Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Şehîd Welat Alikî heta nefesa dawî li dijî dijmin şer kir

HPG’ê daxuyand ku hevrê Welat di êrîşa dijmin a 27’ê kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê bi hevrêyên me Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay re berxwedaneke destanî pêş xist, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû û wiha got: “Hevrêyê me Welat bû nûnerekî girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê azadiyê Welat Alikî yê li Bagokê şehîd bûbû aşkere kir. HPG’ê bi taybetî ji malbata wî ya hêja û hemû gelê welatparêzê Kurdistanê re sersaxî dixwazin û soza xwe ya girêdana bi bîranîna hevrêyê xwe dubare dikin.

“Di daxuyaniya me ya 6’ê Çileya 2024’an de; me agahî parve kir ku di 27’ê kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê ya Mêrdînê di navbera artêşa tirk a dagirker û hevalên me de şer derketiye û di van pevçûnan de 3 hevrêyên me şehîd bûne. Di heman daxuyaniyê de me nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay aşkere kiribû û diyar kiribû ku dema nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd eşkere bibe em ê bi gelê me û raya giştî re parve bikin. Aşkere bû ku hevrêyê me yê şehîd Welat-Raman Celal e.

Hevrêyê me Welat ê ku bi armanca sereke ya azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşînê bû û bi vî rengî xwe fedaî gelê me kir. Têkoşîna azadiyê ya ku li Rojava dabû destpêkirin, li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam kir û paşê li Bagokê ya ku malovaniya bi sedan mîlîtanên leheng dike derket lûtkeyê. Hevrêyê me Welat çiyayê nepenê yê di zarokatiya xwe de armanc dikir rojekê wê xwe bigihîne Bagokê, weke gerîlayê azadiyê bi serbilindî xwe gihandê û bi têkoşîna xwe îspat kir ku ew sînorê bi têlên rêsayî danibûn pêşiya gelê me bê wate kir. Hevrêyê me Welat ê ku sînorên dagirkeran nas nekir, di heman demê de bû mînaka herî şênber a parçekirina sînorên ku dagirkeran dixwestin di hiş û dilê gelê me de biafirînin. Hevrêyê me Welat bû nûnerê girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.

Em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wî ya hêja û hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe ya girêdana bi bîranîna hevrêyê xwe dubare dikin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Welat Alikî wiha ne:

Nasnav: Welat Alikî

Nav paşnav: Raman Celal

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navê dayik û bav: Mutîa – Lokman

Dem û cihê şehadetê: 27’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn

Hevrêyê me Welat li bajarê Qamişlo yê ku bi berxwedanê di nava dîroka Kurdistanê de cih girtiye di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Welat ku bi eslê xwe ji koçerên Sêrtê bû, piştî ku bi salan li Nisêbînê ma, neçar ma koçî Qamişloyê bike. Ev rewş bû sedem ku hevrêyê me Welat ji biçûkatiya xwe ve lêpirsîna hin tiştan bike. Hevrêyê me yê ku hewl dida sedema sînorên ku dijmin li Kurdistanê xêz kirine fêm bike, tu carî hebûna van sînoran qebûl nekir. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku her tim rûyê xwe ber bi Bagokê ve dikir û xeyala dîtina axa ku malbata wî jê hatibû û li wir bijî dikir. Hevrê Welat ê ku bi çand û perwerdehiya ku ji malbata xwe wergirtiye li gorî esasê Kurdayetiyê mezin bû, bi saya hişmendiya kûr a welatparêziyê di temenê xwe yê ciwan de bi pêşengiya partiya me PKK’ê têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrêyê me yê ku zarokatiya xwe bi guhdarkirina destanên berxwedanê yên gerîlayan bi taybet gerîlayên Bagok derbas kir, tevlîbûna gerîla bû xeyalê wî ya herî mezin. Hevrê Welat ê ku tevî ku di dibistanên rejîmê de xwendiye jî parastina ziman û çanda xwe ji bo xwe esas girt jî, bi xebatê hewl dida debara jiyana malbata xwe bike. Bi saya van taybetmendiyan bû xortekî têgihîştî ku ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin û rêz jê re digirtin. Pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, weke hemû gelê me bandoreke mezin li ser hevrêyê me Welat kir. Bi taybetî fedekariya milîtanên Apoyî yên ku di destpêka şoreşa azadiyê de nas dikir, bala hevrêyê me Welat kişand. Li hemnerî êrîşên çeteyan ji gelek herêmên Kurdistanê milîtanên yên fedaî hatin û şoreşa azadiyê parastin û ev yek bû sedema herî mezin ku hevrêyê me Welat tevlî têkoşînê bibe.

 

Li ser vê bingehê di sala 2013’yan de bi îrade û biryardariyeke mezin tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrê Welat du salan di nava refên berxwedanê de cih girt, di vê pêvajoyê de di aliyê leşkerî de xwe pêş xist. Li dijî êrîşên çeteyên yên li hemberî destketiyên gelê me tevlî gelek pêngav û çalakiyna bû, bi dayîna berdêlên mezin hewl da destketiyên gel biparêze. Hevrêyê me Welat ê ku di dema xwe ya li nava refên berxwedanê de bû şahidê lehengiya gelek milîtanên Apoyî, wan ji xwe re mînak girt. Hevalê me bi zanebûna ku ruhê fedayî yê di van hevrêyan de derketiye holê ji bîrdoziya wan e, hevrêyê me ji bo naskirina felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kedeke mezin da. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li gelek cihan li dijî gelê me û bi taybet gelê me yê êzidî yê Şengalê komkujî pêk anîn û dewleta Tirk a qirker piştgirî da van êrîşan, bû sedem ku hevrêyê me Welat bigihêje biryardariya berfirehkirina têkoşîna xwe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi vî rengî hevrêyê me Welat xeyala xwe ya zarokatiyê bi cih anî. Piştî perwerdeya demkurt çû Şengalê û alîkariya gelê me yê êzidî kir. Hevrê Welat xwe bi tevahî diyarî parastin û azadiya gelê me kir û bi moral û coşeke mezin cihê xwe di nava berxwedana Şengalê de girt. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana sûcê qirkirina çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me kiriye ji xwe re armanca, li dijî çeteyan bi taybet di pêngava azadkirina Şengalê de cih girt. Hevrê Welat bi cesaret û hêza têkoşînê di rizgarkirina Şengalê kedek mezin da, di heman demê de bi sekna xwe ya mutewazî û têgihîştî di jiyanê de hurmeta hevrêyên xwe û gelê me yê Êzidî bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li Şengalê erka xwe bi serketî bi dawî kir, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku di hesreta wê hebû. Hevrêyê me yê ku dixwest demek dirêj li çiyayên ku berê demeke kurt lê mabû bimîne, bi her nefesa ku dikişand hest dikir ku ji nû ve ji dayik dibe. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku bi çiyayan re bûye yek û bi jiyana komînal a gerîla re gihiştiye azadiya rast, ji bo berfirehkirina têkoşînp xebatên xwe xurtir kiri. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk di dema Berxwedana Serdemê ya Rêveberiya Xweser li ser gelê me pêk anî û tecrîda li ser Rêber Apo têmeşandin  weke armanca xwe ya sereke danî pêşiya xwe û vê yekê jî derbasbûna bakurê Kurdistanê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku divê di taktîkên gerîlayên serdema nû de xwe kamil bike, dest bi perwerdeya pisporî kir. Hevrêyê me yê ku di gelek beşan de firsenda xwe perwerdekirinê dît, ji bo biçe Bagokê ku cihê destanên lehengiya gerîla ku di zarokatiya xwe de lê guhdarî dikir, xwe pêşniyar kir Hevrêyê me Welat ku demekê di xebatên cuda de cih girt, bi performansa xwe ya serketî û bi tevlîbûna xwe ya rast di xebatên ku beşdar bû de baweriyê da hevalên xwe. Hevrêyê me yê ku gelek caran pêşniyara xwe ya çûyîna Bagokê bi hevalên xwe re parve dikir, ji bo bigihêje armanca xwe di vê wateyê de kedeke mezin da. Hevrê Welat ku piştî hewldaneke dirêj hevrêyên xwe qanih kir, di dawiyê de gihişt armanca xwe û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.

Hevrê Welat ku dema derbasî herêma Bagokê bû ji zehmetiyên ku dê pê re rû bi rû bimîne dizanibû, bi coş û kelecana gihiştina armanca xwe di demeke kin de van zehmetiyan derbas kir. Hevrêyê me yê ku îradeya wî ya têkoşînê di dilê wî de roj bi roj mezin dibû,  berpirsyariya dîrokî ya ku hilgirtibû ser xwe bû bi fedakarî pêk anî. Hevrêyê me Welat ku her kêliya xwe ji bo çalakiyên li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk derbas dikir û dizanîbû ku tenê bi vî rengî wê bîranîna hemû şehîdên me bi taybetî jî şehîdên Botan Hakkarî, Soro Amed, Zinarîn, Xebatkar, Medya û Cuma wê zindî bihêle. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna gelek çalakiyên li herêma Bagokê, firsenda pêkanîna lêhûrbûna xwe bi dest xist. Hevrêyê me Welat ji bo serketina Şerê Gel ê Şorşegerî di nava rêxistinkirina gelê me de cih girt, lji bo welatparêziya gelê me yê Mêrdînî di nava hewldana xurtkirina têkoşînê de bû. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku tenê bi vî rengî em dikarin bibin layiqî gelê xwe yê welatparêz, têkoşîna xwe roj bi roj mezin kir. Hevrêyê me Welat bi kesayeta xwe ya rast, dilpak û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re dihat naskirin, hezkirina hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re xebatî û gelê me yê Mêrdînê bi dest bixe.

Hevrê Welat di êrîşa dijmin a 27’ê kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê bi hevrêyên me Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay re berxwedaneke destanî pêş xist, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Welat ê ku bi fedaî li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe da, heta dawiyê girêdayî rêgezên milîtaniya Apoyî ma û xeyalên wî Kurdistaneke azad bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar