Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî cejna neteweyî ya gelê kurd e

Di diroka hemû gel û neteweyan de rojên girîng û taybet hene. 15’ê Gulanê jî roja Cejna Zimanê Kurdî ye û ji bo gelê kurd rojeke giring û pîroz e. Loma jî gelê gelê kurd ji bo balkişandina girîngiya Zimanê Kurdî  li her devera ku lê dijî çalakiyan li dar dixe, şahiyan pêk tîne.

Bêguman ziman hebûna mirovan, siberoja gelan e. Ziman, di heman demê de hebûna civak û neteweyan e. Ziman, ji bo jiyana civakan nebe nabe ye. Jiyana civakan bi zimanê wan rengîn û watedar dibe. Ku ziman qels û lewaz be, gotin nikare ramanê vebêje.

Ligel ku ziman wekî hêmaya xwe îfadekirina mirovan, rêk û pêkiya dengan, kîte, peyv û  ahengiya koma hevokan û dengan were ravekirin jî, gava ku em ji aliyê domdarî  û dahatuyê ve  dinirxînin çand, bîr û bawerî, kevneşopî, avahîsazî, teknolojî, muzîk, xwarin û vexwarin, cil û berg, rabûn û rûniştin, nirx û rûmetên civakan ên  pîroz, bi bikaranîna gotin, vegotin û nivîsê ango bi ziman heyî dibin.

Ziman hebe, gel û netewe hene. Ziman nebe, tune û wenda ne. Lewre gel, netewe, welat û heta mirov dikare bêje erdnîgarî jî navê xwe ji zimanê xwe digirin. Ziman ji bo hemû gelan nirx û diyardeyeke sereke ye. Ziman stûna bingehîn a hebûna netewebûnê ye. Loma jî divê têkoşîna herî xurt û dijwar di warê ziman de were meşandin.

Gotineke pêşiyên kurdan heye “Her teyr bi zimanê xwe dixwîne” divê kurd jî bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin û bi zimanê xwe bijîn. Divê gelê kurd heta ku mafê xwe yê herî xwezayî û gerdûnî, ango perwerdehiya bi zimanê kurdî ya ji pêşdibistanê heta zanîngehê bidest bixe, bênavber têkoşîna xwe bidomîne.

Di têkoşîna gelan de xwedîderketina ziman, bikaranîn û pêşxistina ziman lingê herî giring ê têkoşîna ziman ê jiyanî û jêneger e. Radeya ku têkoşîna gelê kurd gihiştiyê vê rastiyê nîşan dide.

Gelo di cîhanê de çend gel, çend rêxistin, çend tevgerên ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin, têkoşîna xwe, polîtîka û siyaseta xwe bi zimanê serdestên xwe dimeşînin?

Ev jî pirs û mijareke hêjayî lêkolînê ye. Em biryaran digirin û dibêjin ji îro û pêve kurd, nemaze serok û rêveberên sazî û dezgehên kurdan di hemû kar û xebatên xwe de, di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê bav û bapîrên xwe, dayîk û dapîrên xwe biaxivin, bikar bînin, roja din dîsa zimanê jiyana me bi tirkî ye. (ji bo bakurê Kurdistanê) Em biryaran digirin û van biryaran binpê dikin.

Divê biryarên me li gorî rastiyên civaka kurd bin. Tenê bi “biryar” girtinê em nikarin şopên zext, zor û bişaftina ku li ser zimanê kurdî pêk hatiye beralî bikin û ji wan rizgar bibin, zimanê serdestan jî ji jiyana xwe derxînin. Li tu devereke dinyayê pêşkêş û pêşeng, siyasetmedar, parlementer û şaredarên ku nûnertiya gel an jî neteweyekî dikin û bi zimanê wî gel û neteweyî nizanibin tune ne, nayên dîtin jî.

Niha tiştê ku bi pêşengiya HDP’ê, bi feraseta wekheviya gelan û li ser bingeha neteweya demokratîk pêk tê ji bo ji holê rakirina vê nakokiyê bixwe ye. Ango hemû namzetên ku nûnertiya reng û dengên cuda bikin dê bi zimanê wan biaxivin û bijîn.

Wê demê dê rengê Anatolya û Kurdistanê tev li hev bibin û bibin bexçeyê gelan. Gulistana gelan, dê wê demê pêk were, hemû rengan di nava xwe de bihewîne, bi wate bibe, binê gotina wekheviya gelan tije bibe û armanca yekitî û hevgirtina gelan pêk bê. HDP Partiya demokratîk a gelan e. Hem bi navê xwe, hem jî bi armanc, rol û mîsyona xwe ji bo wekheviya hemû reng, deng, ol û baweriyan xwedî bernameyeke bi nirx, rûmet û pîroz e.

Lê belê HDP nabêje dema wekheviya gelan pêk were êdî pêdiviya gel û neteweyan bi parastin û pêşvebirina çand, ziman  û hevgirtinê namîne. HDP dibêje ji bo ku bexçeyê gelan pêk bê û hemû reng û deng xwe di vî bexçeyî de bibînin, divê zêdetir di parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî de bi israr bin.

Ango gelê kurd ê ku di dîroka komara Tirkiyeyê de herî zêde rastî zext, zor û polîtîkayên bişaftin, înkar û tunekirinê hatiye, ji bo ku van şaşiyên di dîrokê de hatine kirin bên sererastkirin, divê di serî de  siyayetmedar û hemû kesên  ku nûnertiya gel dikin, zêdetir di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de israr bikin.

Ji bo ku zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, bi zimanê xwe biaxivin, bixînin, binivîsin bi zimanê xwe bijîn û bi rengê xwe gulistana gelan bixemilînin.

Ji bo vê jî, divê di serî de xebatên xurt, bi rêk û pêk bên meşandin, bingeh û binesazî bên danîn. Ji bo ku bikaribin zimanê serdestan ji jiyana xwe dûr bixin, demekê diyar bikin. Ev dem 5-10 sal kêm an zêde jî dibe. Ango demeke ku pêwistî pê heye.

Di vê dema pêwist a diyarkirî de hemû siyasetmedar û rêveberên sazî û dezgehan û gel bi tevayî  kêmasiyên xwe yên di warê zimanê xwe de bi xebat û plansaziyeke xurt temam bikin, ji bandora zimanê serdest derkevin û vegerin ser rastiya xwe.

Piştî bidawîbûna vê dema diyarkirî, kesên ku bi zimanê vî gelî nizanibin, siyaset û jiyana xwe bi zimanê vî gelî nemeşînin, jiyaneke kurdewar di kesayetiya xwe de nedin rûniştandin;gelê kurd ji bo keyatiyê jî dengê xwe nede wan.

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li gelê kurd pîroz be…

An nebêjin em kurd in, an bi kurdî biaxivin (Celaded Elî Bedirxan)

Nûçeyên Têkildar