Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku gelemperiya şêniyê wê kurd in, avahiyekî 5 qat hilweşiya. Li gorî nûçeya ANHA’yê; avahî şevê din hilweşiya û heta niha herî kêm 10 kes ji bin kavilên avahî hatine derxistin. Ji kesên bin kavilan hatine derxistin 12’an jê jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar in.
Hat zanîn ku ji welatiyên rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir rewşa 2’yan jê giran e.
Hat zanîn ku 7 malbat li avahiya hilweşiyayî dijiyan û hêj hinek kes di bin xerabeyên avahî de ne. Xebatên lêgerînê berdewam in.