Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Zuberyir Aydar: Gotinên Ewnî cihê şermê ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar nerazîbûn nîşanî rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî da ku rêveberên PKK'ê kir hedefa dewleta tirk. Aydar ji bo gotinên Ewnî got, "Cihê şermê ye."

Endamê Desteya Rêveber a PDK’ê Elî Ewnî ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê rewa nîşan da, hîn bêhtir zêdegavî kir çû û xwest rêveberên PKK’ê bên hedefgirtin. Ewnî, di daxuyaniya xwe de cih nîşan da û destnîşan kir ku çima balafirên bêmirov ên tirk rêveberên PKK’ê hedef negirtine.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ji ANF’ê re axivî û wiha nerazîbûna xwe vegot, “Bi rastî dema mirov li wî guhdarî dike, ne kurd e, dijmin e; Mîna ku mirov li kesê ku her tiştê xwe firotibe dijmin, guhdarî dike. Dema di vê pêvajoyê de, mirov kesek mîna vî ewqas ji rastiya xwe dûr, ji rastiya welat dûr, ewqas bang li dijmin dike û pesna wan dide dibîne, mirov şerm dike.”

Aydar ev pirs kirin: “Kê Tirkiye anî başûrê Kurdistanê? Her kes vê dibîne; kê anî? Yê ku ji sala 1992’yan û vir ve bi dewleta tirk re hevkarî û îxanet kir, pêşengî ji tangên wan re kir û êrîşî hêzên azadiya Kurdistanê kir, kê bû? Kê alîkariya wan kir ku zêdetirî 100 baregehan li başûrê Kurdistanê ava bikin? Kê başûrê Kurdistanê ji MÎT û alîgirên wê re vekir? Îro li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî dewleta tirk keleha kî ye? Kî rê dide, kî rê li cihên ku diçin vedike?”

Berpirsyarê her tiştî PDK’ê

Aydar anî ziman ku berpirsyarê van hemûyan PDK’ê ye ku di navenda wê de Elî Ewnî ye û wiha got, “Dewleta tirk a dagirker di van salên dawî de baregehên xwe yên leşkerî yên ku bi dehan sal in bi erêkirina PDK’ê li başûrê Kurdistanê hene, zêde kiriye. Di heman demê de dewleta tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê bi rengekî mînakên wê nîne berfireh kir, ji Duhokê heta Hewlêr û Silêmaniyê bi balafirên keşfê yên bêmirov êrîşên sûîqestê pêk anî. Li başûrê Kurdistanê ku şebekeke mezin a îstîxbarata tirk jî lê hatibû avakirin, PDK’ê niha bi awayekî aşkere dest bi alîkariya ji bo herêmên gerîla yên ku dewleta tirk nikare bigihêje wan, bi çêkirina rêyan, bi rêvebirinê û bi alîkariya teknîkî û îstîxbaratê dest pê kiriye. Daxuyaniya Ewnî amaje bi asta hevkariya PDK û Enqereyê dike.”

Aydar got, “Bêyî ku şerm bike bang li dewleta tirk dike, dibêje ‘em cih û fermandar bidin we berpirsyaran bikujin” û wiha dewam kir: “(Ji Tirkiyeyê re) Dibêje hûn zarokên feqîr ên hatine xapandin gulebaran dikin, kî hatiye xapandin? Her kesên ku di vê tevgerê de cih digirin mirovên bi rûmet, fedekar in. Her kes dizane çima milîtanên vê tevgerê tev li vê tevgerê bûn, çawa Kurdistan parastin û bi taybetî jî di şerê 40 salên dawî de.”

Aydar bal kişand ser vê yekê ku daxuyaniya Ewnî bi 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê re hevdem e û got: “Dema ku mirov van gotinên ji kurdekî dibihîse, mirov şerm dike.”

‘Gerîla dê li her derê Kurdistanê bin’

Aydar gotina Elî Ewnî ya “PKK’ê li Şengalê çi dike” bi bîr xist û wiha got: “Di ser salvegera 3’yê Tebaxa 2014’an de dema qirkirina êzidiyan pêk hat, demek dirêj derbas nebû, deh sal derbas nebûne, em hemû şahid in; Hêzên PDK’ê qaşo parastin kirin, Şengalê îdare dikirin, bêyî ku li paş xwe binêrin reviyan, bi DAIŞ’ê re peyman çêkirin û reviyan, kî çû Şengalê û gel rizgar kir? Ger gerîla ji çiyê daneketiba, ger YPG’ê bi YPJ’ê korîdor venekiriba, wê kê rizgar bikira? Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir, gerîla ne tenê Şengalê, Hewlêr, Duhok, Kerkûk û Mexmûrê jî parast. Li pişt berxwedana destanî ya li Kobanê gelên azadîxwaz ên Kurdistanê hebûn.

Ji bo şermê veşêre êrîş dike. Çawa dikare wisa biaxive bêyî ku bibîne ka çi dike? Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye. Ne parçeyek PKK’ê, tevgera azadiya Kurdistanê ye. Li her derê Kurdistanê heye, wê hebe. Gerîla rûmeta gelê Kurdistanê diparêze. Kî çi dibêje bila bibêje, bi dijmin re di kîjan astê de hevkarî dike bila bike, di encamê de wê tevgera azadiyê bi ser bikeve. Wê ew li pêşberî dîrok û gelan bên şermezarkirin.”

Divê ev zîhniyet bê mehkûmkirin

Aydar bal kişand ser gotinên Elî Ewnî û wiha got: “Divê kesayetên wiha, ev zîhniyet li Kurdistanê bên mehkûmkirin. Ev zîhniyet feraseta dijminiyê şêlo dike û nirxên Kurdistanê pêşkêşî dijmin dike. Mîna ku xiyaneta wî bi xwe ne bes be, bang li dijmin jî dike; Dibêje ‘herin berpirsyaran, fermandaran bikujin’.

Ew tiştên ku dikin nabînin; Mîna ku rêveberên PDK’ê her roj bi Erdogan, MÎT û kujeran re ne kevin nava hewldanan, mîna ku li başûrê Kurdistanê bi wan re tevnegerin, diaxive. Axaftina bi vî rengî ya bêperwa nayê qebûlkirin. Divê gelê me vê bibîne, divê her kes vê bibîne û di çarçoveya helwesta azadî û rûmeta gelê Kurdistanê de li hemberî vê helwestê derkeve. Divê vê zîhniyetê bi hemû aliyan ve mehkûm bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar