Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

15 gundî bi îdiaya ‘sîxurtiyê ji Îranê re dikin’ hatin girtin

Ji 41 welatiyên di 14’ê gulanê de li Wanê hatine binçavkirin 15 jê bi îdiaya ‘ji Îranê re sîxurtiyê dikin’ hatin girtin. Di îdianameyê de gotinên weke ‘emanetê min jî bir nekî’ weke delîla sîxurtiyê hatiye destnîşankirin

Hêzên artêşa tirk di 14’ê gulanê de gundên Bakişik û Turgalî jî di nav de li gelek deverên Wanê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 41 kes binçav kirin. Welatî piştî ku 4 rojan di binçavan de man, derxistin pêşberî dozger. Ji van welatiyan 15 jê bi îdiaya ‘sîxurtiyê ji Îranê re dikin’ hatin girtin û 26 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Gotinên weke ‘emanetê min ji bîr neke’ ku welatiyan di telefonê de bikaranîn, weke xebata sîxurtiyê hate nirxandin. Li gorî agahiyan, di demên dawî de bi taybet jî li ser şêniyên gundên Turgaliya Jor ku qetlîama ’33 guleyan’ lê hatibû kirin, zextên giran hene.

Di 20 salan de 200 kes hatin qetilkirin

Şêniyên gund têkildarî mijarê axivîn û gotin ku heta niha sînor derbas dikirin û mazot di anîn. Şêniyan da zanîn ku di nava 20 salên dawîn de 200 kesên ku çûne mazotê hatine qetilkirin û ev agahî dan: “Dixwazin me neçarî xwe bikin. Qereqol, têlên bi dirî û dîwar lê kirin. Niha jî me bi sîxurtiyê sûcdar dikin. Dixwazin gundên li ser sînorên Îranê koç bikin. Gotinên me yên weke ‘emanetê min ji bîr neke’ di îdianameyê de weke karê sîxurtiyê hatiye destnîşankirin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar