Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

15’ê Tebaxê deriyê azadiyê ji gelan re vekir

Hin rojên girîng hene tenê wateyekê didin wê rojê. Rojên wisa piştî demekê hêdî hêdî tê jibîrkirin. Lê hin rojên girîng hene di dem û cihê xwe de weke çirûskekê dibiriqe û tariyê vediguherîne roniyê. Bi vê re berê dîrokê diguherîne û dibe hêviya gelan. Ev rojên taybet heta hetayê ji bo gelan dibe çira û rêya wan ronî dike. Ev rojên wiha ne tenê çarenûsa wî gelî diguherîne bi wê re çarenûsa gelan diguherîne. Bi vê guherînê re bandorê li ser her tiştî dike. Tiştên kêm temam dike, tiştên hatine berovajîkirin sererast dike û yên ketî radike ser piyan. Bi kurtasî her tiştî dixe rêya rast. Navê vê jî dibe lêgerînerê heqîqetê. Yek ji van lêgerînerê heqîqetê gelê kurd e. Ji van rojên dîrokî yek jê roja damezrandina PKK’ê ye û ya din jî 15’ê Tebaxê ye. Hev herdu rojên dîrokî heta dawiyê deriyê azadiyê ji gelan re vekiriye û bûye hêviya azadiya gelan. Mînakên vê li cîhanê gelekî kêm in.

Ev 50 sal in gelê kurd bi paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pêşengiya jinên azad bûye şervanê vê heqîqetê. Hîmê vê jî bi damezrandina PKK’ê hate avêtin. Bi têkoşîna berxwedêrên Zindana Amedê re ev yek bû berxwedana ji pola. Ev berxwedana ji pola jî di şeveke tarî ya 15’ê Tebaxa 1984’an de bi fîşeka ji tifinga fermandar Egîd derket, li Dihê û Şemzînanê di mejiyê dewleta dagirker de teqiya. Ne tenê di mejiyê dagirkeran de teqiya, gelê kurd ê ku bi saxî xistibûn gorê ji nû ve zindî kir. Gelê kurd bi 15’ê Tebaxê re careke din ji xewa mirî şiyar kir. Bi vê şiyarbûnê re gelê kurd derfeta ku tola hezaran salan ji dagirkeran hilîne derxist holê. Heke îro gelê kurd bûye pêşengê azadiya gelan ev yek bi dayîna berdêlên giranbuha pêk hatiye û her wiha bi saya rojên wisa girîng ên berê dirokê guherandine pêk hatiye.

Wexta ku em li rewşa îro dinêrin girîngiya van rojên dîrokî baştir dibînin. Îro dewleta dagirker a tirk ji bo gelê kurd qir bike her tiştî dike. Ji çekên kîmyewî bigirin heta pitik, zarok, dayikên kurdan bi awayekî hovane qetil dike. Ger ku gavên wisa nehatiba avêtin îro ne gelê kurd hebû û ne jî hêviya azadiyê bi gelên bindest re çêdibû. Pergala kapîtalist bi vê hêrs û kînê destûra hovîtiyê daye dewleta dagirker a tirk. Ew jî li ber çavên cîhanê bi awayekş vekirî hovîtiya herî dijwar li ser kurdan dimeşîne. Dike û nake nikare berxwedana gerîka bişkîne. Gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe her roj derbê li ser derbê di şexsê dewleta tirk de li pergala kapîtalist dixe. Berxwedana gerîla hatiye asta ku vê dewleta dagirker hilweşîne û cîhanê ji bin nîrê pergala kapîtalist rizgar bike.

Gelên cîhanê yên li dijî kapîtalizmê ne berê xwe dane Rojava. Rojava ji bo wan bûye deriyê azadiyê. Divê baş were zanîn ku ev deriyê azadiyê hêza xwe ji pêngava 15’ê Tebaxê digire. Gerîlayên di tunelên berxwedanê de derbên giran li dagirkeran dixe hêza xwe ji 15’ê Tebaxê digire. Ev hêz berxwedana li dijî pergala kapîtalist derketiye holê hêza xwe ji 15’ê Tebaxê digire.

Bi kurtasî her kes hêza xwe ji pêngava 15’ê Tebaxê digire. Çima ev pêngava dîrokî ewqasî bibandor e? Ji ber ku di nava bêderfetiyê de derfeta azadiyê derxist holê. Ji ber ku tovên azadiyê di dilê gelan de çand. Ji ber ku deriyê azadiyê ji gelên ku bi hezaran salan e ji rastiya xwe hatine dûrxistin vekir.

Êdî kêliyekî ku em ev rojên dîrokî vala derbas bikin tune ye.

Êdî dema azadiyê hatiye û derbas dibe.

Divê tu kes ji vê azadiyê bêpar nemîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar