Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hişmendiya jiyana bi kurdî ye

Gelê kurd, li Kurdistan û çar aliyê cîhanê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi rihê cejna neteweyî pîroz dike.

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bingeha xwe ji destpêkirina weşana kovara Hawarê digire ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, ji bo kovareke bi kurdî û tîpên latînî xebat meşandin.

Kovara Hawarê 15’ê Gulana 1932’yan dest bi weşanê kir û weşana Hawarê bu danîna bingeha alfebeya kurdî ya bi tîpên latînî.

Di rûpela yekemîn a hejmara yekemîn a kovara Hawarê de nivîsa; “Hawar dengê zanînê ye.

Zanîn xwenasîn e.

Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Yên ku xwe nas bikin, dikarin xwe bidin naskirin.

Hawara me, dê di serî de zimanê me bide nasîn. Lewma ziman, şertê heyînê yê pêşîn e”

Bi vî awayî, kovara Hawarê di heman demê de bû hawara zimanê kurdî û bingeha alfabeya zimanê kurdî ya bi tîpên latînî hat avakirin.

Ji 15’ê Gulana 1932’yan heta vê demê, gelê kurd alfabeya ku Celadet Elî Bedirxan bingeha wê daniyê esas girtiye, bi sedan pirtûkên perwerdehiyê, bi hezaran roman, çîrok, gotarên wêjeyî û zanistî bi vê alfabeyê hatine nivîsandin.

Zarok û neviyên Celadet Elî Bedirxan jî, li vê mîrateya bav û bapîrên xwe û dayîk û dapîrên xwe xwedî derketin û di sala 2006’an de 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî îlan kirin.

Ji sala 2006’an heta vê demê gelê kurd 15’ê Gulanê weke cejna xwe ya neteweyî pîroz dike.

Di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de daxwaza gelê kurd a “Bila Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê”  digihîje asta herî jor.

Gelê kurd, dê gotina Celadet Elî Bedirxan a “Ziman şertê hebûnê yê pêşîn e” ji xwe re bike felsefeya jiyana bi rûmet a bi zimanê kurdî xemilandî.

Zimanê kurdî zimanê tevahiya gelê kurd û xemla mala kurdan e.

Pêwîst e, dê û bavên kurd girîngî, qîmet û rûmeta vê xemla mala xwe bi zarokên xwe bidin zanîn ku zarok jî  bi vê hişmendiyê jiyana xwe bi zimanê kurdî bixemilînin.

Bi zarokan re çêkirina hişmendiya ziman peywir û berpirsiyariya dê û bavên kurd e. Ev jî bi axaftina dê û bavan a bi zarokên xwe re pêkan e.

Ev israra axaftina bi zimanê xwe, ya dê û bavên kurd a bi zarokên xwe re, dê karibe veguhere, helwest, hişmendî û hişyariya neteweyî û zimanê kurdî ji nava malê dest pê bike, li kuçe û kolanê, sûk û bazarê, dadgeh û dibistanê bibe zimanê jiyanê.

Zimanê kurdî, xerca yekîtî û hevgirtinê, mifteya azadiyê û nîşaneya statûya siyasî ya gelê kurd e. Bi vê rol û rista xwe, xwedî wê hêz û şiyanê ye ku xizmetê ji yekîtiya neteweyî ya gelê kurd re bike.

Bi hêvî û daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

15 ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê me pîroz be.

Nûçeyên Têkildar