Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ji gelek aliyan bertek hatin nîşandan

Balafirên şer ên dewleta tirk di seatên şevê de gelek bajarên wek Kobanê, Qendîl, Dêrik, Şehba û herî dawî jî Girê Spî bombebaran kir. Li dijî van êrîşan ji siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran bertek hatin nîşandan.

Îşev dewleta tirk di destpêkê de li Kobanê ya ku dikeve rojavayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; gundê Belûniyê yê girêdayî Şehbayê ya ku dikeve başûrê rojavayê Kobanê û bi balafirên şer gundê Teqil Beqil ê nêzê Qereçox a girêdayî Dêrikê ya li rojhilatê Herêma Xweser bombebaran kir. Dewleta tirk êrîşê ambara genim Dehir Ereb a li bakurê rojhilatê Zirganê kir.

Piştî êrîşê hat hînbûn ku li gundê Qizêlî yê Girê Spî, mirî û birîndar hene. Dema ku xelqê Dêrikê xwest here alîkariya kesên birîndar êrîşa duyem li ser Teqil Beqilê pêk hat. Li gor nûçeyên ku tên parvekirin, balafirên şer ên dewleta tirk Qendîl û Çiyayê Asosê jî bi dijwarî bombebaran kirin

Der barê êrîşan de hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed, endama Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsîf û hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Her wiha ji Iraqê jî nerazîbûnên dijî êrîşên Tirkiyeyê zêde dibin.

Mezlûm Ebdî: Bila gel li mala xwe bimîne

Piştî bûyer qewimî fermandarê giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî bi hesabê xwe yê medya dijîtal de got ku: “Heke şer dest pê bike dê bi bajarên ku tên bombekirin re sînordar nemîne. Sûda bombeyên ku li heremên bi ewle dibarînin ji tu kesê re tune. Em tika dikin ku gel li malên xwe bimîne.”

Rûken Ehmed: Hewl dide xitimîna xwe ya li hundir bi van êrîşan derbas bike

Hevseroka Giştî ya TEV-DEM’ê Rûken Ehmed têkildarî bombebarana dewleta tirk ji ANF’ê re axivî û got ku dewleta tirk hewl dide xitimîna xwe ya li hundir bi van êrîşan derbas bike û veşêre. Ehmed, diyar kir ku dewleta tirk ji bo ku di hilbijartina pêş de encamekê bi dest bixe serî li êrîşeke wiha da û dixwaze sedsaleke din jî bi civakê bide windakirin.

Bi domdarî Ehmed wiha bang li gel kir: “Dewleta tirk tengijî ye. Ji ber ku gelê kurd tevî dostên xwe li qadan in. Ji bo ku van êrîşan vala derxînin, divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Divê civaka me bizane ku dibe sibe dereng be. Li şûna ku ji ber bombebaranan koçber bibe, divê gelê me dakeve qadan û van êrîşên dewleta tirk bide sekinandin.”

Foza Yûsif: Em ê tolê hilînin û serî netewînin

Endama Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî. Yûsif bertekên tund nîşanî êrîşan da û wiha got: “Bila tevahiya cîhanê baş pê bizane ku em ê serî li hemberî van êrîşan netewînin û xwe biparêzin. Em ê teqez tola şehîd û birîndarên xwe hilînin. Dewleta tirk li pêş çavên hemû hêzên cîhanê bi hovane êrîşî xaka me dike û em van êrîşan şermezar dikin. Em bêdengiya hêzên navdewletî jî şermezar dikin. Ev êrîş, parçeyeke polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê me ye. Dewleta tirk dixwaze herêmê vala bike. Lewma divê gelê me li dijî vê polîtîkaya tunekirinê xwedî helwest be û xwedî li nirxên xwe derbikeve.”

Salih Muslim: Ji bilî parastinê tu rêyeke din tuneye

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim jî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê axivî. Muslim, destnîşan kir ku faşîzma dewleta tirk li ber mirinê ye û wiha domand: “Êrîş rê li ber texrîbatan vedikin û ev jî nîşaneya bêçaretiya wê ye. Komploya wan a Stenbolê negirt. Tu tişta ku dixwest pêk nehat. Lewma hewl didin kurdan bi van êrîşan bitirsînin û mîna DAIŞ’ê terorê bikin. Gelê kurd polîtîkayên wan baş fêm kiriye. Gelê kurd gund û bajarên xwe vala nake. Ya ku ji me tê xwestin, parastina çar parçeyên Kurdistanê ye. Lewma jî di çarçoveya parastina rewa de ji destê me çi tê divê em bikin. Ji bilî parastinê, tu rêyeke din li ber kurdan nîne. Divê hemû gelên cîhanê li dijî van êrîşên hovane yên dewleta tirk dengê xwe derxînin. Faşîzma tirk ji bo her kesî xetere ye. Divê hêzên kurdistanî piştevaniya hev bikin û xwe bi hev re biparêzin.”

Muhend Xezracî: Ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyeyê piştgiriyeke xurt li parlamentoyê heye

Parlamenerê Iraqê Muhend Xezracî derbarê êrişên dewleta tirk a dagirker destnîşankir ku operasyonên leşkerî yên dewleta tirk ji bo vegera li dîrokê û dagirkirina hinek parêzgehên Iraqê ye. Muhend di dewamê de got; “Niha ji bo rawestandina Tirkiye ya ber bi xaka Iraqê ve, piştgiriyek giştî ya xurt ji bo hikumet nû ya Iraqê heye. Mistefa Kazimî bibû sedema şikandina rumet û serweriya dewletê ya bi rêya biryarên di dema xwe de dayî.”

Heyder Selamî: Pêwîste hikûmet bi derxistina balyozê tirk bersivek bide

Endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Heyder Selamî jî derbarê heman mijarê de axivî. Heyder Selamî ragihand ku helwesta hikûmetê ya li hemberî bombebaranên dewleta tirk ya li ser Herêma Kurdistan lewaze û got; “Hêvîdarim liv û tevgerek bihêz, pêngavên mezin û zelal ji bo dosyaya bombebaranên Tirkiyeyê werin avêtin da ku em hemû bizanin xwîna Iraq bi nirxe. Divê demê de pêwîste hikûmet bi derxistina balyozê tirk û vekişandina berpirsê kar û barê Iraqê ji Enqereyê, bersivek bide.”

Musab Hemîdawî: Ji bo çekên kîmyewî pêwiste serî li NY’ê bidin

Şîrokarê siyasî yê Iraqî Musab Hemîdawî jî got; “Ji bo nerazîbûna êrîşên kîmyawî yên dewleta tirk a li ser xaka Iraqê, serlêdana ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, pêwîstiyeke. Eger hikûmet cidî be, çi bi rêya leşkerî be jî çareseriyek ji bo rawestandina van binpêkirinan şerte. Pêwîste Iraq, welatên Rojava derbarê êrîşên Tirkiyeyê de bixe nava liv û tevgerê.”

Muntezer Nasir: Ji bo Iraq li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê bibe yek, firsetek dîrokî heye

Rojnamevanê Iraqî Muntezer Nasir jî derbarê êrişên dewleta tirk de wiha axivî. “Dewleta tirk li hemberî bêdengiya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sînoran dagir dike û baregehên leşkerî dide avakirin.”

Nasir destnîşankir ku ji ber vê jî operasyon hîn jî dewam dikin û wiha pêde çû; “Niha ji bo Iraq li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê bibe yek, firsetek dîrokî heye. Dikare bi rêya lihevkirinên navnetewî dijî êrişên Tirkiye yên ser xaka Iraqê bikeve nava liv û tevgerê. Birêya alîkariya Rêxistina Alîkarî ya Îslamî û Komkara Erebî dikare vê bike. Dikare bi rêya boykota bazirganiyan jî terbîran bigre û zextê li welatên dost bike daku dijî êrîşan xwedî helwest bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar