Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

12’yê Adarê bingeha 15’ê Adarê bû

Adar destpêka nû ya ji bo hemû xwezayê ye. Ji bo gelê kurd bi taybet jî destpêka gavên nû, xebatên nû û tevgerên germ û zêde ye. Bihar e, adar e, cejn e, şahiye û serhildan e.

Dema em ji dîroka dûr de tên, kurd, adar û Newroz nasnameya Kurdistanê ye. Welatên derûdorê jî vê yekê nas dikin û agirê kurdan dibînin. Agirê ku dawî li zilmê aniye, dawî li desthilat û zaliman aniye. Agirê ku milet bi hev re kirine yek. Serkêş kurd bin, ên ku li dorê xwe dane hev gelek milet in. Her miletê ku zilm dîtin û rêya xilasiyê agirê Kawayê Hesinkar pejirandin, ew bi germa biharê germ bûn, dorê civiyan û dawî li seqemê anîn.

Yek ji van rojên ku ji bo kurdan pêvajoyekî nû bû, 12’ê Adara 2004’an bû. Ango serhildana 12’ê Adarê ya li Qamişloyê dest pê kir. Ev serhildan çiqasî bi êş tê ziman û şehîdên wê tên bîranîn, li aliyê din bi coşa destpêka çirûskeke nû ya şoreşê jî tê pîrozkirin.

Dema em werin ser êrîşa plankirî ku li ser ciwanên kurd ên li stadyuma 12’ê Adarê li Qamişloyê tev li maçê bûn pêk hat, em gelek aliyên wê dibînin. Wê demê pêla şoveniya Baasê hatibû asteke welê ku çavsor bûbû û wekî gayê ku paçê sor bibîne êrîşî kurdan dikir û xwe li kurdan sor kiribûn. Dema em bala xwe bidin vê dîrokê û dîsa li kesên hatine bikar anîn em vê dikarin bibînin. Rêjîma Sûriyeyê, xelkê Dêra Zorê ku tu carî ew rejîma Baasê wekî ku hebû qebûl nedikir û nedihat rêya wê dixwest bixe nava şerekî bi kurdan re û li ser pêla şovenîzmê dilîst. Her wiha bi sorkirina beşek ji xelkê Dêra Zorê ku ji xwe re digotin Sedamî û piştî êrîşa li ser Iraqê û girtina Sedam Hisên, rêjîma Baasê mijara ku destê kurdan li Iraqê di xistina desthilata Sedam de heye, kîn di dilê wan de diçandin û zêde dikir. Em rola rejîma tirk û hevkariya wê di qirkirina kurdan de li parçeyên din jî ji bîr nekin. Her dema ku kurd li parçeyekî rastî êrîş û komkujiyan hatibin, sedî sed destê dewleta tirk tê de heye.

Serokê rejîma Baasê ya Sûriyeyê Beşar El-Esed cara yekê di çileya 2004’an de serdana Tirkiyeyê kir û ji vê serdanê re gotin serdana dîrokî. Beşar El-Esed ê dûrî hemû rêgezên siyasetê, weke bavê xwe serokê berê Hafiz El-Esed rastiya dewleta tirk a çav lê bû Sûriyeyê bi awayekî dagir bike nizanî bû û digot; vaye ez dikarim dostaniyê bi pêş bixim. Piştî serdana xwe ya yekem bi 2 heyvan jî bi kuştina kurdan re xwest mesajê bide dewleta tirk ku vaye em dikarin dostaniya xwe li ser kuştina kurdan ava bikin û di vê mijarê de em jî hevkariya we qebûl dikin. Dibe ku di serdana Esed a çileya 2004’an de dewleta tirk jê xwestibe ku êrîşeke bi vî awayî li ser kurdan pêk bîne û ew jî bibe erbûna danûstandinên xweştir di nava dû dagirkerên li ser Kurdistanê de. Li aliyê din xwestin ku kurdan li Rojava çavtirsandî bikin da ku li kurdên başûrê Kurdistanê nenêrin û nefikirin ew serî rakin û bibin xwedî maf û statuya xwerêvebirinê.

12’ê Adarê; weke me li jorê jî anî ziman, dû aliyê wê hebûn. Yek baş û yek jî ne baş; yek ku dijminê kurdan xwest çavê kurdan bitirsînin û nehêle bi serhildaneke bo pêkanîna statuyekî xwerêvebirinê bifikirin. Ya din jî ji bo kurdan tecrûbeyeke pir xurt û girîng bû ku di pêvajoya 15’ê Adara 2011’an a destpêka çirûska serhildanên li Sûriyeyê bû, bi zanebûn tev lê bibin û her tiştî bi xwînsarî, baldarî û bi zanebûn bikin. Bo ku nebin qurbana siyaseteke ku dibe dagirkeran dîsa bi xwe plan kiribe, kurdan tune bikin. Her çiqasî hineke serlot germ bûbûn û xwestin kurdan bixin nava şerê ku tu sûda wan tê de tune jî, lê negihiştin encamê. Di dawiyê de kurdan encam derxist û şoreşa xwe ava kirin. Îro jî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelên lê dijîn şoreş e û ji yên derûdorê re jî bilî dagirkerên Kurdistanê mînak e.

Nûçeyên Têkildar