Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

17 saziyên alman tev li kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn

Li Almanyayê, rêxistinên ciwanan ên partiya Keskan jî di nav de 17 rêxistin û saziyên din tev li kampanyaya ‘Dem hatiye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re’ bûn

Kampanyaya ‘Dem hatiye: Ji bo aştiya wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re’ di 11’ê çileya 2021’an de ji aliyê Koma Xebatê ya kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATU) ve hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de ku tê xwestin Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re name hatin nivîsandin. Di nameyan de hate ragihandin ku li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi rengekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê

Piştgiriya ji bo kampanyayê zêde dibe

Li Almanyayê jî hejmara saziyên ku piştgiriyê didin kampanyayê zêde dibe. Herî dawî 17 rêxistinan daxuyanî dan û tev li kampanyayê bûn. Navê rêxistinên ku tev li kampanyayê bûn wiha ne:

“Alîkariya Sor (Rote Hilfe) ku li 40 bajarên EAmanyayê şaxên xwe hene, zêdeyî 10 hezar endamên xwe hene û piştgiriyê dide girtiyan, rêxistinên ciwanan Grüne Jugend ên eyaletên Hamburg û NRW yên Partiya Keskan, Seebrücke Berlin, Womend Defend Rojava (Kampanya Jin Rojava Diparêzin),  Tevgera Femînîst a bi navê ‘Têkoşîna Hevpar’ (Gemeinsam kämpfen) , Kampanya Mexdûrên Tundiya Polîsan a Nijadperest (KOP), Kampagne Rheinmetall Entwaffnen, Rojava-Solibündnis Leipzig, Attac Hamburg, Antifa Lüneburg Unzen, Make Rojava Green Again, Piştevaniya Sendîkayê ya Komunîst KOMintern, Antifaschistische Aktion Lüneburg/Uelzen, Migrantifa Berlin, Attac Dortmund, Feminist Parti Die Frauen.”

Meclisa Gel a Tamîl Eelam û Ya Basta Netzwerk ên li Almanyayê jî çend roj berê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ew jî tev li kampanyayê bûne. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar