PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

171 rojnamegeran li girtîgehan sala 2019’an pêşwazî kir

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora çapemeniyê ya 2018’an aşkera kir. Li gorî rapora înîsiyatifê li Tirkiyeyê 171 rojnamegeran li girtîgehan sala 2019’an pêşwazî kir û hat diyarkirin ku di salekê de 141 rojnameger hatin binçavkirin û 64 rojnamger jî hatin girtin

 

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi civîna çapemeniyê rapora 2018’an a binpekirina mafên rojnamegeran û zextên li ser çapemeniyê aşkera kir. Înîsiyatifê li salonê pankarta “Rojnamegerî ne sûc e, Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” vekir. Berdevkê înîsiyatifê Hakki Boltan û gelek rojnameger tev li civînê bûn. JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê, E-Rojname, Rojnameya Yeni Yaşamê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di civînê de destpêkê berdevkê înîsiyatîfê Hakki Boltan axivî. Boltan bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û wiha got: “Sala borî bi zext û binpêkirinan derbas bû. Em sala 2019’an li hemû rojnamgeran pîroz dikin. Em hevî dikin ku êdî hemû rojnamger di nav şert û mercên aştî û azadî de karibin kar û barê xwe bimeşînin. Em hêvî dikin ku êdî rojnameger neyên binçavkirin, girtin û cezakirin.”

Piştre rojnameger Roza Metîna bi kurdî rapor xwend. Metîna diyar kir ku di sala borî de ji rojnamegeriyê zêdetir, li ser pêkhatina zext, zor, qedexe, êrîş, hedefnîşandan, kuştin, binçavkirin, girtin û cezayê li rojnamegearan hatin birîn, hatin şîrovekirin û wiha got: “Ev kiryar bi Rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a 2018’an de ku dibêje ‘Tirkiye di cîhanê de ji bo pîvana azadiyan di nav 180 welatan de di rêza 157’an de cih digire’ şênber e. Li gor daneyên Enstîtuya Çapameniya Cîhanê (IPI) ji destpêka hewldana derbeya 15’ê tîrmehê û vir ve li Tirkiyeyê derdora 170 rojname, kovar, radyo û Tv hatin girtin û 3 hezar û 230 rojnameger jî dev ji karên xwe berdane.”

Metîna destnîşan kir ku sedema zextên li ser rojnamegeran ragihandina rastiyan e û tirsa desthilatdariyê ya li hemberî rastiyan e û wiha domand: “Her roj di navbera rojnamegeran de bend lêkirin û nakokiyan kûr kirin. Ji bo civak û pîşeya rojnamegeriyê nebe yek û bi dengekî xurt li dijî desthilatdariyê mîsyona xwe ya ragihandina bûyeran û zelalkirina heqîqetê pêk neyne, ev hatin kirin. Bi vê boneyê ye ku hemû desthilatdariyên li Tirkiyeyê hêsantir rojnameyan bombe kirin, di nav kolanan de rojnamegerên kurd qetil kirin û bi hezaran kuştinên ‘kujerên wan ne diyar’ pêk anîn. Her wiha bêdengî û nebûna yekitiya çapameniyê derfet da ku desthilatdar karibin êrîş bibin ser hemû aliyên rojnamegeriya li Tirkiyeyê.”

Rojnameger Metîna da zanîn ku wek ÎRA di şert û mercên herî giran de jî dê bi mîsyona ligel parastina nirxên rojnamegeriya rast bûyer û heqîqetan ji raya giştî re ragihînin.

Piştî axaftinan rapora 2018’an hat parvekirin. Rapora mafên hatine binpêkirin wiha ye:

* 141 rojnameger hatin binçavkirin.

* 64 rojnameger hatin girtin.

* Der barê 7 rojnamegeran de lêpirsîn pêk hat.

* Li 71 rojnamegeran doz hat vekirin.

* 521 rojnameger hatin darizandin.

* Li 121 rojnamegeran cezayê girtîgehê hat birîn. (Bi giştî li 112 rojnamegeran 546 sal 9 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Cezayê hata bi hetayê yên girtîgehê ango cezayê muhabetê dan 3 rojnamegeran. Li 6 rojnamegeran jî bi giştî 40 hezar tl cezayê pere hat birîn.)

* Milyonek û 80 hezar tl cezayê pere dan 2 televîzyonan. Cezayê 5 bernameyan dan Tv’yekê û li Tv’yekê jî cezayê nedayîna reklaman hat birîn.

* 14 ajans, rojname û malperên înternetê ji aliyê SaziyaTeknolojiya Zanistê ( BTK) ve gelek caran hatin astengkirin.

* 4 saziyên çap û weşanê hatin girtin.

* Dest danîn ser rojnameyek û çapxaneyek.

* Rojnamegerek hat dersînorkirin.

* Polîs bi ser 4 saziyên çapameniyê re girtin..

* 54 rojnameger ji kar hatin avêtin. (Hin ji wan ji ber ewlehî û parastina rûmeta xwe îstîfa kirin)

* Rojnamegerek hat kuştin.

* 42 rojnameger di nav salê de hatin berdan.

* Ji 1’ê çileya 2016’an heta 29’ê mijdara 2018’an hezar û 954 kes Qerta Zer a Rojnamegeran hat betalkirin.

* Li gorî roja 31’ê kanûna 2018’an 171 rojnameger girtî ne.  AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar