Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

’15’ê Tebaxê mîlada yekîtiya gelê kurd e’

Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li qadên gerîla bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Roj, di çarçoveya çalakiyên pîrozkirina salvegera 39’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de ji ANF’ê re axivî.

Roj diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê yek ji beşên herî girîng ên têkoşîna dîrokî ya kurdan e û îro ji aliyê gelê kurd ve weke roja vejînê tê pîrozkirin. Roj got, “Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo li şehîdên şoreşê hemûyan û gelê me pîroz dikim.”

Roj destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê mîlada pêkanîna yekîtiya gelê kurd e û got, “Pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku bi pêşengiya hevalê Egîd (Mahsûm Korkmaz) destpê kir, fîşeka ku li Dihê hat teqandin ji bo pêkanîna yekîtiya gelê kurd û gelan, hîmên bingehîn danî. Armanca xwe di heman demê de afirandina yekîtiya gelê kurd, gelê ereb û gelên cîhanê bû. 15’ê Tebaxê vejîna gelê kurd e. Em vê demê weke jinûve vejîna kurdan dinirxînin. Têkoşîna ku bi pêşengiya hevalê Egîd destpê kir, bi xurtî dewam dike. Têkoşîna gelê kurd bûye malê cîhanê û li her derê belav bûye. Ev têkoşîn di vê serdemê de jî mîna pêlên deryayê li her derê belav bûye. Dijmin li gel hemû hewldanên xwe nikare têkoşîna me bişikîne.”

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Roj bi bîr xist ku têkoşîna gelê kurd bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye vê astê û got, “Têkoşîna gelê me gihîştiye astekê. Gelê me wê êdî rê nede dijmin ku ziman, çand û navê wan înkar bike û bi nirxên wan bilîze. Gelê me wê bi fikir û felsefeya Rêberê me berxwedana xwe hîn bêhtir xurt bike. Gelê me êdî dijmin nas kiriye. Şervanên ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêk anîn, hevrêyên hevalê Egîd in, kadroyên pêşeng ên tevgera me ne. Bi vê wesîleyê dixwazim biêjim ku em şopdarên hevalên Egîd, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Mazlûm in ku pêşengî ji partî û gelê me re kirin. Ev heval pêşengên gelê me ne. Sembola jiyana me ne. Em li ser şopa wan in. Pêngava 15’ê Tebaxê li gelê me pîroz be. Bijî Rêber Apo, bijî şehîdên şoreşê, bijî gelê kurd.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar