Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

5 gerîla di êrîşa çekên kîmyewî yên dewleta tirk de şehîd bûn

HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyanî da û wiha got: “Li Werxelê dewleta tirk a sûcdarê şer û mêtinger 5’ê cotmehê di êrîşa nemerdane ya kîmyewî de hevrêyên me Cûmalî, Çavrê, Amara, Mahîr û Dilvîn ên serbilindahiya Têkoşîna Azadiyê me ne, heta nefesa dawî şer kirin û şehîd bûn.”

Navenda Çapemenî  û Ragihandina HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kir:

“Li Qada Berxwedana Werxelê ya li herêma Avaşînê;

8’ê cotmehê ji saetên êvarê, artêşa tirk a dagirker piştî ku bi çekên giran Qada Berxwedana Werxelê bombe kir, xwest pêşde biçe. Di encama destwerdana şervanên me yên Berxwedana Werxelê de pevçûn rû dan û dagirkeran nekarî bi pêş ve biçin. Dewleta tirk a dagirker çekên kîmyewî bi dijwarî li dijî Herêmên Berxwedanê bi kar tîne, hemû rêgezên şerê navneteweyî paşguh dike. Tevî hemû êrîş û bangên teslîmiyetê yên vala, Şervanên me yên Werxelê bi vîna milîtaniya Apoyî berxwedana xwe ya dîrokî didomînin.

Operasyona dagirkeriyê ya berfireh a ku dewleta tirk a faşîst û dagirker di şeva 23’ê Nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dabû destpêkirin, bi yek ji berxwedanên herî xurt a di dîroka me de ya ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re rû bi rû ma. Dewleta tirk a sûcdarê şer ku nikarîbû bigihîje armancên xwe yên qirêj, ji bo ku dorpêça dijî ji holê rake, ji hewayê û bejahiyê ve gelek caran Herêmên Berxwedanê bombebaran kir lê belê hemû êrîşên wê bi hostayî hatin vala derxistin. Dewleta tirk a ku bi vê yekê nekarî encamê bigire, bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî hem sûcê şer û hem jî sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Tevî êrîşên qirêj ên dewleta tirk a dagirker, hevrêyên me yên ku di bin şert û mercên herî dijwar de li Werxelê berxwedaneke bi heybet didomînin, li dijî êrîşên dagirkeran berxwedanê bilind dikin û bi pratîkek bêhempa careke din nîşan dan ku ew milîtanên hêja yên Rêberê me, Şehîdên me û gelê me ne. Hevrêyên me Cûmalî, Çavrê, Amara, Mahîr û Dilvîn ên ku serbilindahiya Têkoşîna me ya Azadiyê ne, di êrîşên kîmyewî yên nemerdane ên dewleta tirk a dagirker a 5’ê cotmehê li Werxelê pêkanî de, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û bûn nemir. Berxwedana şehîdên me yên pîroz û agahiyên nasnameya wan ên berfireh wê piştre bi gelê me yê welatparêzê ku Egîdan diafirîne û raya giştî re were parvekirin.

Bi çekên giran li leşkerên tirk ên dagirker hatin dayîn

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Herêma Heftanînê de:

8’ê cotmehê saet 11:20’î dagirkerên li silsileya Girê Koordîne ya devera Pîrbûla ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de cihên hatin hedefkirin, hatin lêdan.

Herêma Zapê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de:

8’ê cotmehê saet 15:00’an dagikerên li Kela Bêdewê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li wan dan. 9’ê cotmehê saet 06:55’an dagikerên li Girê Şehîd Serxwebûn jî bûn hedefa çekên giran ên hêzên me. Di van du çalakiyên hatin kirin de, hedefên hatibûn nîşandan hatin lêdan û li ser windahiyên dagikeran agahiyên zelal nehatin girtin.

Êrîşên hewayî

8’ê cotmehê saet navbera 09:50-15:00’an de balafirên şer li devera Banista û Tabûra Ereban a Avaşînê firiyan.

8’ê tîrmehê saet navbera 10:00-19:00’an, balafirên şer bombe li Kanîserkê, Yekmalê û Çemankê yên girêdayî Garê û gundê Çemrobotkî barandin.

8’ê cotmehê saet 09:50’an û navbera 14:30-15:00’an balafirên şer li devera Banista û Tabûra Ereban a Avaşîn firiyan.

8’ê cotmehê saet navbera 20-30-21:30’î, balafirên şer devera Tîpa T a Zapê bombe kirin.

8’ê cotmehê saet navbera 20:30-00:20’î, balafirên şer li deverên Marvanos, Tabûra Ereban, Werxelê, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman ên Avaşîn firiyan. Heman saetan, balafiran bombe li Girê Şehîd Rizgar û devera Werxelê barandin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar