Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

16’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî sibê dest pê dike

16’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ku Parlamentoya Ewropayê malovaniyê jê re dike dê sibê bi navê ‘Yekitiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ destpê bike. Konferans dê du rojan bidome.

Konferansa ku bi pêşengiya Komîsyona Welatiyan a Yekitiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) pêk tê, Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL), Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) û duyemîn koma herî mezin Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ên li Parlamentaya Ewropayê piştgiriya wê dikin.

Konferansa îsal bi pêşengiya gelek kesayetên navdar tê kirin. Ji xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê oldarê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tûgû, parêzvana mafên mirovan a Îranê Şîrîn Ebadî, Sefîra Bilind a Aştiyê ya Konseya Ewropayê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Bîanca Jagger Bîanca Jagger, zimanzan û fîlozofê navdar Noam Choamsky û xwediya Xelata Sakharov parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Zana çend ji pêşengên konferansê ne.

Rûniştinên destpêkê wê roja çarşemê saet di navbera 14:30 û 18:30 de pêk werin û dê li ser mijarên ‘Zext û berxwedana li Tirkiyeyê’ û ‘Tirkiye 2023: Dîktatorî û demokrasî’ pêşkêşî bên kirin. Di nava axaftikerên rûniştinên destpêkê de parlamenterên CHP, HDP û Partiya Saadetê jî hene.

Di konferansê de dê parlamenterên Parlamentaya Ewropayê yên piştgiriya konferansê dikin mafê axaftinê bigirin. Her wiha parêzerê siyasetmedarên kurd ên li Belçîkayê Jan Fermon jî wê biaxive. Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî wê parêzerek biaxive.

Roja duyemîn a konferansê jî dê 6’ê sibatê be. Di rûniştinên ji saet 09:30 heta 17:00 de wê mijarên; sûc û dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava, armancên Osmanî yên dewleta tirk, rewşa kurdan, mafên tên înkarkirin, komkujî û qirkirinên hatin kirin, rewşa piştî DAIŞ’ê, rol û helwesta Ewropayê li ser krîzên li Rojhilata Navîn, perspektîfên derketina ji nava krîzê, pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û rêbazên alternatîf bên nirxandin. Ji Misir, Ekvator û gelek welatên Ewropayê wê gelek parlamenter, lêkolîner, rojnamevan û akademîsyen di roja duyemîn de pêşkêşiyê bikin. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar