Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Divê malbat û parêzer bi lezgînî biçin cem Rêber Apo

Biraziyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku piştî erdheja li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê fikarên wan ên der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de hê zêdetir bûne û got ku ew dixwazin demildest hevdîtin bi parêzeran û malbatê re pêk bê.

Di 4’ê kanûnê de li navçeya Gemlîkê ya Bursayê erdhejeke bi pileya 5.1 pêk hat, fikarên der barê tenduristiya û jiyana Abdullah Ocalan de zêde bûn. Ji ber 33 meh in agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tên ragirtin, nayê girtin û bêdengiya rayedaran fikar zêdetir kirin. Piştî erdhejê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ji bo bi Rêber Apo re hevdîtineke lezgîn pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan hîn jî berxiv nehatiye dayîn.

Biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Omer Ocalan diyar kir ku piştî erdhejê fikarên wan zêde bûne û got ku divê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê re demildest hevdîtin bê kirin.

Serlêdanên hevdîtinê bêbersiv tên hiştin

Omer Ocalan diyar kir ku Girava Îmraliyê jî ji ber erdhejê bibandor bûye û wiha got: “Ji birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku 33 meh in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tên ragirtin tu agahî nayên girtin. Erdhejê fikarên me hîn zêdetir kirin. Erdhejeke dijwar pêk hat û 3 bajar ji erdhejê bandor bûn û Girava Îmraliyê jî nêzî navenda erdhejê ye. Parêzeran jî ji bo hevdîtinê serîledan kirin. Birêz Abdullah Ocalan herî dawî 33 meh berê bi rê ya telefon çend deqeyan bi birayê xwe re axivî. Piştî wê me tu agahî negirtin. Girava Îmraliyê jî gelekî nêzî navenda erdhejê ye. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Em malbat dixwazin bi lezgîn bi Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Ev mafê me ye. Heta niha ne Wezareta Dadê û ne jî Wezareta Karên Navxweyî tu agahî nedane me.”

Divê hesasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin

Ocalan bal kişand ku Girava Îmraliyê li ser xeta erdhejê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek profesorên erdhejê hişyariyê didin ku dibe ku li Marmarayê erdhejeke mezin çêbibe. 5,1 ne erdhejeke biçûk e, 3 bajar ji vê erdhejê bandor bûne. Ji ber vê yekê pêwîst e demildest parêzer û malbat bi girtiyên li Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin. Heke bûyereke neyînî li Girtîgeha Girava Îmraliyê biqewime dewlet û Wezareta Dadê berpirsyar in. Divê hesasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin. Çavê kurdan li Girava Îmraliyê ye. Divê birêz Abdullah Ocalan di demeke herî kin de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo ku hevdîtin pêk werin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê li gorî encamên hevdîtinên parêzeran serlêdanên xwe bikin. Her agahiyek ku ji wir were dilê malbat û gelê me wê rihet bike. Em malbat dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re demildest hevdîtinê pêk bê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar