Zimannasî di sedsalên 18 û 19’an de bi serê xwe û rêk û pêk bû disîplîneke zanistê. Heta wê serdemê zimannasî tune bû û pêdiviyeke zimannasiyê derxe holê jî çênebûbû. Ji wê serdemê şûnde zimannasî di bin sîwana lînguîstîkê de bû xwedî qanûn, rê û rêbaz, disîplîneke wê pêk hat. Pê re qanûn, rê, rêbaz û disîplîneke gerdûnî dirûv girt. Mîna matematik, fizik û zanistên civakî zimannasiyê jî ji bo her zimanî standarteke hevpar derxiste rastê.
Zimanên xwedî statû û dewlet li gorî vê disîplîna zimannasî ango lînguîstîkê xwe rêk û pêk kirin û li her derên wan welatan zimanê herêmî wêdetir zimanê hevpar dirûv girt û teqez bû.
Zimanê kurdî zimanekî bêdewlet û bêstatu ye. Xwedî pir zaravayan e. Heta serdema Hawarê xwendin û nivîsandina kurdî bi alfabeya erebî pêk dihat. Lê alfabeya erebî ji gelek aliyan ve têra îfadekirina kurdî nedikir. Ji aliyê zimannasiyê ve teqezkirin û xilaskirina ji beyariyê ne hêsan bû. Ji ber ku îradeyeke siyasî û statuya wî tune bû, êdî bar mabû li ser milê kesên bixîret û xwedî wijdana hest û ramanên neteweyî yên rewşenbîr û zana.
Serdemeke wisa xedar hebû ku ji bo kurdî û Kurdistanê nefes diçikand. Hilma Lozanê hê li ser welêt bû, dewleteke tune û îmhaker li ser kar bû, kurd bi her awayî di bin teqîbatê de bûn. Ku mirov wan şert û mercên dijwar dipê, rewş ji bo kurdî çiqas ne hêsan bû dikare bibîne. Ku mirov gelek neteweyên xwedî dewlet dibîne ku hê jî ji aliyê zimannasiyê ve xwe teqez nekirine wateya girîngiya hewldanên ku ji bo teqezkirina zimanê kurdî hatine kirin xurtir derdikeve pêş mirov.
Ev hewldan amajeyê li Hawar, Celadet Bedirxan û hevalên wî dike. Kovara Hawar tê hawara zimanê kurdî. Ev gava dîrokî bi Hawarê tê avêtin, di 15ê gulana sala 1932an de kovara Hawarê tê derxistin. Îro ev roj weke Roja Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin û tê pîrozkirin.
Kurdê bê rêziman dibe xwedî rêziman, zanîna zimanê xwe bi haypêbûna zimannasiya gerdûnî. Bingeha zimanê nivîskî bi rêk û pêk tê avêtin. Kingê ev gav tê avêtin kurd dibin xwedî zanîneke gerdûnî û tevî malbata zimanê rewşenbiriya gerdûnî dibin. Belê beriya Hawarê rewşenbiriyeke bi alfabeya erebî jî bi gelek berheman heye lê vê yeke têrê nekiriye û alfabeya kurdî û rê û rêbazên zimanê kurdî bi riya Hawarê hatine pêşkêşkirin. Heta xêreke mezin kiriye ku berhemên hê bi alfabeya erebî kurdî tên amadekirin jî bûne xwediyê rêzimanê û teqeztir bûne. Îro ev rêziman di perwerdeya zaravayên kurdî yên din de jî tê bikaranîn, jê tê sûdwergirtin. Ev ji bo zimanê kurdî (ku bê dewlet e, bê statu ye jî ji zimanê gelek dewletan bêtir an jî herî kêm di asta wan de xwedî rêzimanê ye) gaveke dîrokî ye.
Di pişt perdeya 15ê gulanê Roja Zimanê Kurdî de ked û wateyeke bêhempa heye. Celadet Bedirxan di destpêka derxistina Hawarê de wiha dibêje, ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê ye.’ Bi rastî jî Hawar bû dengê zanînê. Ji ber ku di hîmê wê de hişmendî û zanist heye. Gelê kurd bi awayekî berfirehtir zimanê xwe nas kir, bi riya vê hişmendiyê jî xwe, dîroka xwe, çanda xwe nas kir, ziman ji beyarbûnê derket, ket riya rêkûpêkiyê. Her çiqas gelê kurd hê ji bindestiyê xilas nebûbe jî di riya felat û xweşiyê de para Hawar û ekola Hawarê divê bê bibîrxistin. Celadet Bedirxan û keda wî ya bêhempa neyê jibîrkirin.
Kesekî, saziyekê, rêxistinekê peywir, erk û talîmatek neda pêşiya kadroya Hawarê di serî de Celadet Bedirxan. Ya ku ew xistine nav tevgerê, dînamîzma wan, liv û lebata wan pêk anî xîreta nava dil û mêjiyê wan bû. Heya û namusa wan a ji çand, dîrok û berpirsiyariya welatparêziya wan nisilîbû, talimat ji dile wan, mêjiyê wan hatibû û 15ê gulanê keleheke şahkar ava kiribû.
Celadet Bedirxan û kadroya Hawarê mûyek jî li rê û dirbên ziman zêde kiribin misoger bi riya zanîstî rave kiribûn. Yanî tu hêmayeke belasebeb nîn e wan rave kiribe.
Yên ku îro niquçka li Celadet Bedirxan dixin, daneyên wî diguherînin şevekê xewnekê dibînin, ji asîmanan an jî belkî ji navendên nepen ji wan re talîmat tên; bê mesnet, bê metedolojî, bê ravekirin, her yek rastiyên gundê xwe, ji nişkê ve, bê nîqaş didin ber qada ziman. Dibêjin me wiha kir, hûn dixwin bixwin, hûn naxwin jî nexwin, bizanibin tenê em otorîte ne.
Ev qewimandin rûmeta Celadet Bedirxan û ekola Hawarê kêm nake, bilind dike. Ji ber çi?
Çimkî giştan jî tenê Celadet Bedirxan kopî kirine, piştre tiştên pir piçûk lê guherandine lê dibêjin a me rast e, ya Celadet Bedirxan bidin aliyekî. Lê ji bîr dikin ku teqlîd eslê xwe bilind û bi rûmet dike. Eger ji tiştekî re bibêjin ya me ye û rast e bila kerem bikin weke Margûlof û Erebê Şemo alternatîfekî derxin em bibînin wan tiştek kiriye, ne teqlîd e ya wan e.
Bi vî awayî tenê dikarin bibin ziyankarê ziman. Jixwe rasnivîsa kurmancî kirin hezar parçe, êdî her her kes bi sere xwe otorîte ye. Bi min divê şerm bikin, kingê ku behsa pîrozkirina 15ê gulanê Roja Zimanê Kurdî kirin. Her çend ku ew kiryarên xwe weke serbilindiyekî bibinin jî.
Ligel her hewldanên rûxandina nirxên zimanê kurdî yên ji navxweyî, ekola Hawarê û Celadet Bedirxan sitûna rê û dirbên zimanê kurdî ye.
15ê gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz be.