Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

14 berxwedêran ji bo Newrozê bang kirin!

Berxwedêrên li Strasbourgê diyar kirin ku ew Newrozê bi biryardariya Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Zulkuf Gezen pîroz dikin û her kes vexwendin Newrozê

Berxwedêrên li Strasbourgê ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn û peyama Newrozê dan. Berxwedêran diyar kirin ku ew Newrozê bi biryardariya Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û Zulkuf Gezen pîroz dikin û her kes vexwendin Newrozê.

Peyama berxwedêrên greva birçîbûnê wiha ye:

Mûstafa Sarikaya: Berxwedana ku ji bo jiyaneke însanî û serketinê tê kirin, bi Newrozan dixemile. Ez bawer im ku Newroza îsal dê hêj bedew be. Newroz ku çavkaniya xwe berxwedan e, em ê bi berxwedanê bixemilînin û bi wate bikin.

Kardo Bokanî: Çawa ku Dehaq têk çû û Med derketin holê, gelê kurd ji nû ve dest bi berxwedanê kiriye û dê dagirkeran ji Kurdistanê derxîne, Kurdistanê azad bike. Em Newrozê bi vî rengî pêşwazî dikin.

Dîlek Ocalan: Ez bawerim ku em ê vê pêngava xwe ya ‘Kurdistana azad, Rêberê Azad, Jiyana azad’ bi ser bixînin. Em bi berxwedana mezin dest bi cejna jiyana nû dikin. Bi serketinê piştrast im.

Agît Ûral: Newroza îsal Newroza serhildan û serketinê ye. Em bi ruhê berxwedanê dest bi Newrozê dikin. Em ê dawî li tecrîdkirina Rêberê xwe bînin. Newrozê li gelê me pîroz dikim û her kesî silav dikim.

Ramazan Îmîr: Em ê Newrozê bi ruhê berxwedêr ê hevrêyên me Mazlûman, Semayan, Zekiyeyan û Zulkufan pêşwazî bikin. Cejna Newrozê li gelên li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin pîroz dikim.

Ayvaz Ece: Newrozê li Rêberê me, li hevalên li ber xwe didin, li gelê kurd û dostên gelê kurd pîroz dikim. Em ê meşaleya Newrozê heta Kurdistana azad hildin.

Nûrgul Başaran: Newroza me ya îsal Newroza berxwedanê ye. Ji her kesî dixwazim ku bi ruhê berxwedanê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û bibin dengê berxwedanê. Bi taybetî jinên ciwan û hevalên jin.

Mohammad Ghaderî: Berxwedana me ji bo bidawîkirina tecrîdê û afirandina paşeroja azad a gelê kurd e. Newrozê li gelê me pîroz dikim. Bi taybetî silavên xwe ji Rêbertî û her kesên ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin dişînim.

Denîz Surgut: Em; berxwedêr soza xwe dubare dikin. Em ê Newroza îsal bikin bihara azadiyê ji bo gelê xwe. Em ê bi berxwedana xwe ewrên reş û tarî yên li ser gelê xwe ji holê rakin û biharê bînin welatê xwe.

Gulistan Çiya Îke: Newroz ji bo gelê kurd Cejna Vejînê ye. Roja ku berxwedan bi ser dikeve. Pêngava berxwedanê didome. Bila her kes bi xurtî tevlî Newrozê bibin ku di heman demê de bibin dengê berxwedana me.

Yuksel Koç: Ez bawer im ku gelê kurd û dostên me wê Newroza îsal bigihînin asta herî bilind. Newroza ku mizgîniya biharê ye, mizgîniya azadiyê ye wê bibe mifteya ‘bidawîbûna tecrîdê’. Bijî Newroz!

Nîmet Sevîm: Ji bo me watedar û cihê kêfxweşiyê ye ku bi berxwedanê me dest bi sala 2019’an kir. Me Newroz timî bi ruhê berxwedanê pîroz kir. Ya ku Newroz herdemî kir PKK ye. Niha jî bi wî ruhî em hewl didin di vê demê de azadiyê biafirînin.

Ekrem Yapici: Beriya her tiştî serketina li Rojava pîroz dikim. Beriya Newrozê vê serketinê em serbilind kir. Ji xwe armanca berxwedana me jî garantîkirina van destketiyan e. Hêvîdar im em ê di demeke kurt de bi rengekî azad di Newrozên nû de li hev bicivin.

Kerem Solhan: Newroz îsal ji yên beriya niha cudatir e. Ji ber ku em li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedanê pêşwazî dikin. Divê gelê me bi ruhê berxwedanê dakevin qadan û Newrozê pêşwazî bikin. Em hêvîdar in ku wê meşaleya Newrozê hildin û bigihînin serketinê. STRASBOURG 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar