Dewleta tirk a qirker ji bo gelê kurd bi temamî di qirkirinê de derbas bike girtîgeha Amedê ji xwe re bingeh. Hêvîtiya ku mînaka wê li dinyayê tuneye li ser kadroyên pêşeng ên PKK’ê meşand. Kadroyên pêşeng Mazlûm Dogan, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay û gelek şoreşger li hemberî vê hoviyê bi bedena xwe li xwe dan û gelên Kurdistanê ji qirkirinê rizgar kirin û rêya berxwqedanê nîşanî her kesî dan. Siyasetmedar Fûat Kav ê ku li girtîgeha Amedê ma, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji ANF’ê re vegot.
Fûat Kav di destpê axaftina xwe de qala daxuyaniya dîrokî ya Mehmet Xeyrî Dûrmûş a têkildarî çalakiyê ya li dadgehê û berxwedana piştî wê kir: “Normal eger di dema xwe de mafê axaftinê ji hevalê Hayrî Dûrmûş re hatibûya dayin, eger daxuyanî hatibûya kirin dibe ku çalakiyê beriya mehek, du mehan destpê kiribûya. Lê belê di dadgeha dawî de hevalê Hayrî xwe ferz dike û dibêje, divê teqez biaxive. Dibêje pirsgirêkeke jiyanî ye û hema bibêje bêyî destûrê ji heyeta dadgehê werbigire ber bi kursiyê ve diçe û li wir wê daxuyaniya dîrokî dide, daxuyaniya rojiya mirinê dide. Bi kurtasî dibêje: Em girtî ne, girtiyên PKK’ê ne, girtiyên siyasî ne. Ez endamê komîteya navendî ya tevgera PKK’ê me. Hevalên min jî hin jê endamên komîteya navendî, hinek jê endamên komîteyê bajaran, hinek jî endamên komîteyên navçeyan e. Li şûna ku hûn weke girtiyên siyasî nêzî me bibin hûn êşkenceyê dikin, dikujin. Li dadgehan mafê axaftinê nadin, lê belê mafê axaftinê gelekî dide îtirafkaran. Em vê yekê qebûl nakin, red dikin. Me heta niha hinek tişt heta astekê qebûl kir. Ji bo em karibin li vê derê parastina siyasî bikin di hin mijaran de me tawîz dan. Lê belê di rewşa heyî de hevrê Mazlûm Dogan xwe feda kir. Çaran xwe şewitandin. Ji îro û pê ve ez dikevim rojiya mirinê’.
Dema ku vê dibêje êdî heyeta dadgehê fêhm dike. Xeleka duyemîn tê. Yanî ya yekemîn çalakiya hevalê Mazlûm bû. Ya duyemîn çalakiya Ferhat Kûrtay û hevalên wî bû. Ya sêyemîn jî çalakiya Hayrî Dûrmûşan bû.
Kiryarên li girtîgehan dikarîbûn bihatina serûbinkirin. Kiryarên rejîma faşîst dikarîbûn bihatina beralîkirin, tasfiyekirin. Polîtîkaya teslîmiyet û xiyanetê dikarîbû bihata têkbirin. Yanî heyeta dadgehê bi vê hesiya bû. Wan jî ev gotibû. Hayrî dest ji vê çalakiyê berde. Bi zimanekî ku hevalê Hayrî nerm bike, jê xwestin ku dest ji çalakiyê berde. Hevalê Hayrî jî got, ‘Em qebûl nakin, we heta niha ti ji sozên ku dabûn me bi cih neanîn. Di binê hemûyan de derew hebû, lîstik hebû, komplo hebû. Ez dest bi rojiya mirinê dikim’.
Ji xwe piştre hevalê Alî Çîçek, hevalê Kemal Pîr û çend hevalên din dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya rojiya mirinê bi vî rengî û bi vê armancê destpê kir. Armanc bi vî rengî bû: Zextên li ser parastina siyasî bê rakirin. Êşkence li girtiyan neyê kirin. Îtirafkarî li mirovan neyê ferzkirin. Şert û mercên jiyanê yên girtiyekî siyasî çibe divê yên me jî bi heman rengî be. Yanî şert û mercên serdanê û hevdîtinan divê bêne afirandin. Derfet bêne dayin ku hevdîtin bi parêzeran re bê kirin. Bersiv ji pêwîstiyên xwendin, rojname û pirtûkan re bê dayin. Li ser vê bingehê lîsteya daxwazan hatibû pêşkêşkirin. Ji xwe hem devkî hem jî di dema piştre de gava bi Esat Oktay û yên din re diaxivî bi vî rengî anîbû ziman.
Piştî ku rojiya mirinê destpê kir hin hevalên li girtîgehê jî dest bi rojiya mirinê kirin. Hevalê Akîf Yilmaz ji xwe li girtîgehê destpê kiribû. Di encamê de rojiya mirinê bi yek, du kesan nema. Di xeleka destpêkê ya çalakiyê de hevalê Mazlûm tenê çalakî kir, ji xwe armanca çalakiyê jî ew bû. Di xeleka duyemîn a çalakiyê de çalakiya Ferhat Kûrtay û hevalên wî bi çar kesan pêk hat, armanc dîsa ew bû. Xeleka sêyemîn a çalakiyê hîn berfireh bû. Yanî çiqas mirov karîbûya tevlî bibûya dikarîbû tevlî bibûya. Di vê mijarê de nêzîkatiyeke teng tine bû. Çiqasî mirov tevlî bibûya ewqasî bêhtir bi wate dibû. Bi demê re gihîşt heta 50-60 kesî. Heta ku rojiya mirinê qediya ew hejmar derbas kir. Ji ber ku mirovan dema hin tişt dibihîstin careke din tevlî dibûn. Her ku çalakî dirêj dibû hevalên nû tevlî dibûn. Lê belê hevalên tevlî bûn biribûn Koxûşa 65’an. Li cihekî teng, li beşên hucreyan her hevalek li hucreyekê hatibû bicihkirin. Ji ber wê jî li wir êşkenceyeke mezin hebû. Yanî di dema rojiya mirinê de jî êşkenceyeke giran hebû.
Piştre min çîroka yên tevlî greva birçîbûnê, rojiya mirinê bûbûn xwendibû; hem li Tirkiyeyê hem jî li Îngilistanê. Di qonaxeke rojiya mirinê de wan radikin nexweşxaneyê. Radikin nexweşxaneyê û kesekî li ber dihêlin. Yek ji malbata wan tê, lê dinihêre. Paqijiya wan dike, avê dide, rojê carekê, du caran bi paçik bedena wan paqij dikin. Heta ku şehîd bikeve bi vî rengî dewam dike. Lê belê li Girtîgeha Amedê ya ku li me dihate kirin ne bi vî rengî bû. Dixistin hucreyê. Heta ku ji ser hişê xwe biçe li wê hucreyê, li nava mişkan, li nava qirêjiyê hiştin. Av tune bû.
Aliyekî din ê êşkenceyê bi vî rengî bû: Gardiyan bi komî dihatin, qelebalixî dikirin, stran digotin. Ji bo me aciz bikin bi kêf û xweşî sixêf li hev dikirin. Lê belê tevî vê yekê jî rojiya mirinê dewam kir.
Hevalê Kemal Pîr di roja 57’an de şehîd ket. Yanî di demeke gelekî kurt de şehîd ket. Normal piştî rojên 60’î mirov hêdî hêdî dimirin, lê belê ji ber ku av nebû, di nava wê qirêjiyê de, di nava mişkan de… Jiyaneke ewçend kûr. Di rojên 50’emîn, 52’emîn de radikin nexweşxaneyê, ji xwe di cih de jî li nexweşxaneyê şehîd dikevin. Piştre hevalê Hayrî di roja 64’an de radikin nexweşxaneyê; ew jî şehîd dikeve. Di roja 65’an de hevalê Akîf, di roja 66’an de hevalê Alî şehîd dikeve. Hemû li nexweşxaneyê şehîd dikevin.
Kemal Yamak û heyeta sererkanan dîtin ku rojiya mirinê cidî ye, bi biryar e, hevalên di rojiya mirinê de yên mayî dibe ku bimirin, lewma jî gotin divê bi wan re bê lihevkirin. Wê demê Esat Oktay hatibû şandin. Piştî şehadeta hevalan tayîna Esat Oktay ji wir rakirin. Ji ber ku yek ji daxwazan jî têkildarî êşkenceyê bû. Digotin, bi şandina Esat Oktay re nêzîkatiyek ji bo bicihanîna vê daxwazê pêk anîn.
Peyman bi vî rengî bû. Yek, parastina siyasî wê bê kirin. Du, wê êşkence li girtiyan neyê kirin. Sê, şert û mercên normal ê mirovî wê bêne afirandin. Lê belê di pêvajoya piştre de êşkence tenê li wan hevalan nehat kirin ku ketibûn rojiya mirinê û şehîd neketibûn. Şêweyê êşkenceyê dibe ku ne weke berê bû, lê belê li koxûşan dîsa dihate kirin. Ji ber ku dengî qîrînî û girî dihate me. Em careke din hatibûn tecrîdkirin. Hevalên ku ketin rojiya mirinê û nemirin li heman cihî bûn. Em li hucreyekê bûn ku jê re koxûşa 36’an dihate gotin. Lê belê ji derve dengê êşkenceyê dihate me.
Piştî ku me fêhm kir ku wê pêvajoya hovîtiyê neqede di 1’ê Îlona 1983’an de me dest bi pêvajoyeke nû ya rojiya mirinê kir. Vê rojiya mirinê 27 rojan dewam kir. Piştî ku hevalan fêhm kirin êşkence bi temamî bi dawî nebûye û parastina siyasî jî li dadgehê tê astengkirin biryara çalakiyeke nû hate dayin. Di 1’ê Îlonê de rojiya mirinê destpê kir û 27 rojan dewam kir. Lê belê ev rojiya mirinê veguherî şoreşekê, raperînekê. Heta hejmarekê mirov tevlî rojiya mirinê ya beriya wê bûbûn. Em bibêjin 40-50 kes û di navberê de jî yek bi yek tevlî bûn. Lê belê ev rojiya mirinê li hemû koxûşan belav bû. Li ku derê koxûşek hebûya, li ku derê girtiyek hebûya serî hildidan. Yanî derî digirtin, gardiyan nikarîbûn biketibûna hundir. Dirûşma ‘Bijî mirin’ diqîriyan. Piştre hin sîxur hebûn li wan koxûşan, ew jî reviyan. Û çalakî bi vî rengî veguherî raperînekê û şoreşekê. Hemû pîvan wê demê ji holê hatin rakirin. Tundî, êşkence ji holê hatin rakirin.
Di pêvajoyên piştre de careke din dewam kir. Ev bûyereke cuda ye lê belê dawiya dawî li Girtîgeha Amedê çalakiyeke di asta şoreşê de pêk hat. Ji xwe Girtîgeha Amedê di heman demê de dîroka PKK’ê ye. Dema ku PKK tê gotin ne tenê têkoşîna gerîla, têkoşîna îdeolojîk û polîtîk tê bîra mirovan. Di heman demê de pêvajoya Girtîgeha Amedê yek ji dîrokên PKK’ê ye ku nebe nabe. Ji ber ku dema darbeya 12’ê Îlonê hate kirin Tevgerê xwe vekişandibû. Yanî PKK’ê xwe vekişandibû. Berê xwe dabû Rojhilata Navîn. Yanî yê ku barê esasî yê têkoşînê hilgirt girtîgeh bû. Lewma hem di vê çarçoveyê de hem jî ji ber ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê li girtîgehan şehîd bûn, dîrokê hîn bi wate dike.
Bêguman ev jî heye; pêwîstî bi pêkanînê heye. Hem çalakiya hevalê Mazlûm Dogan hem jî çalakiya Çaran hem jî çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û armanca esasî ya hevalên di van çalakiyan de şehîd bûn ne tenê têkbirina kiryarên li girtîgehan bû. Armanca wan hîn mezin bû; parastina PKK’ê bû. Parastina PKK’ê li zindanan bû. PKK a li zindanan hate parastin dihate wê wateyê ku mezin bibe, bi pêş bikeve û têkoşîn derbasî qonaxeke hîn bilind bibe. Bi taybetî Serok Apo ev çalakî bi vî rengî fêhm kiribû. Mînak, heman piştî çalakiya hevalê Mazlûm Dogan hevalan komî ser hev dike. Dibêje, ka em dikarin çi bikin. Dibêje, çalakiya Mazlûm Dogan peyameke ji bo me ye. Em vê peyamê çawa fêhm bikin, çawa bixin meriyetê? Her wiha piştî çalakiya Çaran, piştî şehadeta hevalên Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr jî dibêje, ‘Şehadeta van hevalan di heman demê de ji bo me bangeke’. Got, banga ji bo vegera li welêt e. Eger banga vegera li welêt be wê demê divê em rêxistiniya xwe tavilê bikin, nîqaşên xwe bi dawî bikin û vegerin welêt. Konferansa yekemîn, kongreya duyemîn di wê demê de, di navbera salên 1981 û 82’an de li Beyrûdê tê lidarxistin. Li wê derê ji xwe biryara vegera li welêt tê wergirtin. Bi biryara vegera li welêt re girêdayî çalakiyên li girtîgehan jî vê biryarê hîn xurt dikin.
Wê demê Berxwedana Zindana Amedê di şexsê hevalê Mazlûm Dogan, Çaran û hevalên di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de şehîd bûn di heman demê de banga li Rêbertî, PKK’ê û kadroyan bû. Digotin ‘Em li vir in. Em li zindanan e ku dijmin em dîlgirtine, lê belê em li ber xwe didin. Em têkoşînê dewam dikin. Em şer dikin. Teslîmiyet, xiyanet nîne. Wê demê tevgera me divê li welêt vegere, têkoşînê di asteke hîn bilindtir de dewam bike’. Lewma dema çalakiyên Girtîgeha Amedê hatin nirxandin bi rengekî teng nehat nirxandin ku bibêje ‘bila êşkence ji holê bê rakirin, mafê parastinê ji me re bê dayin’. Divê weke rêze çalakiyan bê nirxandin ku hîn berfireh e û xwedî armanceke stratejîk e.”
Kav anî ziman ku Girtîgeha Amedê manîfestoyeke berxwedanê afirand û got, “Kî bikeve zindanê -ji bo salên piştre dibêjim- wê li gorî vê manîfestoyê tevbigere. Manîfestoya berxwedanê ya ku hevalê Mazlûm, Çaran û Kemalan afirandin, veguherî manîfestoyekê ku ji bo hemû zindanan derbas bibe. Eger îro li zindanan berxwedanek heye, eger di vê berxwedanê de şer gelekî giran e, eger teslîmiyet nabe, eger li dijî dewleta tirk têkoşîneke bêhempa tê meşandin, perspektîfa esasî ıya vê yekê weke ku min beriya niha hewl da vebêjim ji perspektîfa berxwedanê ya li girtîgehê tê. Yanî ji wê manîfestoyê ye. Tu manîfestoyekê diafirîne, ew manîfesto sed sal jî derbas bibe mirov li gorî wê manîfestoyê dijî, difikire, diaxive û li ber xwe dide. ji ber vê jî eger îro bi deh hezaran girtî li zindanan li ser piyan e, eger li dora pêngava Rêbertî xwe veguherandine çalakiyê, ji ber vê zîhniyet û vî ruhê manîfestoyê ye.
Lewma pêngav jî gelekî girîng e. Êdî di rewşa heyî de hevalên li girtîgehê jî teng nêzî çalakiya xwe nabin. Ji bo sererastkirina şert û mercan, ji bo dayina derfetên civakî û derfetên din çalakî nayên kirin. Bi temamî çalakiyên ku têkoşînê xwedî dikin, gerîla jî xwedî dikin, lidar dixin. Saleke ji bo azadiya Serok Apo pêngav hatiye destpêkirin ku girtîgehê pêşengî jê re kir. Lê belê bi vê pêvajoyê re bi deh hezaran girtiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo dest bi çalakiyan kirin.
Çalakiya herî girîng jî greva birçîbûnê bû. Li gel greva birçîbûnê malbatên girtiyan ên li derve jî ketin nava liv û tevgerê. Ev çalakî nîşan dide bê manîfestoya li girtîgehan çiqasî bi wate, kûr û mezin e. Di heman demê de rastiya neteweyekê, rastiya gelekî radixe pêş çavan ku li dora Serok Apo kom bûye.
Nuqteyeke din bêguman girîng e. Min got zindan, ya rast rêze berxwedan e. Timî bi heman rêbazê têkoşîn nayê meşandin. Di sala 1982’an de bi çalakiya fedaî ya hevalê Mazlûm xwe nîşan da. Piştre çalakiya Çaran ev yek dewam kir. Rojiya mirinê pêk hat. Bi demê re cûreyên çalakiyan jî diguhere.”
Kav bal kişand ser berxwedana Îmraliyê û got, “Mînak, çalakî, berxwedana Serok Apo ji berxwedana wê demê ya dema 12’ê Îlona 1982’an gelekî mezintir e. Serok Apo gotibû, ez karim mîna hevalên Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Ferhat bikim. Çalakiyên wan pîroz bûn, lê belê di nava wan şert û mercan de bi wate bû. Di nava wan şert û mercan de pêwîstî bi çalakiyên bi wî rengî hebû. Ji bo vejandina PKK’ê, ji bo tasfiyenekirina PKK’ê, li dijî cûntaya 12’ê Îlonê rêbaza têkoşînê bi wî rengî bû. Lê belê rêbaza çalakiyê ya ku ez bimeşînim wê gelekî cuda be. Wê hîn bêhtir cuda be. Ya min wê çi be? Ya min wê berxwedaneke welê be ku dewletê bixîne ser xetekê. Yanî di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de ez ê xwe nîşan bidim, di şexsê xwe de çareseriya pirsgirêka kurd biafirînim. Ji xwe bi wî rengî jî bû. Ew pêvajoyên aştiyê, pêvajoyên lihevkirinê, her wiha lihevkirinên cuda yên bi hikumeta Erdogan re, peymanên hatin amadekirin, hevdîtinên hatin kirin… Ev hemû şêweyên çalakiyê yên Serok ên li girtîgeha Îmraliyê bûn. Lê belê ya herî girîng jî çalakiya di paradîgmayê de bû. Ya rast paradîgmaya Rêbertî çalakiya komekê, partiyekê nebû. Paradîgmaya şoreşa cîhanê ye ku rêbertiya gerdûnî destnîşan kiriye. Lewma li şûna şêweyên klasîk ên şoreşê, li şûna şêweyên klasîk ên partî û rêbertiyê, ji bo afirandina manîfestoyeke nû, paradîgmayeke nû û sîstemeke nû bi rengekî mezin li ber xwe da. Yanî ev parastin, vegotina vê paradîgmayê, pêşkêşkirina wê ji bo raya giştî, îqnakirin, nivîsandin, sîstemkirin bûyereke ji rêzê nîne. Bi berxwedaneke mezin hate destnîşankirin.
Eger Rêber Apo li ber xwe nedabûya, berxwedana xwe bi israr dewam nekiribûya, di wan hevdîtinên bi dewletê re xwe weke rêberekî destnîşan kiribûya, îro ne manîfestoyek wê hebûya, ne jî têkoşîn bigihîştibûya asta heyî. Ji ber vê jî li wê derê nebûna êşkenceya fîzîkî nayê wê wateyê ku li Girtîgeha Îmraliyê êşkence nîne. Berevajî li wê derê êşkenceyeke mezin a manewî heye. Ji ber ku Serok Apo rêberekî şoreşê ye. Rêberê gelekî ye. Lewma her gava ku diavêje ji bo neteweyê, ji bo gel diavêje. Niha jî bi navê gelan diaxive. Manîfestoya xwe bi navê gelan tîne ziman. Diyar kir ku pêwîstî pê heye, hemû cûreyên şoreşê yên li cîhanê divê êdî bêne guhertin.
Mînak analîz, nirxandin tez ên têkildarî jinê kiriye, di dîroka şoreşa cîhanê de ji aliyê teorîk ve gavên nû ye. Ji ber vê jî dema ku Îmrali tê gotin, pêwîstî pê nîne ku weke Girtîgeha Amedê bê nîşandan, ji xwe nêzîkatiyeke bi vî rengî bi wate jî nîne. Lê belê dema Îmrali tê gotin em baş zanin ku Rêberê Gelan li wê derê ye, 25 salan bi tena serê xwe, di hucreyekê de li ber xwe da û divê em vê fêhm bikin. Serok vê dibêje. Li vir neteweyek li ber xwe dide, gelek li ber xwe dide. Yanî li gorî me êdî gel li ber xwe didin, netewe li ber xwe didin. Yanî neteweyên demokratîk li ber xwe didin. Çawa li ber xwe didin? Di şexsê Rêber Apo de li ber xwe didin. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku Îmrali baş bê fêhmkirin, berxwedana Serok Apo ya li Îmraliyê bi rengekî zanistî bê nirxandin.
Dixwazim nuqteyeke din a girîng destnîşan bikim. Pêngav dibêje divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Niha di vê mijarê de divê mirov îqna bin. Yanî yên îqna nebûne divê îqna bibin. Çima divê îqna bibin? Ji ber ku eger tu têbikoşe hingî Serok Apo wê bi fîzîkî azad bibe. Bêyî têkoşînê, bêyî helwest nîşandanê, bêyî çalakiya vê yekê, bendemayina berdan û azadiya Serok Apo xeflet e. Tiştekî bi wî rengî nîne. Di nava şert û mercên heyî de dewleta tirk pariyekî nan jî nade te. Bêyî berxwedanê, bêyî helwestê bihostek xakê jî nade. Ji ber vê jî her tişt bi têkoşînê bi dest dikeve. Her tişt bi zora şoreşgerî pêk tê. Her tişt di çarçoveya perspektîfeke şoreşgerî de ye, tenê tu têbikoşe dikare bi dest bixe. Naxwe bidestxistin nabe.”