Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

14’ê Gulanê diyarkirina çarenûsa Tirkiyeyê ye

Hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo gelên Tirkiyeyê hilbijartineke gelekî girîng e. Gelên Tirkiyeyê dê di vê hilbijartinê de çarenûsa xwe diyar bikin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin wekî hilbijartina dawî tê dîtin. Gel an wê dîktatoriya Erdogan erê bike û Tirkiyayê radestî faşîzmê bike. Ev îxtîmal gelekî kêm e. Yan jî wê gel ji dîktatoriya Erdogan re bêje êdî bes e û dawî li pergala faşîst bîne. Li pêşiya gel ev herdu rê hene û wê ji van rêyan yekê hilbijêre.

Şefê faşîst Erdogan ji bo domandina dîktatoriyê bi faşîstên tirk MHP, BBP re tifaqa faşîst ava kir. Çeteyên dijminê mirovahiyê HUDA PAR a ku heta niha veşarî di nava vê tifaqa faşîst debû di vê hilbijartinê vekirî tevlî tifaqa faşîst bû. Jixwe nehewceye em qala faşîstên tirk bikin; hebûna xwe li ser qirkirina kurdan avakirine. Lê HUDA PAR a bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ye rol û misyona wan pir cuda ye. Ji bo gelên Tirkiyeyê xetereya herî mezin in û heke ji destên wan were wê Tirkiyeyê bikin wekî Afganistanê. Jixwe çend meh berê li ser destûra şefê fsşîst Erdogan li Amedê bi serçeteyên Talîbanê re civiya bûn. Her çiqasî di nava raya giştî de zêde nehat nîqaşkirin jî ew civîn ne civîneke ji rêzê bû. Di wê civînê de li ser kuştina kurdan û gelên Tirkiyeyê li hev kirin. Heke derfet têkeve destên wan wê vê yekê pêk bînin. Şefê faşîst Erdogan belasebeb çeteyên girtî bernedan kolanan. Çi dibe bila bide wê dawiya wan jî bibe mîna çeteyên DAIŞ’ê.

Li aliyê din jî Tifaqa Milet a ku pêşengiya wê CHP dike, heye. Her çiqasî ew dibêjin li dijî pergala şefê faşîst Erdogan in jî heta niha tu hêviyek nedane gel. Dema ku mirov li tifaqa wan dinêre dibîne ku her yek bi serê xwe tev digerin. Ji dijberiya şefê faşîst Erdogan bêhtir ketine pey berjewendiyên xwe yên takekesî. Ji niha de xuyaye ku di nava wan de hevgirtinek tune ye û her yek ji wan hewl dide ku tifaqê desteser bikin. Ev jî dihêle ku ji hedef û armanca xwe ya sereke dûr bikevin. Tenê namzedê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu dilsoz xuya dike. Ew jî çiqasî karibe wan di nava tifaqê de bihêle mijareke din e.

Ji ber nakokiyên navxweyî yên herdu aliyan, tenê Rêya Sêyemîn hêviyê dide civakê. Rêya rast û zelal Rêya Sêyemîn a di bin navê Tifaqa Ked û Azadiyê de hatiye avakirine. Hemû hêzên ji vê pergalê nerazî ne û dijberî wê ne pêşengiya Rêya Sêyemîn dikin. Her çiqasî di nav wan de nîqaş hene jî dîsa jî hêviya serkeftinê dide civakê. Ji hêviyê jî wêdetir bûye xeleka diyarker a azadiyê. Ev rê wekî her car dê rê nîşanî her kesî bide. Ji ber vê yekê aliyê ku hilbijartinê watedar dike ev rê ye. Ji bo vê jî em çiqasî hejmareke zêde namzedên Partiya Çep a Kesk bişînin parlamentoyê em ê ewqasî hêza gelan xurtir bikin. Parlamentoyeke ku parlamenterên Partiya Çep a Kesk lê xurt be, ew parlamento bêhtir ji demokrasî û azadiyê re vekiriye. Her wiha wê pêşiya planên qirêj jî bigire. Parlamenterên li ser navê Partiya Çep a Kesk biçin parlamentoyê, ji parlamenterekî/ê bêhtir wê bibe hêza guherîn û veguherînê. Di vê bîr û baweriyê de xebatên xwe dimeşînin. Wê li parlamentoyê bibe dengê gel û bibe dengê azadiyê.

Bêguman wisa bi hêsanî nehatine vê astê. Şefê faşîst Erdogan ji bo jiholêrakirina destkeftiyên kurdan bi awayekî hovane êrîş dike. Bi çeteyên hov re bajarên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî dagir kir û li wir komkujî pêk anî. Herî dawî par di meha nîsanê de bi hejmareke mezin çete bi teknîka herî pêşketî û çekên kîmyewî yên NATO’yê êrîşî Zap, Metîna û Avaşîn kir. Berxwedana gerîlayên azad hemû planên şefê faşîst Erdogan vala derxist û derba herî giran lê xist. Berxwedana gerîla pişta şefê faşîst şikand û niha bi vê têkçûnê dikeve hilbijartinê. Heke gerîlayên azadiyê li ber xwe nedabana îro şefê faşîst bi ev ruhê têkçûyî nediket hilbijartinê û wê li qadan pêsnê faşîzma xwe bida. Berxwedana gerîla wî xist vî halî û niha dora gel e.

Ji bo hesabê komkujî, dagirkirin û faşîzma li ser gelên Kurdistanê meşand ji şefê faşîst were pirsîn divê herkes bêyî têkevin dudiliyê ji bo serkeftina Partiya Çep a Kesk bixebitin. Hêzbûna Partiya Çep a Kesk tê wateya piştevaniya berxwedana gerîlayên azadiyê û lawazbûna tifaqa faşîst. Ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê di demeke kurt de bigihêje aramanca xwe divê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê dê deriyê azadiyê heta dawiyê wê li gelan veke û dawî li faşîzmê bîne.

Nûçeyên Têkildar