PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

4 şehîdên kedê yên Mexmûrê bi merasîmekê hatin veşartin

Wesayîta karkerên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ber bi Bexdayê ve diçû, qeza kir. Di encama qezayê de 4 karkerên mexmûrî jiyana xwe ji dest dan

Ji ber rêgirtina PDK’ê, karkerên wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berê xwe didin bajarên Iraqê.

Wesayîta karkerên ku danê sibehê xwestin biçin Bexdayê kar, li ser rêya qezaya Şirgat û Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedînê, di saet 06:40 an de qeza kir.

Di encama qezayê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya Geyare ya Musilê.

Navê karkerên jiyana xwe ji dest dane ev in:

Denîz Xelîl Denîz

Mehmud Sîso Tahir

Hogir Musa Yusuf

Cîhat Mihemed Hecî Mihê

Navê karkerên birîndar bûne ev in;

Ferhat Xelîl Deniz (Birayê Deniz Xelîl ê Deniz ê ku di heman qezayê de jiyana xwe ji dest dayî)

Serbest Nazmî Zîyav

Her wiha piştî ku şêniyên wargehê bi bûyerê hesiyan, ji destê sibehê ve heta bi dawîbûna merasîma oxirkirina wan li ser pêyan bûn.

Ji bo cenazê û birîndar bên wergirtin gelek şêniyên wargehê bi konvoyekê berê xwe dan cihê bûyerê. Danê nîvro konvoya ku çûbûn cihê bûyerê vegeriyan wargehê. Gelê wargehê ji ketina wargehê heya mizgefta semta 3 pêşwaziya konvoyê kir. Li wir piştî ku bi cihanîna pêwîstiyên olî her çar cenaze bi awayek girseyî rakirin Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ku merasîm lê hatibû organîzekirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Meclisa Gel Hecî Kaçan axivî.

Kaçan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbat, xizm û hemû gelê wargehê xwest û wiha got: “Îro wargeha me xemgîn e. Ji bo şehîdên kedê Cîhat, Mehmût, Denîz û Hogir em xemgîn in. Ev ne bûyera destpêkê ye ku bi serê me ve hatiye. Berî niha çend salan jî me dubare li heman cihî hevalên xwe oxirkirine. Ev êş, eşa tevahî gelê wargehê ye. Dubare em sersaxiyê ji malbat, xizm û tevahî gelê wargehê re dixwazîn û dibêjîn ‘Şehîd namirin’.”

Malbatên şehîdan jî ji bo ku êşa wan parvekirin, spasiya tevahiya gelê wargehê kirin û gotin ku şehîd ne tenê şehîdên me ne yên tevahî wargehê ne.

Piştî merasîma biranîna şehîdên kedê bi bilindkirina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ cenazeyên şehîdan birin goristana wargehê û spartin axê.

Hêjayî gotinê ye ku her 4 şehîdên kedê endamên Navenda Çand û Huner a Mexmûrê bûn. Rewşa herdû birîndaran jî baş e.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo her çar şehîdên kedê bo du rojan konê sersaxiyê vedan.

MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar