Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

 

Rifat Ronî |

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Cejna Zimanê Kurdî bingeha xwe ji destpêka weşana Kovara Hawarê digire ku sala 1932’yan, di pêşengiya afirînerê alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî  Celadet Elî Bedirxan de dest bi weşanê kiriye û alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî, bi destpêkirina weşana Kovara Hawarê re hatiye bikaranîn û rûpelên kovarê xemilandiye.

Gelê kurd ê ku ji despêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê ji bo çand û zimanê xwe, bênavber têkoşînê dimeşîne, 15’ê gulana sala 2006’an weke Roja Cejna Zimanê Kurdî îlan kiriye û her sal vê cejnê bi coş pîroz dike.

Di vê roja cejnê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê (Kurdî) bi dengekî berz û bilind tê kirin û digihîje asta herî bilind. Ji ber ku perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwazeke herî bingehîn, xwezayî û însanî ye û ji bo zarokên hemû gel û neteweyan mafekî gerdûnî ye, gelê kurd jî bi israr û bi biryar daxwaza vî mafê xwe yê bingehîn dike.

Di benda 3’yemîn a xala 26’an a Peymana Mafê Mirovan a Gerdûnî de hatiye diyarkirin ku ‘Biryara hilbijartin û şêwaza perwerdehiya zarokan, mafê dayik bavan ê bingehîn e.’ Her wiha mafê dayik û bavên kurd jî heye ku şêwaza perwerdehiya zarokên xwe ew bixwe hilbêjêrin û diyar bikin. Di sedsala 21’emîn de hîn jî zarokên kurd, di encama polîtîkayên înkarê yên dewletê de, di aşên pişaftinê de tên hêrandin.

Bi milyonan zarokên kurd, ji çand û zimanê xwe qutbûyî û bêpar bi zimanê tirkî tên perwerdekirin.  Ziman stûna bingehîn a gel û neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, gel û neteweyan dike xwedî nasname. Ziman hêmaya hebûna neteweyan û nîşaneya nasnameya gelan e.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xurtkirin, qewîkirin û mayîndekirina vê stûna hebûnê ye. Gelê kurd, li ser bingeha vê rastiyê êdî bi lîstikên AKP-MHP’ê yên wekî; ‘Bila kurd, bi qursan, bi dersên hilbijarî û dibistanên taybet zimanê  xwe fêr bibin’ ku tên wateya israra berdewamiya pişaftinê, naxape û vê bêrûmetiyê qebûl nake.

Li bajarê Amedê ji 1600’î zêdetir dibistanên ku bi zimanê tirkî perwerdehiyê didin hene, lê yek dibisteneke ku ji bo zarokên kurd hatiye avakirin û perwerdehiya bi zimanê kurdî tê dayîn tune ye. Dibistanên ku gelê kurd di sala 2014’an de bi derfetên xwe ji bo perwerdehiya zarokên xwe ava kirin jî ji aliyê AKP’ê ve hatin mohrkirin û hilweşandin.

Ji destpêka avabûna komarê heta vê demê rayedarên dewletê ji bo gelê kurd dibêjin em birayên hev in û zimanê gelê kurd ê (qaşo) birayê xwe qedexe dikin. Li ser birayên xwe qirkirinên çandî pêk tînin. Çand, ziman û nasnameya birayên xwe tune dihesibînin û birayên xwe tune dikin.

Niha jî berdevkên dewletê yên vê demê AKP-MHP bi gotinên; yek al, yek ol, yek netew û yek ziman, di serî de gelê kurd, li ser hemû gel û neteweyên li Tirkiyeyê dijîn tirkîtiyê ferz dikin, hemûyan înkar dikin, tune dihesibînin.

Baweriya gelê kurd bi gotinên AKP-MHP’ê yên biratiya derewîn nemaye. Biratî nîşana wekweviyê ye. Ji hemû maf û azadiyan bi awayekî wekhev sûd wergirtin e.  Ne kuştin, qirkirin, tunekirina zarokan û wêrankirina gund, navçe û bajarên birayê xwe  ye gelê kurd,  jiyaneke bê çand, ziman û nasname tu car qebûl nekiriye û dê tu car qebûl neke. Ji bo jiyaneke hevpar û bi hev re, bikaranîna hemû maf û azadiyan a wekhev jî pîvan û pêwistiyeke jêneger e.

Çawa ku zarokên tirk hemû maf û azadiyan heta dawî bikar tînin, divê zarokên gelê kurd û hemû gelên ku li vî welatî dijîn jî ji van maf û azadiyan sûd werbigirin û li hemû qadên jiyanê van maf û azadiyan bikar bînin.

Ji van maf û azadiyan daxwaza gelê kurd a sereke, ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê, ango perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Heta ku ev daxwaza gele kurd pêk bê, dê têkoşîna gelê kurd bi biryardarî berdewam be.

Bi van hest û ramanan; 15’Ê GULANÊ CEJNA ZIMANÊ KURDΠli gelê kurd pîroz be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar