Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Portreya mêtingeriyê

Kolonyalîzm ango mêtingerî li Kurdistanê 'yekane' ye û pêdivî bi lêkolîneke berfireh heye. Ger bi destgirtinek rast û durist li dîrok û zanistê were mêzekirin, karektera qirker û wêranker a kolonyalîzma Kurdistanê wê baştir were fêhmkirin.

Albert Memmi di berhema xwe ya bi navê “Portrêya Mêtinger, Portreya Tên Mêtinî” de, li ser tiştên ku mêtinger dixwazin di civakên kolonyalîst de biafirînin de wiha destnîşan dike: “Heya ku kesê kolonîzer mêtingeriyê tehemûl bike, ji bo kolonyalîstan tekane alternatîf asîmîlasyon an jî wek kevirê hişk û bicemide ye.”

Kolonyalîzm ango mêtingerî li Kurdistanê ‘yekane’ ye û pêdivî bi lêkolîneke berfireh heye. Ev piranî karê civaknas, dîroknas û rewşenbîran e. Ger bi destgirtinek rast û durist li dîrok û zanistê were mêzekirin, karektera qirker û wêranker a kolonyalîzma Kurdistanê wê baştir were fêhmkirin.

Îsmaîl Beşîkçî rewşa kolonyalîzmê ya li Kurdistanê weke “koloniya navneteweyî” pênase dike û ev pênas hema bêje rast e. Welatê Kurdistanê ne tenê di navbera çar dewletên kolonyalîst de perçe bûye; her wiha welatekî ku ev rewşa parçebûnê ji aliyê hêzên herêmî û cîhanî ve hatiye garantîkirin. Rewşa îroyîn û dîrokî ya kurd û Kurdistanê tenê li ser vê bingehê tê famkirin.

Heyînên civakî bi tiştên ku hildiberînin xwe diafirînin; Afirandinên hilberînê yên herî şênber ziman û hebûnên çandî ne. Hebûna ziman bi mirov û erdnîgariya ku lê dijîn re di nasnameya xwe de pêş dikeve. Çand û serpêhatiyên civakî mohra xwe li erdnîgariyê dihêlin. Civak ne tenê li erdnîgariyekê dijîn, bi wê erdnîgariyê re yekitiya ruhî, bedenî û çandî jî diparêzin. Di vî warî de êrîşa li ser erdnîgariyê êrîşa li dijî tevahî hebûna civakî ye.

Ger paşxaneya îdeolojîk a kolonyalîzmê û çîroka desthilatdarî ya li Kurdistanê bihata nivîsandin, belkî di teoriya nûjen a rastiya civakî û dîrokî de em rastî çîrokên pir ecêb û hovane bihatana. Tehlîlkirina bîrdozî û aliyên hêzê yên asîmîlasyon û qirkirinê li Kurdistanê di warê zanista civakî de mijareke girîng e. Qirkirina fizîkî û îdeolojiya desthilatdariyê ji nêz ve girêdayî ne, bi hev re û hevdem in; Bi taybetî civakê bi serdestiyê dîzayn dike. Rola dewletan li vir ew e ku bi endezyariya civakî şîdetê di nava civakê de saz bikin û avakirina îdeolojîk temam bikin.

Bê şik xwesteka kolonyalîstan a ji bo guhertina navên erdnîgarî û demografiya Kurdistanê bi vî awayî tê ravekirin. Ez wisa difikirim ku bêyî fêhmkirina qirkirina kûr a ku di bingeha vê nêzîkatiyê de ye, pêkanînên kolonyal ên li Kurdistanê nayên fêhmkirin. Ev ne nêzîkatiyek hêsan e. Siyaseta dewletên kolonyalîst bi giştî ew e ku îmtiyazên xwe yên li Kurdistanê ji kesî re nehêlin, nehêlin ti kes li ser wan munaqeşe bike, rewşa heyî biparêze û siyaseta jenosîd û asîmîlasyonê bi dawî bike. Ji bo vê siyasetê ji hebûna “kurdan”, bi destxistina mafên xwe yên civakî û pêşketina wan bi tirs û xoftir tiştek tuneye.Ji bo vê jî kolonyalîzma tirk dixwaze her tişt bi navê kurdayetiyê were tunekirin. Siyaseta qirker û asîmîlasyonê û Helwesta ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne têrê nake, nikare parçeyê Rojava tehemûl bike û xwe ji qirkirin û asîmîlasyona li wir berpirsyar dibîne.

Dewleta tirk bi berdewamî derewan dike ku dibêje ew li dijî PKK’ê ye û kêşeya wê bi kurdan re nîne, lê ji ber hin sedeman rejîma tirk a qirker ji qirkirina li Bakurê Kurdistanê ne razî ye û bê ku xiza xwe kêm bike tehemûla navên kurdî û navên cihên erdnîgarî yên rojavayê Kurdistanê jî nake. Her çiqas hewl dide dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi PKK’ê bike hincet jî, makyaj bi ser nakeve û boyaxa balkêş a li ser rûyê maske yê derewan ji holê radike. Dixwazin li Rojava polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya dewletê bixin meriyetê. Ji ber ku tehemûl nakin ku navê Kobanê weke Ayn-el Arap ku rejîma Baas a Sûriyeyê ji bo Kobanê weke nîşaneya polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û qirkirinê bi kar tîne û her wiha Dêrikê bi navê Malikiye û Girê Sipî jî bi navê Tîl Abyad ferz dike. Kesên ku navên rastî, dîrokî û erdnîgarî yên van deran rast bilêv dikin, tehemûl nake, êrîş dike û sûcdar dike. Dijminatiya li kurdan çavê wan kor kiriye û mejiyê wan şuştiye ku ger li fezayê tiştekî kurdî bibînin, weke gayekî ku sor dibîne, xwe ji êrîşan bernadin. Klîka faşîst a kesk û sor a dewleta tirk a ku bi hevkariya AKP û MHP’ê dest danî ser desthilatdariyê, li ser navê kurdayetiyê dixwaze her tiştî ji dîrokê derxîne.

Çavkanî : Harûn Şikakî – Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar