Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi rojiya mirinê dikin – HAT NÛKIRIN

Li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtiyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku asta berxwedana grevên birçîbûnê pêleke din bilind dikin û sibê 15 girtî dest bi rojiya mirinê dikin. Navê girtiyên ku dest bi rojiya mirinê bikin hatin aşkerakirin

Berxwedana grevên birçîbûnê ku  bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatiye destpêkirin dewam dike. Li zindanên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û girtiyan têkildarî greva birçîbûnê daxuyaniyeke nû weşandin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di destpêka daxuyaniyê de pergala modernîteya kapîtalîst rexne kirin û wiha gotin: “Parazvanên modernîteya kapîtalîst her cure mêtingerî, paşverûtiyê ji xwe re mubah dibînin û diziya wan a herî mezin ew e ku şexs ji civakê qut dikin û didizin. Dixwazin nîjadeke xwedî yek reng, yek ziman û yek çand biafirînin û li ser esasê şibandina hev çerxa xwe dizivirînin. Derdê parazvanên pergala modernîteya kapîtalîst azadî û demokrasî nîne, kaosên civakî derdixin û bi polîtîkayên pêş dixin ve dawiya xwe tînin. Nemaze jî civaka kurd parçe dikin, her cure zilma li ser kurdan rewa dibînin, ji ber ku dizanin gelê kurd girêdayî heqîqeta azadiyê û nirxên xwe ne û tu caran dev ji berxwedanê bernadin. Bi zexeliyê tevahiya civakê parçe dikin, lê divê were zanîn ku nirxên civakî yên gelê kurd pir zexm in û hilnaweşin.”

‘Faşîzma AKP û MHP’ê tehemûlî kurdan nakin’

Girtiyên siyasî diyar kirin ku AKP û MHP tehemûla kurdan û nirxên kurdan nakin û wiha hat gotin: “Parazvanên pergala modernîteya kapîtalîst bi destê xwe zindana Îmraliyê ava kirin û ev yek jî karakterê wan radixe ber çavan. Li zindana îşkenceyê ya Îmraliyê Rêberê me di tecrîdeke giran de ye û heman zîhniyet û nêzîkatî îro jî dewam dike. Faşîzma AKP û MHP’ê tehemûlî kurdan û nirxên kurdan nakin û pir aşkera polîtîkayên îmha û înkarê dimeşînin. Ji bo tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe, li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê berxwedana rûmetê pêş dikeve, beden dimirin û nedîtin û nebihîstina vê tê wateya ji însanbûnê dûrketinê. Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me û gelê me were rakirin em 134 roj in di greva birçîbûnê de ne û ev biryariya me xewa faşîzmê diherimîne.”

‘Bila beriya her tiştî tecrîd were rakirin’

Girtiyan dan zanîn ku pêngava ‘Em faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ bi grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin û li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê dewam dike û wiha hat gotin: “Komara Tirkiyeyê li gorî qanûnên ku diyar kiriye tevnagere û ev jî tê wê wateyê ku ev komar rewa nîne. Welat bûye qurbana rejîma yek zilam, behsa mayîndetiya (beka) xwe dikin lê di esasê xwe de dixwazin mayîndetiya îktîdara xwe biparêzin. Ger wezîrên dewletê û Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM), di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de samîmî bin bila beriya her tiştî tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bikin û şertê jiyana azad û xebatê ya Rêbertiya me were afirandin.”

Rexne û aciziyên dîlên azadiyê

Girtiyan bibîrxistin ku bi hezaran girtî li zindanan di grevê de ne, helwesta Wezareta Dadê û TBMM’ê rexne kirin û wiha gotin: “Li zindanan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne, Wezîrê Dadê têkildarî mijarê gotinekê nabêje û ev yek bêedaletî ye. Serokê TBMM’ê bi parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven re têkilî danayne û bi vî rengî gel û îradeya gel nas nakin. Deklarasyona ku ji aliyê me ve hat ragihandin li gorî makeqanûnê ye û li welat kesên jixwe re dibêjin çepgir, sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, sazî û partî li deklarasyona ku ji aliyê me ve hatiye aşkerakirin xwedî dernakevin û ev yek mirovan diêşîne.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kirin ku asta berxwedanê pêleke din jî bilind dikin û dest bi rojiya mirinê dikin û wiha hat gotin: “Li ser vê esasê em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li dijî kesên ku li hemberî mirovan rêzgirtin û hesasiyeta wan nemaye asta çalakiya xwe bilind dikin û em ji hemû raya giştî re radigihînin ku ji 30’ê nîsanê pê ve em dest bi rojiya mirinê dikin. Wekî girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê û wekî şopdarên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, em ê çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi awayekî rêxistinkirî û bi koordîne bimeşînin. Li ser vê esasê ji bilî hevalên me yên ku navê wan li jêr hatine aşkerakirin dê hevalên din greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidomînin. Me berê jî ji raya giştî re aşkera kiribû ku ger xalên deklarasyona me bikevin meriyetê û bênavber ev xal pêk bên, em ê greva birçîbûnê bi dawî bikin. Divê were zanîn ku em nahêlin kesek biryariya berxwedana me biceribîne. Ji bo xalên deklarasyona me bikevin meriyetê û ji bo rakirina tecrîdê ger samîmî bin, muxatabê wan li zindanan em û pêşenga berxwedanê parlamentera me ya hêja Leyla Guven e.”

Girtiyên siyasî bang li hemû girtiyan kirin ku li ser esasê rêxistinbûyînê tevbigerin û bi şexsî tevnegerin.

Navê 15 girtiyên ku sibê dê dest bi rojiya mirinê bikin wiha ne;

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek

Ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan

Ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk

Ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

‘Mifteya jiyana azad Rêber Apo ye’

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kirin: “Pêwîste were zanîn ku di vê pêvajoyê de li hemberî zextên faşîzmê em tu caran dev ji berxwedanê bernadin. Em li hundir li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin û bi baweriya ku bi berxwedanê em ê bi ser bikevin, em bedena xwe datînin holê. Tiştên ku hinek kes bi darê zorê dikin, em bi evîneke mezin pêk tînin. Em dizanin ku mifteya jiyana azad û demokratîk Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Rêbertiyê xwedî derkevin. Em bang li hemû demokrat, rewşenbîr û akademîsyenan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Ên ku qêrîna me nabihîzin û nabînin bila însanbûna xwe lêpirsîn bikin. Em ê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û teqez em ê bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar