Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

18’ê Gulanê Roja şehîdên Kurdistanê ye

18’ê Gulanê di têkoşîna şoreşgerî ya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê de wek roja berxwedanê tê nasîn. Li ser vê Rêber Apo wiha dibêje: “Di hizûra şehîdan de tu meyl û nêzîkatiyeke ne li rê nabe. Divê hûn şehîdan rast fêm bikin.”

Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de meha gulanê cihekî xwe yê pir girîng heye. Di vê mehê de jî 18’ê Gulanê taybettir e. Di vê rojê de yek ji pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, ji pêşengên PKK’ê Halîl Çavgûn, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik di berxwedanan de ku dîroka 50 salên dawîn diyar kiriye, şehîd bûne.

Îbrahîm Kaypakkaya ku ji navçeya Sungurlu ya bajarê Çorum ê Tirkiyeyê bû, di 24 Nîsana 1972`an de Artêşa Rizgariya Gundî û Karkeran (TÎKKO) damezirand. Piştî damezirandinê li çiyayên Dêrsimê dest bi têkoşîna çekdarî kiriye. 24’ê Çileya 1973`yan di pevçûneke li dijî artêşa tirk de bi birîndarî hat girtin. Li zindana Amedê 18`ê Gulana 1973`yan bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Sekn û şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya

Rêber Abdullah Ocalan di beşa 5`an a parêznameya xwe ya bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de dibejê ku şehadeta Kaypakkaya û pêşengên din ên şoreşger bandor lê kiriye û dibejê: “Berxwedana pêşengên THKP-C’ê Mahîr Çayan û li Kizildereyê li gel 9 hevalên xwe şehadeta wî, gelekî bibandor bû. Dema pêşengê THKO’yê Denîz Gezmîş û 2 hevrêyên wî dibirin sêdarê, min ew dîtibûn. Di heman pêvajoyê de li Zindana Amedê berxwedana pêşengê TÎKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya û şehadeta wî pir bibandor bû. Ez bûbûm şahid ku van her sê pêşengan rastiya gel û neteweya kurd bi berdêla jiyana xwe anîbûn ziman. Bê gûman li gel gelek tiştên din jî, şehadeta di oxira heqîqetê de ya van pêşengên ji hembêza ciwanan derketibûn, bû yek ji sedemên bingehîn ku cesaret da min ez li ser rastiya cewhera xwe bimeşim.”

Şoreşgerê mezin Hakî Karer

Di 30`ê Adara 1972`yan de pêşengê THKP-C’yê Mahîr Çayan û 9 hevalên xwe li gundê Kizildere yê girêdayî Niksarê ya bajarê Tokat ê Tirkiyeyê ji aliyê artêşa dagirker ve hatin qetilkirin. Roja 31`ê Adara 1972`yan xwendekarên şoreşger li Enqereyê belavokên li dijî komkujiyê belav kirin. Di nava van xwendekaran de Rêber Abdullah Ocalan jî hebû û dema li zanîngehê belavok belav dikirin, hat girtin. Rêber Abdullah Ocalan li girtigehê bû şahidê darvekirina Denîz Gezmîş û 2 hevalên wê. Piştî 7 mehan ji girtigehê derket û li ser pêşniyara hevalekî yê li girtîgehê li Enqereyê Hakî Karer û Kemal Pîr nas dike û her sê li heman malê dimînin. Ev naskirin û hevaltî piştre vediguhere destpêka têkoşîna şoreşgerî ya Kurdistanê.

Hakî Karer bi eslê xwe tirk bû û sala 1950`yî li navçeya Ulubey a bajarê Ordu yê Tirkiyeyê hatiye dinyê. Dibistanên seretayî û navendî li Ulubey, dibistana amadeyî jî li Orduyê dixwîne. Piştre, Beşa Fîzîkê li Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc dike û berê xwe dide Enqereyê. Li wir dikeve bin bandora berxwedana şoreşger Deniz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya. Di payîza 1972’yan de Rêber Abdullah Ocalan nas dike û herî zêde ji wî bandor dibe.

Di sala 1973`yan de şehîd Hakî Karer, êdî dibe hevrêyê herî nêzîk ê Rêber Abdullah Ocalan. Di civîna ku li navçeya Dîkmen a li Enqereyê di Newroza 1973`yan de pêk hat de, Hakî Karer jî cihê xwe girtibû. Di sala 1974’an de di nava koma Apocî de cih digire. Hakî Karer bi Rêber Abdullah Ocalan re bi awayekî aktîf di nava rêxistina şoreşger a giştî ya xwendekaran a bi navê Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) de cih digire. Bi vî awayî piştî derbeya 12’ê Adarê, careke din girseya şoreşger a ciwanan kom dikin.

Di sala 1975’an de li bajarên Kurdistanê dest bi xebatên xwe yên şoreşgerî dike. Di demeke kin de li Êlih, Agirî, Edene û Dîlokê pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdistanê dike. Di vê demê de koma şoreşgerên Kurdistanê yan jî Apocî her mezin dibe û deng vedide. Lewma dewleta Tirk a dagirker nokerên wê dest bi komplo û êrişan kir. Pêşengên tevgerê jî kirin hedefên xwe yên yekemîn. Hakî Karer ku wê demê li Dîlokê kar dimeşand, di êrişeke bêbext de şehîd bû. Roja 18`ê Gulana 1977`an komeke sîxur a bi navê Stêrka Sor di bin navê hevdîtinê de bang li Hakî Karer kir. Lê dema Karer ji bo hevdîtinê diçe qehwexaneyeke li Dîlokê dikeve kemîna van sîxuran û tê qetilkirin. Piştî şehadeta Hakî Karer hevrêyên wî bi feraseta “xwîna hevrêyên me dê tu carî li erdê nemînê, teqez tola wî bê hilanîn”. Nexasim kujerê Hakî Karer ê bi navê Aladdîn Kapan 1`ê Gulana 1978`an li Îskenderûnê hat cezakirin.

Rêber Apo: Hakî Karer “ruhê min ê veşartî” ye  

Rêber Abdullah Ocalan jî Hakî Karer wek “ruhê min ê veşartî” pênase kir û ji bo xwedîderketina bîranîna wî li Dîlokê nivîsek bi sernavê “Ji bo bîranîna proleter û şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer” nivîsand. Piştre ev nivîs wek bernameya PKK’ê berfireh kir û bi navê “Şoreşgerên Kurdistanê” wekî pirtûkçeyekê hat belavkirin. Ev bû belgeya nivîskî ya herî kevn a Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Rêber Abdullah Ocalan piştre jî ji bo Hakî Karer ev nirxandin kiribû: “Ji roja ku Şoreşa Kurdistanê fêm kir û pê ve dest ji pola dawîn a zanîngehê berda, wekî ku nivînên wî li ser pişta wî be, bêyî dudilî berê xwe da welatê me ku qet nas nedikir. Gava pênc quruşên (lîre) wî tune bûn, gelek caran di rojên têkoşînê de hemaltî dikir. Her tim kincên wî qetiyayî bûn, tenê bi danekê xwarinê anku taştê dijiya. Ji bo derbaskirina hemû neyîniyan ji bo derdora xwe çavkaniya îlhamê bû. Kesên ku pê re bûn, nedizanîn dem çawa derbas dibû…”

Roja şehadeta Hakî Karer (18`ê Gulanê) ji aliyê kadro û sempatîzanên Apocî wekî roja çalakiyê hat îlankirin û tora rêxistinî li Riha, Amed, Elih, Dêrsîm, Xarpêt û Serhedê belav bû. Di yekemîn salvegera şehadeta Hakî Karer de (18 Gulan 1978) li navçeya Hîlwan a Rihayê belavok hatin belavkirin, afîş hatin daliqandin û civînên bîranînê hatin çêkirin. Piştî civîneke bîranînê ya li dibistanekê sîxurê dewletê û endamên MHP`ê êrişî dibistanê kir. Di êrişê de yek ji kadroyên Apocî Halîl Çavgun hat qetilkirin û 3 hevalên wî birîndar bûn. Piştî şehadeta Çavgun bersiva eşîrên sîxur û êrişkaran hat dayîn û berxwedana ku di dîroka Tevgera Azadiyê de wek “Berxwedana Hîlwanê” tê pênasekirin, dest pê kir. Di encama berxwedanê de desthilatên li navçeyê hatin derxistin, 6`ê Gulana 1979`an jî di hilbijartinan de Şaredariya Hîlwanê hat qezenckirin.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de destnîşan kir ku di navbera qetilkirina Hakî Karer û Halîl Çavgun de peywendiyek heye û wiha gotibû: “Çawa ku qetilkirina heval Hakî êrişeke bi armanca astengkirina ketina me ya Kurdistanê ye, qetilkirina heval Halîl jî êrişeke ku dixwazin nehêlin em li herêmê kok bidin. Bi qetilkirina hevrê Hakî Karer re dijmin wisa hesibandibû ku wê pêşiya têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê bigire. Lê xwexapandina dijmin mezin bû. Şoreşger bi hemû hêza xwe ketin nava xebatê û tevger ber bi girseyîbûnê ve bir. Metingeran jî ji bo ku tevgera şoreşgerî asteng bikin, vê care dûvikên xwe yên civakî, xayînên herêmî û çeteyên eşîr û feodal xistin dewrê. Di êrişa hevpar a çeteyên ajan, milîs û polîsên resmî de hevrê Halîl Çavgun hat qetilkirin.”

Damezrandina PKK`ê û Roja Şehîdan

Piştî şehadeta Hakî Karer û Halîl Çavgun rêxistin hîn mezintir bû û di 27’ê Mijdara 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Fîs ê navçeya Licê ya Amedê bi kongreya yekemîn hat damezirandin. Rêber Abdullah Ocalan piştre di nirxandineke xwe de gotibû; “Min girêdana xwe bi biranîna hevrê Hakî Karer re bi avakirina partîbûnê pêk anî.”

Di konferansa yekemîn a PKK`ê de ku 10-15 Tîrmeha 1981`an hat pêkanîn, 18’ê Gulanê wek “Roja Şehîdan” û meha Gulanê jî wek “Meha Şehîdan” hat ragihandin.

Lehengên çalakiya fedaî ya Çaran: Em şopdarên Mazlûm in

Piştî îlankirina PKK`ê, 12 Îlona 1980`yan artêşa tirk derbeyek pêk anî, gelek komkujî kirin, îşkence kirin û bi sed hezaran kes girtin. Di nava kesên hatine girtin de, gelek pêşengên PKK’ê yên wekî Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik jî hebûn. Kadro û sempatîzanên PKK’ê ku li zindana Amedê li dijî hovîtiya dagirkeran berxwedana ku dê piştre reng û rêbaza têkoşînê diyar bike, pêş xist. Yek ji van jî çalakiya ku wekî “Şeva Çaran” tê pênasekirin e. Roja 18`ê Gulana 1982`yan Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik li Zîndana Amedê li hemberî zilm û polîtîkayên xiyanetê ferz dikin, bedena xwe da ber agir û şehîd bûn. Ji hevalên xwe yên ku xwestin agir vemirînin jî gotin “Agir geş bikin, yê ku avê pê de bike, xiyanetkar e.” Her wiha li pey xwe ev pêyam hiştibûn: “Divê ev çalakî teqez ji gel re bê vegotin. Çalakî berdewama çalakiya hevalê Mazlûm e. Em şopdarên Mazlûm in, divê çalakî rast bê fêmkirin. Çalakî li hemberî xiyanet, teslîmiyet û zextê hatiye lidarxistin.”

Serok Apo: Şehîd nirxên herî mezin in ku pêwîst e neyên binpêkirinin

Ji bo Roja Şehîdan Rêber Abdullah Ocalan van nirxandinan dike: “Em 18’ê Gulanê bi navê roja şehîdan bi bîr tînin. Di dîroka partiya me de, şehîdê me yê yekemîn Hakî Karer û di pey re Çaran, di pey wan re jî bi sedan qehremanan hiştiye ev roj wek rojeke biwate cihê xwe bigire. Fêmkirina şehîd, mafê şehîd dayîn, li gorî wesiyeta şehîd jiyîn, ji bo şoreşgerekê erk û berpirsyariya destpêkê ye; her wiha serwerkirina hêviyên wan, ji bo vê yekê meşandina şerê tund jî pêwîstiya girêdana bi şehîdan re ye ku jê nayê revandin.”

Ji bo sekna beramberî şehîdan Rêber Abdullah Ocalan ev nirxandin kiriye: “Şehîd nirxên herî mezin in ku pêwîst e neyên binpêkirinin. Divê beriya her tiştî wesiyeta wan li ber çavan bê girtin. Min xwest ez li biranînên wan xwedî derkevim û bi wan ve girêdayî bim. Min erka xwe ya girêdana bi biranîna hevrê Hakî Karer re bi avakirina partîbûnê pêk anî. Bi mezinkirina partiyê û derbaskirina wê ya welat re min girêdana bi bîranîna heval Mazlûm, Hayrî, Kemal’an re pêk anî. Min wek şerê gel ê mezin da amadekirin. Girêdana xwe ya bi Egîdan re jî bi pêşxistina gerîla min pêk anî. Ev yek bi kok kir. Va ye di van demên dîrokî de erkên ku min ji xwe re dane diyarkirin û pêk anîne, ev in. Ma gelo hûn dibêjin qey pêkanîna van hêsan e? Na! Karê cihanê yê herî zor bû lê belê pêk hat.”

‘Divê hûn şehîdan rast fêm bikin’

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku divê şehîd baş bên fehmkirin û van nirxandinan dike: “Ew qasî şehîdên hêja hene ku dibe em navên hinek ji wan nizanin. Ya herî girîng, her yek ji wan hêja ye ku li ser wan pirtûk werin nivîsandin. Lê belê kêm maye hindek ji wan di hafizeyan de winda bibin û herin. Divê ji vê re çareyek were dîtin. Di destpêka vê çareseriyê de jî xeta partiyê, têkoşîna ku têk naçe û kesayeta partiyê ya saxlem û ewle heye. Di hizûra şehîdan de derveyî vê tu meyl û nêzîkatiyeke din nabe. Divê hûn şehîdan rast fêm bikin.”

Hin Şehîdên Meha Gulanê

Di meha Gulanê de li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran şoreşger şehîd bûne û mohra xwe li têkoşîna azadiyê daye. 1`ê Gulana 1982’yan li Beyrûdê di encama bombebarana Îsraîlê de Abdulkadîr Çubukçu şehîd bû.

2`yê Gulana 1983’yan li Qendîlê endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgin ku ji bo xebatên yekitî û têkoşîna hevbeş a di navbera hêzên Kurd de kar dimeşandin, di encama şerê di navbera PDK`ê û YNK`ê de şehîd ketin. 83 gerîlayên azadiyê, hunermend û rojnamevan ku piraniya wan birîndar bûn, 16’ê Gulana 1997’an li nexweşxane, navendên çand û hunerê û ragihandinê yên li Hewlêrê di encama êrîşa PDK`ê de şehîd bûn.

2’yê Gulana 2016’an li Amedê fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Azat Sîser û Çekdar Amed di şerekî li dijî artêşa tirk de şehîd ketin.

Şoreşger Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan ên ku di zindanên Îranê de bûn, 9’ê Gulana 2010’an ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Di 11`ê Gulana 1992`yan de Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) li Tetwanê di êrişa dewleta tirk de şehîd ket. Di 31`ê Gulana 2005`an de Amara (Ekin Ceren Doğruak) li başûrê Kurdistanê di encama qezeya trafîkê de şehîd bû. Gerîlayên HPG`ê Êrîş (Cengîz Ozek) û Andok (Ramazan Yildiz) 27’ê Gulana 2012’an li Kayseriyê di encama çalakiya fedaî de şehîd bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar