Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Alagaş: Em ê neheqiyan bi xurtî ragihînin

Rojnameger Safiye Alagaş a ku ev salek e di girtîgehê de ye û 2 roj berê hat berdan got, “Em ê neheqiyên li vê herêmê bi xurtî ragihînin. Em ê bibin dengê rojnameger, jin, zarok û xwezayê. Ger ku em bibin dengek xurt dê civak jî xurt bibe.”

Yekemîn danişîna doza derbarê Midûra Karên Nivîsê ya JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatibû girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê,  di 15’ê hezîranê de hat dîtin. Dadgehê biryara tehliyeya Safiye da û danişîn taloq kir. Safiye ya ku salek ji girtîgeha ku lê mabû hat berdan û bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad.
‘Berê jî li hemberî çapemeniyê zext hebûn’
Safiye, destnîşan kir ku li hemberî rojnamegeran zextek pir tund heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Zext û operasyonên ku li hemberî rojnamegeran pêk hatî bi me dest pê nekir, Li hemberî rojnamegerên kurd bi salan e zext û zordarî heye. Tehdît, qetilkirin, sirgun, zext, astengkirina kar, girtina sazî û dezgehan û desteserkirina amûran, bi salan e didome. Li Tirkiyeyê ne tenê li hemberî çapemeniya kurd, li hemberî çapemeniya muxalîf jî zext û zordarî heye. Medyaya alîgir niha dibin banê îktîdarê de dixebite û medyayeke îtîatkar e. Mirov dikare bêje ku li Tirkiyeyê medya bûye du parçe. Berê li qadê her kes dizanî dê weşanek çawa bike û cudakarî nedikir. Bi hev re dixebitin û bi hev re tevdigeriyan. Ruhê piştevaniyê belavî navendan jî dibû. Lê belê niha li qadê heman piştevanî nîne. Ji ber ku êdî fikr û ramanên cuda nayên li cem hev.”
‘Ji navçeyek din dozger anîn’ 
Safiye wiha bal kişand ser armanca binçavkirin û girtinan: “Digotin divê hûn bêdeng bibin û rastiyan nebêjin. Ji ber ku beriya girtina me pêvajoyeke cidî hebû û li hemberî kurdan operasyon hebûn. Li Şirnex û Colemêrgê qirkirina daran hebû û di heman cihê operasyonên leşkerî hebûn. Me jî wan tiştan teşhîr kir. Ev tişt bû sedema aciziya wan û li hemberî Çapemeniya Azad a Kurd operasyonek dan destpêkirin. Ez dixwazim vê tiştî bi taybetî bêjîm; binçavkirina me bi talîmata taybet a Suleyman Soylu pêk hat. Li Edliya Amedê dozger tunebû ku dosyayên me binêre. Kesek nedixwest dosyayê binêre. Ji ber ku dosya wisa mezin kirin ku dozger û hiqûqnas jî dizanin naveroka dosyayan valane. Çûn li navçeyek din dozger anîn û ev dozger biryara girtinê da. Ev dozger piştre hat terfîkirin. Dozger pêşî got propaganda û piştre jî kir endamtiya rêxistinê û şûnde biryara girtinê da. Dema mirov lê dinêre mirov dibîne ku bêhiqûqiyeke çawa mezin li holê ye.”
‘Bêdengî hevkarî ye’ 
Safiye, destnîşan kir ku îdîaname ji 400 rûpelan pêk dihat û hemû jî ji nûçeyan pêk dihatin û wiha bi lêv kir: “Nûçeyên ku hatine weşandin, arşîvên nûçeyan, weşanêndin ên ku ji ajansa me nûçe girtine di dosyayê de hatibûn bicihkirin. Bi taybetî jî nûçeyên derbarê tecrîdê di dosyayê de hatibûn bicihkirin. Diyarbû ku ji nûçeyên derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aciz bûn. Nivîsandina me ya tecrîdê jî dibû sedema ‘endamtiya rêxistinê’. Lê belê rojnamegerî nivîsandina tişta ku nayê cesaretkirin e. Nûçeya Halîse Aksoy jî wek sûc hat dîtin. Zilma herî mezin a ku li hemberî dayikek pêk hatî jî şandina hestiyan a bi kargoyê ye. Gelo kî vî tiştî nivîsand? Medyaya Kurd nivîsand. Li ser vê erdnegariyê heqaretê rumeta mirovahiyê tê kirin û ev tişt zilma herî mezin e. Hek tu vê zilmê nenivîsî tu ji dibî hevkarê zilmê. Bêdengî hevkarî ye. Gelek mînakên bi vî rengî di dosyayê de hene. Di dosyayê de manîpulasyonek mezin hebû. Tiştên ku me nivîsî hemû rast in û şênber in.”
‘Heqîqet nayê veşartin’ 
Safiye, daxuyand ku dixwazin rastiyan veşerin û wiha axivî: “Piştî operasyonê jî hevalên me karê xwe berdewam kirin. Li hemberî vê yekê carek din operasyonek din pêk anîn. Xwestin serê rojnamegeran bitewînin, ji xwe ne cara yekem bû. Paşerojeke xurt a çapemeniya kurd heye. Di her şert û mercan de berxwe dide û nivîsandina xwe berdewam dike. Pênûsa rojnamegeran li erdê namîne û li ser vê erdnegariyê ji ber ku kurd tiştek nenivîsandin gelek tişt jiyan. Gelek tişt hene ku nehatine nivîsin û ev tişt di dilê zarokatiya me de man. Rojnamegerên ku niha dixwebitin ji salên 80 û 90’î ve rojnamegeriyê dikin. Ev rojnameger şahidiya wan salan kirine. Hîn dem ji ber ku derfet tunebû nehatine nivîsin. Em niha naxwazin heman tiştî zarokên hina bijîn. Em dixwazin dengê herkesî bê bihistin. Ez bawer dikim ku em nekin jî dê kesên ku bikin hene, ji ber ku heqîqet nayê veşartin.”
‘Şopandina 24 saetan’ 
Safiye, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser Girtîgeha Jinan a Amedê: “Li hindûr şert û merc gelek giran e. Li cihê jiyana me kamera hatin bicihkirin. Li vê derê mafê girtiyan tê binpêkirin, lê kesek agahdar nîne. Li girtîgehê îzolasyoneke mezin heye û tecrîdek heye. Lê raya giştî ne agahdar e. Tu nikarî sporê bikî, nikarî hevalên xwe yên girtî bibîni, tenê du kurs ev jî bi israra me hatin vekirin. Ev kurs jî tenê tu dikarî bi hevala xwe ya koguşê re biçî. Dema tu korîdoran re derbas dibû tu nikarî hevalên din re têkiliyê daynî. Di odeyan de kamera hene. Ev kamera bi serê xwe me taciz dike. Wezareta Edaletê 24 saeta wan odeyan dişopîne. Ev bi serê xwe şîdet û tacîza derûniyê ye. Sedema danîna kamerayan jî şîdeta di navbera girtiyan tê nîşandan. Lê belê tiştek wisa nîne. Ji ber ku koguşên me yên siyasî ne. Pirsgirêka din a herî mezin jî nexweşxanê ye. Tu nikarî biçî û dema tu biçî jî bi kelepçeyan diçî. Hevalek me qeyrana dil derbas kir lê ambulans piştî 40 dk şûnde hat. Dibe ku ev hevala me jiyana xwe ji dest bida. Ez bang li tevahiya parêzvanên mafên mirovan dikim ku li girtîgehan derbarê binpêkirina mafan de lêkolînan bikin. Bi taybetî jî ji bo Girtîgeha Jinan a Amedê. Divê ji bo lêkolînê jî israr bikin.”
‘Rojnameger neynika civakê ye’ 
Safiye, da zanîn ku dê rojnamegeriyê bidomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema min dest bi pîşeya xwe kir ez pir bi heyecan bûm û ez niha jî heman heyecanê dijîm. Ji bo ez pîşeya xwe nekim gelek caran hatim binçavkirin û girtin. Heke tu li Tirkiyeyê karê xwe dikî ne alîgirbi tuyî bê binçavkirin û girtin. Lê divê bê zanîn ku em ê bêtir bi hêz bixebitin û dengê xwe derxin. Em ê neheqiyên ku li ser vê erdnegariyê tê jiyîn bi xurtî ragîhînin. Em ê bibin dengê rojnameger, jin, zarok û xwezayê. Heke em bibin dengek civak jî dê bi hêz be. Rojnameger neynika civakê ye. Me carek din dît ku ajansa nûçeyan a jinan çend girîng e. Bi hêz, bawerî û bi ruhê têkoşînê em ê berdewam bikin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar