me weke milîtanên herî hêja yên Têkoşîna Azadiyê ya Jinê derbasî nava dîroka azadiyê ya jinê bûn. Şehadeta van hevrêyên me yên hêja bû ferman ji me re ku têkoşînê mezintir bikin, di îdeolojiya rizgariya jinê de kûrtir bibin û jiyana azad ava bikin. Bi vê têgihiştinê di şexsê fermandarên xwe yên fedaî hevrêyên me Ciwana û Amara de şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin û soz didin ku hêjayî wan bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha:

Nasnav. Ciwana Cûdî
Nav paşnav: Fatma Erener
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Seyran-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2022 / Heftanîn
Nasnav: Amara Cûdî
Nav paşnav: Zeynep Gunden
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Safiye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê:
17’ê Îlona 2022 / Heftanîn
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar