Elî Ehmed Qeyere xelkê bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê ye û nêzî 9 sal e hatiye başûrê Kurdistanê û nêzî salekê ye li Silêmaniyê karkeriyê dike. Elî Ehmed roja 15’ê tîrmehê navbera saet 07.00- 07.30’an de winda bûye û telefona wî girtiye. Elî Ehmed endamê Komeleya Karkerên Mezoptamyayê ye.
Aqûbeta Elî Ehmed hîn jî nayê zanîn. Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş da zanîn ku wan asayîşa Silêmaniyê agadar kirine û got ku heya niha sedemek derbarê windabûna Elî Ehmed de nehatiye zanîn û dîtin. SILÊMANÎ