Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî erdheja li Kurdistanê piştî 34 saetan derket pêşberî kamerayan. Erdogan ku geşedanên têkildarî erdhejê li Navenda Koordînasyona Agahiyên Erdhejê dişopîne, bîlançoya dawî eşkere kir.
Erdogan got ku heta niha 3 hezar û 549 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 22 hezar û 168 kes jî birîndar bûne.
Erdogan, got ku ji bo Mereş, Semsûr, Edene, Riha, Hatay, Amed, Dîlok, Osmaniye, Meletî û Xarpetê biryara Rewşa Awarte (OHAL) hatiye dayîn.