Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şehîdên çapemeniya YJA Starê hatin bîranîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta kadroyên pêşeng ên çapemeniya HPG û YJA Starê daxuyaniyek bi vî rengî da

“Milîtanên fedaî yên kevneşopiya çapemeniya azad, kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê û Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema bi erka xwe radibûn, di 12 û 19’ê Îlona 2022’an de di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza, ji Mazlûm Dogan heta Gûrbetellî Ersoz, ji Xelîl Dag heta Arjîn Amed, Hindistan Penaber, Alî Kanîroj, Amara Ronahî, Jiyan Amargî û Şaristan Asmînan bûn nûnerê vê demê yên kevneşopiya çapemeniya azad a li ser xeta azadiyê. Ji bo têkoşîna azadiyê ya li ser xeta fedaîtiyê li çiyayên Kurdistanê tê meşandin û şehîdên me yên ezîz ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihînin, li gel nebûna derfetan û bi zor û zehmetî, lê bi daxwazeke mezin û kedeke bilind wezîfeya xwe bi cih anîn. Hevrêyên me yên bijarte ku bi xwe jî milîtanên fedaî yên Apoyî bûn, bûn dengê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û di vê oxirê de têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bûn dengvedana kevneşopiya me ya çapemeniya azad il çiyê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Koçerîn Rojîn
Nav paşnav: Leyla Tûrgût
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Şîrîn-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Avrîn Mahsûm
Nav paşnav: Bêrîvan Mûstafa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Fethiye-Recep
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Axîn Amûdê
Nav paşnav: Dilsoz Hebîb
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Newroz-Kamûran
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Roza Rênas Amed
Nav paşnav: Songul Tarinci
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rahîme-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar