Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

’15’ê Tebaxê nexşerêya her kurdekî bi rûmet e’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "15'ê Tebaxê raperîneke hemdem e, nexşereêya her Kurdekî bi rûmet û berxwedêr e."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyek weşand û Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê welatparêz û gerîlayên bi rengekî fedaî li her çeperên berxwedanê şer dikin, pîroz kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Di heman demê de raperîneke hemdem e ku ji aliyê stratejîk û taktîkî ve xeta me ya serketinê ya leşkerî diyar kiriye, rêbaza lêdanê ya gerîlayên Apoyî yên fedaî destnîşan kiriye. Nexşerêya her Kurdekî bi rûmet û berxwedêr e.

Di dema qirkirinê de ku gelê Kurd ji aliyê hebûn, çandî û nasnameyê ve li ber tunebûnê bû, Pêngava me ya Vejînê ya 15’ê Tebaxê gav û hişmendiyeke neteweyî ya bêhempa afirand. Di salvegera 39’an a pêngava xwe ya vejînê ya 15’ê Tebaxê de di serî de fermandar Egîd em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Cejna gerîla û vejînê ya 15’ê Tebaxê di serî de li afirînerê vê pêngavê li Rêber Apo, tevahiya gelê me yê welatparêz û hevrêyên xwe yên îro jî li her çepera berxwedanê bi rengekî fedaî şer dikin, pîroz dikin.

Bi pêngava 15’ê Tebaxê re ku bi pêşengiya fermandar Egîd pêk hat, fîşeka ku li dijî mêtingeriyê, serweriya mêr a serwer, li dijî faşîzma dest bi xwîn a êrîşî nirxên çandî û hembû yên gelê Kurd dike hate teqandin, bêguman ne tenê çarenûsa Kurdistanê, li tevahiya cîhanê çarenûsa gelên berxwedêr ên alîgirê jiyana azad û demokratîk guhert. Pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê li dijî sîstema kapîtalîst mêtinger a ku xwe ji faşîzm, zilm, qirkirin û komkujiyê xwedî dike, beyaneke azadiyê ye ku nîşan dide, êdî ti tişt wê mîna berê nebe. Fîşeka destpêkê ya ku bi çeka Fermandar Egîd hate teqandin, di serî de xaka mirî ya li ser gelê Kurd û bindestan rakir û li bexçeyê gelên azad ê ku di bin zexta komkujiyê de ziwa bûbû, bingeha jinûve şînbûnê afirand. Lewma weke gelê Kurd û milîtanên azadiyê yên bi ronahiya Rêber Apo jinûve şîn bû û bû xwedî îrade, her tiştên ku em îro xwediyê wan e, hemû destketiyên me bi saya pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê ye. Li ser bingeha têkoşînê ya ku gava azadiyê ya 15’ê Tebaxê ava kir, em dîroka koletiyê bi erdê re dikin yek, li dijî mêtinger û hêzên dixwazin xaka me dagir bikin bi artêşên xwe dimeşin, bi têgihiştineke mezin a neteweyî îro hem li Rojhilata Navîn hem jî li qada navneteweyî em weke Kurd dibêjin em hene. Bêguman a ku bû sedem em bi vî rengî serbilind û bi rûmet bibin û li Rojhilata Navîn serdema Kurd ên azad da destpêkirin, destana lehengiyê ya 15’ê Tebaxê ye ku mirov dikare weke mîladekê pênase bikin. Lewma pêngava 15’ê Tebaxê dubareyeke raperînên klasîk ên Kurd, yan jî çalakiyeke serdegirtinê ya çekdarî ya ji rêzê nîne ku li hemberî qereqolekê hate kirin. Di çarçoveya kûrbûneke mezin a Rêber Apo, kadroyên pêşeng û fermandarên PKK’ê de bi nirxandinên dîrokî û pêşdîtinên xurt, pêngaveke azadiyê ye. Di heman demê de ji aliyê stratejîk û taktîkî ve xeta me ya serketinê ya leşkerî diyar kir, rêbaza lêdanê ya gerîlayên Apoyî yên fedaî destnîşan kir, raperîneke hemdem e, nexşerêya her Kurdekî bi rûmet û berxwedêr e.

Ji bo jinan destpêka têkoşîna xweparastinê

Pêngava me ya 15’ê Tebaxê di heman demê de li dijî mejiyê bi serweriya mêr û saziyên wê, derbek e. Bi 15’ê Tebaxê re jinan berê xwe dan nava refên gerîla, bingeha artêşbûna jinê danîn, ji bo hemû jinên li cîhanê yên di bin zilma sîstema bi serweriya mêr hatin qetlkirin, bindest, yên ku tundî û êşkence li wan hate kirin, bû gaveke azadiyê. 15’ê Tebaxê herî zêde ji bo me jinan gava destpêkê ya têkoşîna xweparastinê ye. Bêguman eger 15’ê Tebaxê nebûya îro me nikarîbû qala gerîlatiya jinê û têkoşîna jinê bikira. Em weke gerîlayên YJA Starê, eger ji Serhedê heta Zapê dikarin derbê li artêşa tirk a dagirker bikin û pêşengiyê ji vî şerê bi rûmet re dikin, bêguman ev yek bi saya pêngava me ya vejînê ya 15’ê Tebaxê û afirînerê wê Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê eger em jin îro li çiyê bi rengê tolhildana ji sîstema serwer û kapîtalîst bi rengekî azad dijîn û li hemberî artêşên dagirker bedena xwe dikin çeper û şer dikin, em zanin ku ev yek bi saya çi ye û dibêjin ku em ê vê rastiyê hişê dîrokî yê têkoşîna xwe de her tim biparêzin.

Em di asta herî bilind a têkoşîna xwe de ne

Lewma pêngava me ya vejînê ya 15’ê Tebaxê nîşanî me da ku em çawa dikarin derbê li dilê sîstema faşîst bixin ku ji bilî zilm, înkar û komkujiyê tiştekî din ji me re rewa nabîne. 15’ê Tebaxê bû nîşaneya herî şênber a şêweyê hilanîna tolê ji êşên xwe yên dîrokî. 15’ê Tebaxê nîşan da ku li ser xeta parastina rewa em çawa dikarin rûmeta xwe, namûsa xwe, nasnameya xwe biparêzin. Di salvegera 39’an a vê pêngava me ya tolhildanê ya pîroz de ku xwedî dersên dîrokî yên mezin e, li her parçeyên Kurdistanê em di asta herî bilind a têkoşîna xwe de ne. Îro hîn jî bi ronahiya çalakiya 15’ê Tebaxê ya li çiyayên Kurdistanê, li dijî artêşa tirk a sûcdarê şer ku bi teknîka herî pêşketî ya serdemê tevdigere, em berxwedana herî bi heybet a dîroka xwe dimeşînin. Di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û her çepereke gerîla ya li Bakurê Kurdistanê, hevrêyên me bi xeta leşkerî û ruhê fermandar Egîd serketinên mezin bi dest dixin. Artêşa tirk bi piştgiriya NATO û hemû hêzên navneteweyî, bi hemû teknolojiya şer a demê li dijî qadên gerîla yên berxwedanê şerekî bêeman dimeşîne û nikare encamê bi dest bixe. Bêguman ev yek nîşaneya herî şênber e ku ruhê fermandar Egîd li çeperên gerîla dewam dike. Artêşa tirk beriya 39 salan ji bo pêngava me ya 15’ê Tebaxê gotibû, ‘karê çend eşqiyayan e, em ê di nava du rojan de biqedînin’, lê belê artêşa me ya fedaî û milîtanên fedaî yên vê pêngavê îro li pêşiya planên dîrokî yên artêşa tirk astengiya herî mezin e. Weke gerîlayên Rêber Apo, li her qada şer a berxwedanê em hîn bêhtir xwe bi rengê Egîd û Zîlanan dixemilînin. Bi ruhê serketinê yê fermandarên me yên pêşeng ji her demê bêhtir em nêzî serketinê dibin. Em bi rûmet û serbilind in ji ber ku ev kevneşopiya berxwedanê ya bingehîn dewr wergirtine û şrevanên fermandar Egîd in.

Soza serketinê

Em salvegera 39’an a Pêngava 15’ê tebaxê li çeperên berxwedanê pêşwazî dikin ku şer lê giran e. Em soza xwe dubare dikin ruhê raperînê yê pêngava xwe ya vejînê bigihînin serketinê. Lewma em diyar dikin ku bi hêza manewî û hişmendiya ji felsefeya jiyana azad a Rêberê xwe, fermandar Egîd, Zîlan û şehîdên leheng ên li ser xeta Apoyî şer kirin û şehîd bûn, werdigirin her roj em ê hîn bêhtir li dijmin bixin û xeta serketinê di şerê de xwe şênber bikin. Li ser vê bingehê em cejna gerîla û vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gelên Rojhilata Navîn û hevrêyan hemûyan pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar