Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

150 rêxistinan deklarasyona hevpar ji bo grevên birçîbûnê weşand

150 saziyên ji rêxistinên civakî yên sivîl pêk tên têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniya hevpar dan û wiha gotin: “Divê qanûn bi awayên wekhev pêk werin. Parastina mafê jiyana girtiyên di girtîgehan de wezîfeya dewletê ye.”

Li Stenbolê 150 saziyên ji parêzvanê mafên mirovan, sendîka, hiqûq û rêxistinên demokratîk û gelek partiyên siyasî pêk tên têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyan deklrasyonek hevpar weşandin. Nûnerên saziyan li avahiya ÎHD’a Stenbolê civîn li dar xistin û pankarta “Em jiyanê diparêzin, bila hiqûq pêk were û kes nemire” daliqandin.

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî beriya aşkera kirina deklerasyonê axivî. Yolerî diyar kir ku bêyî ku kes jiyana xwe ji dest bide divê ev pêvajo bidawî bibe û ev tişt anî ziman: “Em parçe parçe dixebitin. Di xebatên me de hem şopandina pêvajoyê tê kirin û hem jî ji bo çareseriyê di nava lêgerînê de ye. Rewşa girtiyan xeterdar e. Nexweşînên wan derketine. Gelek girtiyan dawî li jiyana xwe anî. Bêyî ku kes jiyana xwe ji dest bide divê ev pêvajo bidawî bibe. Me deklarasyonek ava kir. Pêvajo pir lezgîn e û me di demek kin de vî karî kir. Em 150 sazî hatin gel hev û me deklarasyonek amade kir.”

‘Grevên birçîbûnê demsalek li pey xwe hişt’

Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) Dr. Umît Bîçer deklarasyona hevpar xwend. Deklarasyon wiha ye: “Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji 8’ê mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. ji 1’ê adarê ve grevên birçîbûnê li tevahiya girtîgehan belav bû. Greva birçîbûnê demsalek li pey xwe hişt. Greva birçîbûnê gelek mezin e û ji bo em wek civak di bin encamên wê de nemînin gihîştiye asta krîzek mirovî.

Çakiyên grev ji bo daxwazek rewa hat destpêkirin. Rewşekê protesto dikin. Ji bo bi mirinan bi dawî nebe her kesê xwedî wîjdan xwedî vê êşê ye. Girtî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn. Ev rewş dide nîşandan ku çalakî ketine astek xeterdar. Ji bo rê li ber deriyên xeterdar venebe divê heyetên serbixwe dikaribin biçin wan bibînin.

Divê qanûn bi awayên wekhev pêk werin. Parastina mafên jiyana girtiyên di girtîgehan de wezîfeya dewletê ye. Bi daxwazek hiqûqî dest pê kiriye. Ji bo daxwaza çalakgeran bigîhîje çareseriyê ji bo îktîdarê qet jî ne zor e. Ji bo vê yekê pêdivî bi qanûne çêkirinek nû jî nîne. Heke qanûn û makeqanûn wekhev pêk werin dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Tu tiştek ji jiyanê ne pîroztir e. Ji bo hin mirin pêk neyên û rê li ber astengiyên mirovan venebe divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan û em dixwazin bi rêyên demokratîk were çareserkirin.”

‘Deng bidin banga me’

Cîgirê Seroka Giştî ya EMEP’ê Levend Tuzel jî axivî û wiha got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe bendemayîna mirovan a bêçare mijara gotinê ye. Em tenê dixwazin hiqûq pêk were. Bila daxwaza wan pêk were. Li Tirkiyeyê grevên birçîbûnê ne nû ye. Em naxwazin wek pêvajoyên berê pirsgirêk bijîn. Bi rastî jî demokrasiyek bibe, divê deng bidin qîrîna vê daxwazê û banga me.”

‘Bila hiqûq ji bo her kesî pêk were’

Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) nivîskar Ayşe Berktay jî ev axaftin kir: “Xwedî derketina jiyanê xwedî derketina daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ye. Heke em jiyanê diparêzin em dibêjin bila hiqûq ji bo her kesî pêk were.” STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar