Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

150 kes ji bo greva birçîbûnê nobet dan destpêkirin

Komek ji 150 kesan pêk tê bi boneya destekdayîna greva birçîbûnê li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya nobetê kirin

Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulxalik Kurt û Yusuf Ateş ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ji van 7 endamên 4 jê hatin girtin û 3 kes jî hêj di binçavan de ne. Parlamenter li avahiya HDP’ê ya Amedê çalakiya xwe didomînin. Komek di nav de rêveberên HDP, DBP, ESP, nûnerên saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên DBP’î yên ji wezîfeyê hatin girtin û xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji 150 kesan pêk tê ji bo destekdayîna çalakiyê li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya nobetê kirin.

Beriya çalakiya nobetê parlamenterên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de ne daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê ji bo qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê rêz hat girtin.

Pişt re parlamenter Murat Sarisaç ê di greva birçîbûnê de ye axivî û bal kişand ser Komkujiya Helepçeyê û wiha got: “Gelê kurd 31 sal berê li Helepçeyê ji aliyê rejîma faşîst a Baasê ve hat qirkirin. Bi hezaran kes hatin şehîtkirin. Lê yên ku ji ser rûyê erdê hatin paqijkirin û çûn ne gelê kurd bû, rejîmên faşîst bûn.”

‘Bi tecrîdê dixwazin gelê kurd qir bikin’

Sarisaç anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin kesên beşdarî greve bûn gihîştiye bi hezaran kes û wiha domand: “Dixwazin bi tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan gelê kurd tecrîd û qir bikin. Bloka faşîst a AKP û MHP’ê vê yekê ji nedîtî ve tê. Gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikin qurbanê pirsgirêka ‘beka’ ya xwe. Wê tu demê polîtîkaya qirkirinê negihîje armanca xwe. Ji bo demildest dest ji vê şaşîtiyê berdin me dest bi greva birçîbûnê kiriye.”

Hewl didin çalakiyan bitepisînin

Di berdewamê de Sarisaç da zanîn ku dixwazin çalakiyên greva birçîbûnê bitepisînin û wiha pêde çû: “Hikûmet çi dike bila bike ev tecrîd ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin. Ji bo şikandina rûmeta neteweyekî tecrîdê kûr dikin. Dixwazin nirxên gelê kurd tune bikin û civaka me biqedînin. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna xwe derkevin.”

Ji bo piştgiriyê du rojan nobet

Sarisaç diyar kir ku ew nehêlin ku ji zindanan cenaze derkevin û wiha got: “Gelê me yê hêja ji bo destekê bide girtiyan û çalakiya greva birçîbûnê dê li dijî êrîşên faşîst du rojan nobetê bigire.”

Her wiha Sarisaç di dawiya axaftina xwe de çalakiya Leyla Guven silav kir û got ku heta daxwazên wan bên cih dê ji daxwaza xwe venegirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar