Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

​​​​​​​Konferansa 2’yemîn a HPC-Jin hat lidarxistin

Hêzên Parastina Civakî ya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja înê konferansa xwe ya duyemîn bi beşdarbûna nûnerên YPJ’ê, desteyên jinan ên Rêveberiya Xweser hezar û 600 nûnerên HPC-JIN’ê li dar xist. Konferansa bi dirûşma “Bi rihê fedaî yê Hediye, Yusra û Jiyanan em ê şerê gel ê şoreşgerî bikin, tecrîdê bişikînin û serkeftinê mîsoger bikin” li Hola Serdem a bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê endama Fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn ve hat kirin. Rohilat Efrîn di desptêkê de şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr anîn û anî ziman ku destpêka çirûska şoreşê, HPC-Jin hêza bingehîn a parastinê bû ku mohra xwe li vê şoreşê da.

Rohilat got: “Em keçên dayikên di oxira parastina herêmê û xakê de şehîd bûne, em ê şopdarên xeta wan bin heta ku armanc û xeyalên wan bi cih bînin.”

Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jin û xweparastinê de hatin xwendin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed jî axivî, tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anîn û wiha got: “Ew hevalên ku wêneyên wan li pişt me hatine daliqandin, ji bo vê xakê û destkefiyên wê şehîd bûne. Heval baş dizanin ku di sala 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarê Efrînê kir. Hevala Fatima û dayika Hogir ku endamên HPC’ê bûn ji bo rêgirtina li ber van êrişan şehîd bûn.”

Rûken Ehmed anî ziman ku ji bo têkbirina êrişên li ser herêmê divê her kes xwedî li şoreşê, heqîqeta şehîdan û destkeftiyan derkeve.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî lidarxistina konferansê pîroz kir û wiha dom da axaftina xwe: “Em di pêvajoyeke zehmet û hestiyar re derbas dibin. Dijmin bi hemû rêbazan hewl dide me têk bibe, tecîrda li ser Rêber Ocalan giran dike û êrişên xwe li ser me didomîne. Ji bo vê yekê divê em wekî şoreşger xwe bi rêxistin bikin da ku tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişikînin û herêmê xwe biparêzin.”

Piştî axaftinan rapora rewşa rêxistinî û rapora xebatên du salên borî yên HPC-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate xwendin û sînevîzyonek li ser xebatên HPC-Jin hat pêşandan.  Paşê jî rêziknameya HPC-Jin hat xwendin û nîqaş li ser çêbû.

Konferans bi biryarên têkildarî girîngiya parastina cewherî ji bo jinan, bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar